Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 

 


Gotar


 

 

 

Oxirbe hogirê peyva şêrîn
Panoramek ser xebata Ferhadê Çelebî di kovara Zanîn de)


Ebdulbaqî Huseynî

 

Dema pêşî ku min nemir Ferhadê Çelebî naskir, di rojekê buharî de bû, li Qamişlo, dem e’sra tengbû, roj diçû ava, siya mirovan ber bi aso ve winda dibû, xortek bejn zirav xwe li min girt û got; Tu Baqî yî?

- Min li vegerand ; Belê!, û tu ?

Ewî bi girnejînî got: Ez Ferhad im!

- Min bi henekî jê re got: Tu wek ferhadê Şêrîn çelengî xuyayî, gelo tu ne ewe ?

- Ewî bi zîrekî bersiv da û got: Ez jê çelengtirim, û evîna min ji a wî gurtire.

- Min jê re got: Çawa?

- Ewî got: Vaye min çîrokek ji kovara we Gurzek Gul re aniye, û ez vê çîrokê diyarî xanima xwe dikim, ma ji evîna wilo gurtir çi heye!.

- Min lê vegerand: Belê, Ferhadê yekem nîgarkêşbû wêne diyarî Şêrînê dikir, û vaye tu jî nivîskare çîrokan diyarî xanima xwe dikî.Û wiha naskirina me destpêkir..

Çîroka Ferhad a yekem di kovara “Gurz k Gul” de belavbû bi navnîşana ( Karbidest) bû, wî navê xwe kirbû (Bavê Vînda). Vînda  jî wek min paş re naskir ku keça wî ya nixûriye.

Piştî guhertina kovara Gurzek Gul bi Zanîn ve, min xwest ku ez û vî mirovê şaristanî digel hev re karbikin, û birastî jî hilbijartina min ji vî hevalî re rastbû û di cihê xwe debû, ku hevalbûna me û karê me bi hevre zêdî heft salan berdewam kir, bê yî ku dilmanî an nexweşî di navbera me de peyda bibe.. dana nemir di hemî waran de bê sînor bû, û bi taybetî di xebata wî ya çandeyî de,  nemaze di belavkirina  kovara Zanîn de.

Kurd dibêjin: “Ga dimre, çerm dimîne. Mêr dimre, nav dimîne.” Û navê Ferhadê Çelebî bêguman bi gulan ser xaka Amûda xemgîn li Kurdistana  rojava hatiye nivîsandin.

Berhemên Çelebî rûpelin toreyîne, wê di mejiyê gelê Kurd de bimîne, û bibe belgeyên bi qîmet di pêşeroja edebiyata kurdî de.

Li vir ezê xebata F. Çelebî a ku di kovara Zanîn de kiriye ber bi çav bikim, da ku xwendevanên hêja zanibin bê vî mirovî çiqasî xwedî bejnek bilindbû di xebata xweyî toreyî  de, û çawa di hemî cûreyên toreyê de kardikir.

Çelebî di Zanîn de wek berpirsyakî bi hêz bû, ewî pirê caran bi pêşgotinan û gotaran kovar dewlemend dikir, meydana nivîsandinê pêş nivîskaran vedikir, kovar berhev dikir, piştevaniya wê çi di warê madî de û çi di warê nivîsandina berheman de bê sînor bû.

Çelebî wek rojnamevan , ewî vekolîn durist dikirin, hevpeyvîn li dar dixistin, gotarên bi qîmet dinivîsandin.

Çelebî wek wergêr, helbestvan, çîroknivîs dihate xuyakirin, di nav berhemên wî de ên ku di kovarê de belav kirine, emê tev cûreyên torê bipelînin.. 

Nivîsandinên Ferhadê Çelebî di kovara Zanîn ê de:

Jimara (1)- Tîrmeha 1991

Di vê jimarê de, Ferhad çîrokekê bi navê (NEWAL) belvkiribû, û bi navê (Bavê Vînda) morkirbû .Çîrok bi kurtahî: Xewna cotkarekî kurde, bê çawa jiyana wî bi zehmetî derbas dibe, digel ku erdê têde kar dike ne ê wîye, ê yekî melake bi navê (Simko), lê dîsa jî rêjîma dewletê ewî erdî ji wan distîne, piştî zordariyekê bê mirovane.

Çîrok tarcîdiya gelê kurd û rewşa Cizîrê  ligel rêjîma şovînî berbiçav dike. 

