Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 

 


Çîrok


 

 

 

Çente


Ferhadê Çelebî

Bixire-cir ket fargona tirênê, çentê xwe avête ser kursiya himber xwe.., rûnişt, keserek veda û .. (hema va min derbas kirin, ma ka çi bû..?)

Fîze- fîza bayê li derve, tevlî peşkên baranek nexweş, tu dibê sîmfoniya mirinê lêdidin.., tirên jî wek termekî bê can reşî dirêj, li wê navê vezilandiye, li hêviya kefene ku bikevê de.. û di tariya şevê de bêne veşartin..fîrrrr…. Dengê fîkandina wê wek fîkandina dergevanê şevê, dema ku ji tengezarî û tenêbûnê sebra xwe bi wî dengî tîne, dengekî (neşaz) di wê sîmfoniyê de peyda dike.

Tevzînok bi laşê Misto ve hatin, sermaye, destê xwe di hevdû de dan, çixarak derxist, bi agirê wê, destê xwe gerim dike. Di demên wisan de, zistanê rêwî kêm hene, nemaze ji Helebê ta Qamişlo, tu kes nehat kursiya himber Misto.., di dilê xwe de got; ”başe ku kes neyê, ev ji min û çentê min re ye..”.

Deriyê fargonê vedibe bayê sar derbas dibe.. Misto xwe bi ser hevde qurmiçand, belkî hinekî gerim bibe.. veciniqî û li çente nerî, di bin simbêlan re kenî û çavên xwe girtin…

Şik-şika tirênê panavek mezin ji ramanan re diafirîne, bi taybetî ji yekî wek Misto re, ku ev cara yekêye bi taybetî ji yekî wek Misto re, ku ev cara yekê ye bi karekî girîng û xedar rabûye.. (hema ji min re digotin te hay ji xwe hebe..li xwe miqatebe, ku kes nêzîkî çente bibe û veke, xwe lê neke xwedî.. bela çente bibin, bavêjin, çi bikin jê, ê te xwe lê neke xwedî.. a girîng ku nizanibin çente ê te ye..).

Xewê avête ser çavê Misto, çakêtê xwe li xwe gerand, destên xwe xiste bin serê xwe û..( çi gava minê bigota tişt tuneye, dem hatiye guhertin, nema dikarin tiştekî bikin, bela dilê we di cî debe,..û..)

Misto çente zeft kiriye, tu dibê pêncî mirov lê civyane doza çente dikin û ew bera nade,.. xwêdanek wî diçe û yek tê.. dilê wî wek dahola Miho lêdide.., ” Ji dema ku ez ketime tirênê de, çavên wî ji ser çentê min ranebûye.. bi Xwedê kî ji min re bêje, ev polîse..”.

Misto di dilê xwe de digot.., Zilamê çavnêriya Misto dikir, ber bi wî de hat.., ber çavê Misto reş bû, nema tişt jî cudakirin,.. her weha jî dilê wî bi xurtî li parsiwê wî dikeve, wek çûkekî tî û birçî dixwaze ku ji rekêhê derkeve..

Misto nema dizanî çi bikî.. hino-hino zilam nêzî wî dibe.., ka ewê çi bike? Çente bavêje, bihêle ? raman di serê wî de têvil bûn.. Ma ezê çi bibêjim ? Ezê bêjim, ev çente li vira bû û min pala xwe dayiyê..ez bi xwe jî nizanim bê çi têdeye..erê.. erê divê polîs bawer bike.. di jiyana xwe tevî de min derew nekirine... polîs jî vê yekê dizanin.. wisa jî ewê ji min bawer biki.

Ew zilam li tenişta Misto rûnişt, çavên wî ziq li çente dinêrî..Misto jî dilerizî û di ber xwe de got. ” Ji qazîve nabêje ka çentê xwe veke, bo ku bi dest min bigrî, hatiye dilê xwe di cî xîne, ku çente yê mine,.. hema bi Xwedê, ez nahêlim nas bikî û ez (wê tirê, ji wî zilamî re nahêlim). Zilam çavê xwe ji çente ranakî.. ”divê carekê jêre bibînim, ezê çente li şûna xwe bihêlim û herim fargonek dîtir.., bi Xwedê ji wilo çêtir tuneye.., lê divê xwe jê vedizim”. Di fargona dî de, Misto li cihekî vala rûnişt, bêhna wî derket, lê tev wilo jî hinekî reht bû.. ”gelo, başbû min dev ji çente berda, yan na? Sibê, ewê heval çi bêjin, karekî wisa biçûk û hesan sipartine min, û min ne bire serî”.

Zilamê me di wê derê de derket, çente di destê wî deye berê xwe da Misto û got: Ma ev ne çentê teye ?.

Wek tu kunek ava sar bi ser Misto de dakî, behetî, mat bû. Hêz da xwe û got: Min xwest cihê te fireh bikim.., belkî tu ji xwe re razaba!

Di kêleka Misto de rûnişt û çavên wî ji ser çente ranebû.

Misto ji qazîve çavên xwe girtin û kir xire-xir, yek carna jî di bin çavan re li zilamê kêleka xwe dinerî.., hêdî hêdî çavên zilam dihatin girtin, her ku qapaxên çavên wî bi ser hev dihatin, Misto jî xire-xira xwe bilintir dikir.

Li estgehekê, tirên rawestiya..û çavên zilam hatin girtin, bû xir-xira wî, Misto vegeriya ramanên xwe.. ” Divê ji hevalan re şerovebikim ku ez ji wan jîrtirim, ev delêva mine ku ez riwê xwe sipî bikim”.

Bi aramî, bê xire-cir, xwe vedizî, kir ku dakevî…,lê dengê wî zilamî ew ji desthilanîn xist.

- Ma tu çentê xwe nabî ? ( hema ez kela dilê te hênik nakim, nahêlim tu çente di destê min de bigrî)

- Ez danakevim.., ezê derkevim derve.

Tu tişt nekir, şerwalê xwe li xwe kir, destê xwe şûşt û derket, vegeriya cihê xwe û di dilê xwe de dibêje ( bes tirên bileqi, ezê li vê deverê xwe jê bavêjim.. û bela ew çente lê pîroz bi.., ewê heval tevde mat bimînin dema çîroka min bibhîzin.., wê gelek ji hevalan xweziya xwe bi dilê min bînin). Li ber dergehê tirênê rawestiya, tirên meşiya, xwe amadekir ku xwe bavêje.., çavên xwe girtin û…

Yekî destên xwe li milên wî xist û bi tinazî gotiyê: ”Birako rabe ser xwe lo, va em gîhan Qamişlo bavo”.

 

Çîroka Çente di kovara Zanîn de, di hejmara (9)an de sala 1994 hatiye belavkirin.

 

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002