Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Helbest


 

 


Dîlan Zêbo
Sersala Girtîyekî

 

Çar dîwarên bilind

 Derîkî hesinî

Arîkekî biçûk

Nivînin sar

Jîyaneke bêhêvî

Mirinek bi zindî

Hemî wek kevirên

Kelayeke Bîzantî 

Li ser sîngê wî

Rawestî bûn

Di  kêlîyeke dereng de

Çavên  xwe danhev

Û 

bibayê keserên kûûr re

firye

Cîhan di şahiyekê de bû

Çirayên rengîn

Kenê Jinan

Hêlehêla  Mirovan

Fîşefîşa  fîşekan

gihîşte ber Tixûbê

Welatekî qedexe

Babenwêlek bidarve kiribûn

Kevokek qijilî bû

Zarokek bêxwedî mabû

Pelesanek hişk bûbû

Ew nîşanên Biratî û aşîtîyê bûn

Lê mixabin

Biratiyeke sexte û aşîtiyeke

bêhemberî

Bijî aşîtî...bijî aştî...bijî aşîtî.

 

31.12.2002     

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002