Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Keskesor


 

 

 


Arşevê Oskan

Serpêhatiya Nr3

 

Piştî ku min xwendina xwe kuta kir, ez bûm hunermendekî şêwekar, nema bi jiyana li nav kurdan razî bûm, her ku çav li gundiyên xwe diketim, yan li mirovên xwe, min digot qey li şikefteke guran dijîm, hemû tişt di çavên min de reş bûbûn, jiyana li Ewropa ji min re bûbû xewnek xweşik - ma ne Omer Hemdî (Malva) li wir bû hunermendekî cîhanî - ku ne li wir be ez qet nikarim bijîm ....

Neyse... min kar û barê xwe kir û ez hatim Poloniya, bi vîsa kar... sê salên min li wir qediyan û bi sedan keç di ser min re derbas bûn, ji ber ku keçên Poloniya birçîbûn, her ku yek bihata xwaringeha me, minê sozek jê bistenda û êvarê berê wê bidana malê, ji bilî jinên ku min ew ji mêrên wan qetandin, rengek ji keçikan nema ku min laşên wan nepeland, hem bi navê hunermendiyê û hem jî bi çend şûşeyên bîra, lê wan bêbavên mafiya ne dihiştin ku em bi jiyana xwe şad bibin .

şevek ji şevên zivistanê yên berfîn rojbîna min bû - ew jî li gora nasnameya min - keçek ji wana li cem min bi serxweşî raza, razaneke bi koranî, ji min bi keçekê giran bû, lê dema ev nûçe ji min re ragihand, min wisa got: Here cem bijîjk û wê dergûşê ji ber xwe bike. Wê bi ya min nekir, piştî ku çare nema, min got: Heger keç be bila ji tere be û heger kur be yê min e. çavê xwe girt û devê xwe vekir, bi wan gotinên min tevlihev bû, ji min re got: Tu ne mirov e û hest bi te re tune ye, hezar xeber û sixêf ji min re da, min jî xwe ker kir .

Ji ber ku min xwe neda ber mehiya zarokê, li min gilî kir û ez dame dadgehê û biryara mehiya zarokê li min heq kir - qaşo ez bûm bav - ji bêçarî min biryar da ku ji wir bi dizî herim Almaniya, dibêjin jiyan li wir çêtire û pere jî bêhtir hene, erebeyekê bi hezar euroyî ez gihandim vir û min doza penaberiyê vekir - bi navekî din -. Bûye salek min hîn tu bersiv ji min re nehatiye, lê ya ez hilandime, ku bûye salek min, li banhofan, li kolanan li dû keçikan bazdidim û hîna hevalek min çênebûye... ma ne qebhete yahooo .

Keçikên Almaniya ne wek yên poloniya ne, têrin û hemû jî hevalên wan hene, lê ku derdek di min de derkeve ewê derdê keçikan be. Carcaran ez diramim ku ji bo keçikan vegerim Poloniya - bi xwedê heger mafiya jî keçekê bidin min ezê bibim hevalê wan - lê tevî ku hinavên min dişewitin û venagerim wir, tirsa ku li ser sînor bêm girtin, ya din ku mafiya wir min bikujin û ya sisyan ku dîsa jina min dozê li min rake, û min bavêje zindanê, ji xwe zindanên Poloniya rehma wan li kesên biyanî tune ne, ev heger ku tu zarokên min ji hinekî din çênebûbin .....??!! .

Nuha jî, ku xwedanê xwaringehê ji min dipirse li ser telefonê, ez jê re dibêjim: Min li Londonê iltica kiriye û min maf standiye, û ji bo pêşengehên hunerî rojê li welatekî me û tabloyên xwe bi deh hezaran difroşim... hal bikî ku bûye pênc sal ez nizanim şêwekarî çiye .. !!!!!!!! .     

 

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002