 

Jimara (2)- Êlûn 1991

Di vê jimarê de, Ferhad gotarekê ser mijara (Folklor) weşandibû..Di pêşgotina xwe de wiha ser giranbuhaya folklor dibêje:

“ Dema ku mirovek bixwaze di folklorê de bixebite, divê ku hayê wî jê hebe, ku ew di dîrokê de dixebite, û bi taybetî folklora kurdî, çimkî dîroka milletê kurd ta niha bi awayekî têr nehatiye nivîsandin, û pir tiştên nerast di derheqê kurdan de hatiye nivîsandin û gotin. Ji ber vê yekê û ji bo ku em folklora xwe ji dizyê û windabûnê biparêzin, divê her yek li gorî karîna xwe di warê folklorê de ji danhevê, lêkolînê, ravekirinê û pêşxistinê mijûl bibe”.  

Û ji ber ku hezkirinek me herdûwan bo folklor hebû, me pirtûka “Serpêhatiyên Kurda “ a Seydayê Tîrêj kir ji weşanên kovara Zanîn, û Ferhad hişt ku partiya wî ( Partiya Dîmoqrata Pêşverû a Kurd li Sûriyê) hejmarên pirtûkê tevan bikirin, û piştevaniya kovarê bikin. 

Di vê hejmarê de jî Ferhad du helbestên kurt ên Riyad Salih El-Husên wergerandibû bo kurdî, û bi navê (Rojîn) belavkiribû. Yek ji wan helbestan evbû:

AL

Lê binêrin

Tenê hûn lê binêrin

Ji mêjve

Cendekê wî axivîye

Û hîn û hîn jî

Rahiştiye Ala azadiyê!

 

Jimara (3)- Çiriya Paşîn 1991 

(Jimarek taybetî)

Ev jimarek bi taybetî di bîranîna helbestvanê kurd ê nemir Seydayê Cegerxwîn de bû..

Berhemên Ferhad di vê hevnivîsê(Melef) de gotarek li ser Cegerxwîn bû, tê de çêla pirtûka Cegerxwîn dike, ku çawa bavê wî navê wê kiribû “Qurana Kurdî”… 

Di eynî jimarê de helbestek a helbestvanê ereb Riyad Salih EL-Husên a ku bi navê (Oda Helbestvan) wergerandiye zimanê kurdî di bin navê (Bavê Lorîn) morkiriye.

Eve kîtek ji wê helbestê ye..

Oda Helbestvan

Dergehê gotinan vedike

Bi tirs derbas dibe

Hawîr dor..

Çend helbestên çilmisî

Hin gotinên vezilandî li ser kursiyê

Û hin jî daliqandî..! 

 

Jimara (4)- Avdar 1992

Ev jimare jî taybetîyek wê hebû ku piraniya berheman li ser bobelata Helebça bû..

Li vir Ferhad gotarek ji du wêneyan berhev kiribû di rengê kurt-çîrokan de, mirov dikare bêje ku bexşanin kurtbûn..

Wêneya yekê: çîrokek fantasî ye, têde çêla mêr û jinekê ku ji bajarê Helebça ne dike, nuh zarokek ji wan re çê bûye û pê şa dibin, lê rêjîma Baa’sî a qirêj li Bexdê wê malbata biçûk dixe rewşek kirêt de, dema wê diyaloka nazik di navbera jin û mêr de, dike hawar û qîrîn û tunebûn.

Wêneya didwan: Serpêhatiya zarokên wê herêma ku rêjîma Sedam bi xaza xerdele pombe baran kirbû. Ev herdû wêne Ferhad bi zimanekî şêrîn nivîsandiye, û tijî wêneyê bedewin digel ku mijar tracîdîye.

Jimara (5)- Hizêran 1992

Di vê jimarê de Ferhad çîrokekê bi navê (Dadmendî) belavkiribû.. ev çîrok çêla pîrekê kurd bi navê Fatê dike, bê çawa ev pîr kêferata jiyanê dike, û ji rewşekê xerab diçe a din, bi kurtî rewşa pîra Fatê di jiyana gelê kurd de nimûneyeke balkêşe, wek problemeke civakîye divêt çareserkirin jê re peyda bibin.

Di wê demê de- sala 1992 -  me wek kovara Zanîn şevên toreyî li darxistin, ên di bin navê “Şevên Zanîn” de , Ferhad rolek baş di van şevan de dilîst, herdem amedebû bo serkêşiya wan şevan…Di kovarê de nûçeyên wan şevan belave û rola nemir têde diyare. 

Jimara (6)- Payîza 1992

Pêşgotinek kurt di bin navê (Çend têbînî) de belavkirbû, tê de nakokiya di navbera nivîskarên kurd ên ku bi zimanê kurdî û erebî dinivîsînin, diyar dike . 

Di eynî jimarê de hevpeyvînekê di gel mamostê hêja Kemal BURKAY li dardixe..

Ji xalên giring di wê çavpêketinê evbûn, ku Ferhad pirsekê jê dike..

- Di “Spartekus” de tu dibêjî:( Xwedêyek me dîlan jî heye, lê te ev nizanî bû, ji ber ku xwedêyê dîlan tune), pirsa min eve: Piştî evê guhertina di zemînê de çêbû, ango piştî “Pirostiroyka” hîn jî tu wilo dibêjî û mesela kurdî xwedî jêre derketine, ango xwediyê wê çêbûne?

Û herwekî pirsek din dike: “Şerê çandî beşek ji şerê azadiyêye” ev gotina te ye di pêşgotinek te de hatiye,  heta çi derecê çand û wêje dikarin evî şerî bikin?

Ji pirsên nemir Ferhad diyarin ku baş li ser kerektêra mamoste Kemal Burkay rawestiyabû… 

Di wê pêle de Ferhad  pirtûka xwe a wergerandî çapkir.. a bi navê (Helbestin hilbijartî) ku ji dîwana helbestvanê ereb Riyad Salih EL-Husên standibû. 

 

Jimara (7)- Buhara1993

Vekolînek hêja ser destana (Zembîl Firoş) belvkiribû, têde gelek jêder bi karanîbûn, naveroka wê di warekî felsefî de şirovekiribû. Destpêkê peywendiya vê destanê bi mirinê ve şirovedike, û dide xuyakirin bê çawa lehengê vê destanê ji mijara mirinê dest bi serpêhatiya xweyî dûr- û- dirêj dike.

Lê Ferhad pêşgotinekê bedew ser mirinê dinivîsîne, tê de dibêje:

 “ Çi mirovê ku hatiye ser riwê xakê, mirin û windabûna ji dinyê zor dibîne û nikare daqurtîne, û zû bi zû, razî nabe, û her merev jî bi sirişta xwe (teb’ê xwe), ji nenasiya piştî mirinê bi saw û  tirese, ji ber vê yekê mirin bûbû barek giran ji mirovan re, ku pêwîstî şerovekirnêye, ji destpêka dîrokê de mirovan xwestin ku rastiya mirinê nas bikin, bi hêvîbûn ku ewê zora wê bibin û jiyanek ebedî ji bo xwe pêk bînin, lê bi ser ne ketin û ne gihan tiştekî ji vê babetê, di pey wê şikandinê re bezîn jiyaneke dîtir û xwestin ku jiyanekê ebedî pêkbînin, çûn bi alî efsane û çîrokan de û di hundirê wan efsan û çîrokan de baweriyên xwe bo jiyanek nû û ebedî pêk anîn. Miletê kurd jî yek ji wan miletane xwedî efsan û cîrokên kevnar û xweşin, ewî jî li himberî mirinê jiyanek nû û ebedî xwestiye, di baweriya min de ku mirin sedemek mezine ji avakirina efsan û dasîtanên lehengan û mirovên tekûz re, û dasîtana kurdî Zembîl Firoş yek ji wan dasîtanên ku heta roja îro, kurd bi awaz û gotinên wê şa  dibin û şevbihêrkên xwe pê dibûrînin.”

Paşt re destana (Zembîl Firoş) deqa ku A.Gernas di kovara (Roja Nû) de belvkiriye dubare dike.

Xala dawî ji vê vekolînê, çêla mirinê di efsanin cîhanî dike û Zembîl Firoş dide ber Bûza yê Hindî û girêdanekê di kêşa mirinê de ava dike ku ev pirosês sedema hebûna herdû destanaye.

Vekolîn digel ku kurte, çend xalin giring di naverka xwe de peyda dike. 

Di vê jimarê de me wek berpirsên kovarê xwest kerktêrekî neberbiçav bi navê (Darkê Hewdelê) avabikin, ser zimanê wî kerektêrî me baş rexnên xwe li nivîskaran dikirin û me xwe jî dixiste refa wan de.. ew rûpel hin caran Ferhad dinivîsandin..

Hejmara xelekên Darkê Hewdelê  (2) bûn.. Ji gotinên wî ên ku ser zimanê

Darkê Hewdelê dihatin gotin: “Tu şekirike loooo”

 

Jimara (8)- Payîza 1993

Çend gotinek bi navê (Gazinek) nivîsandibû, ew jî ser koçkirina seydayê nemir Apo Osman Sebrî bû, dema ku bi lez û bez ji layê hin hêzên kurdî hate veşartin bê ku gelê kurd pê hestbibe. Gotinên Ferhad di vê bûyerê de evbûn:

Çima Apo Osman Sebrî bi bêdengî hate veşartin? Dibêjin:” Mir…, erê mir, Osman Sebrî (Apo), du caran mir, carekê mir û can jê cuda bû, carek dî mir, ji ber ku bê deng û gêjin û bêyî ku Qamişlo biheje…” 

Lê berhema wî a balkêş di vê hejmarê de, helbestek di rûpelê dawî de bi navê (Dayika Min) belvkiribû, têde dibêje:

“ Ji ber ku evîndarim

Xwedî hestên tenik û jarim

Mafê min heye

Ez ji te bim”.. 

Dayika min..

Hêstira nebarîne

Gul bi hemdî xwe

Dibişkivin

Şax di dara xwe de

Zîl dibin. 

Jimara (9)- Buhara 1994

-Çîroka (Çente), a ku xelata duwem stand ,di wê cirîda çîroka kurdî ku Koma Xanî  di sala 1994 li bajarê Helebê (Sûriya) sazkiribû, di vê jimarê de belavkiribû. Naveroka wê çîrokê bi kurtî eve: Serpêhatiya yekî partîzane ku her dem di tirsa polîsên rêjîma sûrî deye, ta di xewnên wî partîzanî de jî ew tirs peyda dibe.

Çîrok ji lehengê xwe destpêdike ê ku bi navê Misto tê naskirin, ku rojekê li  tirênê siwar dibe û hinek belevokên partiya xwe ji Helebê dibe Qamişlo. Misto gelekî li çentê xwe miqateye, digel ku berpirsên wî jê re gotibûn, eger polîs ew çente saxtîkirin û belavok tê de dîtin, xwe lê neke xwedî û mukir neyê. Di tirênê de Misto xilmaş dibe û serê xwe datîne ser çentê xwe û di xew de dire.

Misto  di xewna xwe de dibîne ku çi felek bi serê wî ve tê , ser wî çentî , Misto di xewn de dikeve keferatekê mezin de, bê çawa wê ji vî çentî riha bibe, ji ber ku çavnêr li dû wî ne..

Lê piştî ku tirên dighê sitasyona xweyî dawî, mirovek destê xwe li milê Misto dixe û jê re dibêje: “Birako rabe ser xwe lo, vaye em gihane Qamişlo”.

-Berhema didwan di vê jimarê de, kurtepeyvek lidel serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd re Dr. Ezedîn Mustefa Resûl li darxistibû wek endamê komîta Kovara Zanîn…di wê kurtepeyvê de , Dr. Ezedîn ji komîta kovarê re ezmûna wan di karê Zanînê de pîroz dike, û şanikin girin ber bi çavên wan dike.. 

- Di rûpela dawî de , Ferhadê Çelebî koşeyekê ji xwe re ava dike, û bi (Tu xweş be) nîşandike.. li vir dest bi rexneyên veşartî dike, dema sernivîsa xwe dike (Em Helbestvanin),

bêguman rexneke bi tund li helbestavanan dike, ji gotinên wî di vê mijarê de:

“Ku beşek ji helbestvanên nûjen, nizanin elfebaya kurdî û ti pirtûk nexwendine, dest bi nivîsandina helbestan kirine”.

 

Jimara (10)- Buhara 1995

-Pêşgotina hejmarê dinivîsine, têde çêla Mem û Zîna Ehmedê Xanî dike, çimkî me biryar dabû ku em hevnivîsekê (melefek) di derbarî derbasbûna  300 salî ser nivîsandina Mem û Zînê de li darxin. Di wî melefî de me pirsek ji nivîskarên kurd kiribû ku ew jî evbû:

(Ka hûn çi dikarin di derheqa vê seberatê de bêjin, nemaze eve 300 salin ku li ser nivîsandina Mem û Zînê derbasbûye, Ehmedê Xanî û Mem û Zîna wî ji were çine?)

Ferhad di pêşgotina xwe de şirovedike, bê çawa nivîskarê kurd Mihemed Emîn Bozersalan ew raman di serê wî de meya û şand UNISKO ku sala 1995 bibe sala Ehmedê Xanî û Mem û Zîn, lê mixabin ew pêşinyar nehate pijirandin ji alîyê Unisko ve, lê ji aliyê hemî kurdan çi li Kurdistanê çi li Europa hate pijirandin û gelek çalakî di derbarî vê bîranînê de hatin kirin..

Ferhad dibêje me di koma Newroz de a folklorê kurdî salnameyek derxist, qaba pêşî wêneyê Ehmedê Xanî li ser bû, digel çend malikên wî ên netewî ku di Mem û zîn de hatine nivîsandin ku ew jî evin:

“ Ez mame di hukmeta Xwedê da

Kurmanc di dewleta dinê de

Aya bi çi wechî mane mehrûm

Bilcumle ji bo çi bûne mehkûm”.  

- Koşeya (Tu xweş be), vê carê bi sernivîsa (Ez Rexnevanim) belavkiribû.., têde ser zimanê yekî rexnevan dibêje.. “Vaye min gotarek nivîsandiye, pirtûka filankeso ji hev xistiye”. 

 

Jimara (11)- Payîza 1996

Di vê jimarê de Ferhad gotarek ser helbesta kurdî nivîsandibû dibin navê (Ku milet dûrî helbestvan bibe, kî gunehkare?)

Destpêka gotarê vê wêneya tracîdîk ber bi çav dike.. “Rojekê ji helbestvanekî pirsîn: -Çima tiştên ku nayên fêmkirin tu dibêje? Ê helbestvan bersiv da û got: - Çima tiştên ku tên gotin tu fêm nakî?!”. 

Ferhad di gotarê de dibêje ku helbestvanên me ên ku helbesta nûjen an jî helbesta bexşane dinivîsînin van peyvên rojî didin ber rûwên xwe dema ku mirovek gazinekê an reneyekê li helbestên wan dike.. û ew peyvane kirine hicetek kêmasiyên xweyî toreyî di warê avakirina helbestê de vedisşêrin.

Xalên giring ku di vê gotarê de mirov kare bipelîne evin:

-Gazina gelê kurd ji helbestvanan re, ku çima ew helbestvanane bi zimanekî hesan nanivîsînin!.

-Erkên helbestvan çine? Avakirina helbesta wî, zimanê wîyî helbestî û zanebûna ku di helbesta wî  de peyda dibe..

- A Beya kurmancî, tîpên latînî, di vê xalê de çêla helbestvanên serdema Mîr Celadet dike ku evbûn: Qedrî Can, Osman Sebrî û Cegerxwîn.. û herwiha gazina tunebûna pirtûkên kurdî ên ku bi tîpên latînî nehatine nivîsandin dike.

- Naskirina xesiyetên milet. Ferhad di vê xalê de berhema Qedrî Can dide ber a Cegerxwîn, bê çawa helbesta Qedrî Can a nazik û nûjen tu akam ser milet nekir digel ku tecrûbek nûbû di warê toreya kurdî de, lê seydayê Cegerxwîn di helbestên xweyî kilasîk de destên xwe didanîn ser brîna gelê xwe, û bi zimanekî rewan ji wan re dikir ristik. Ferhad di gotarê de wiha dibêje:

“ Cegerxwîn gelek tiştên bingehîn li ser miletê xwe nasdikir, helbestên xwe bi ritim got, naskir ku miletê wî hez li folklor dike, helbestên xwe nêzî ritmên folklorî danî”.

Li dawiya vê gotarê de, Ferhad xwesteka xwe dide diyakirin ku dibêje:

“ Xwesteka min ji vê gotarê tenê ew bû ku em ji vî miletî ne û tevgera meyî wêjeyî ji berhemên milete, vêca divê ê nivîskar xwe bi jîwarê xwe bigre û xwe di ser milet re çenk neke û êşa xwe binase û zanibe ku ew bi xwe êşa milet û dawî ji ku ê nivîskar durî milet be yan nikari be bighê miletê xwe, û milet jê fêr nebe ma ewê kî gunehkar be?”. 

- koşeya ( Tu xweş be), rexnên xwe li hunermendên kurd dike,..û sernivîsa wê dike (Ez Hunermendim). Ferhad ser zimanê yekî hunermend dibêje:

“ Dema ku Em di pêçekê de bûn, ji dêvla memkên zarokan, diya min pîzpîzka zurnê dixiste devê me”. 

 

Jimara (12)- Havîna 1997

F.Çelebî gotarekê bi navê (Simfoniya Pêncan Yan Eyşana Elî) belvdike, naveroka vê gotarê dewlemende, têde behsa  hevbendiya di navbera helbestvan û gel de dike û têde diyar dike ku ev gotar berdewamiyeke ji gotara wîyî çûyî de, di jimara (11) de,.. lê tiştê balkêş di vê gotarê de ku hin sedemên ku nivîskar dûrî xwendevan dike dide ber çavan, ew sedemên dervî vîna gelê kurd, bi van xalan beyan dike:

a-      Welatên dagîrker ku nahêlin ziman û dibistanên me çêbibin û pêşde herin.

b-      Tunebûna zimanê nivîsandinê û pirbûna zimanên herêmî.

c-      Tunebûna pêmayeke nivîsandî û rekezek ku em pala xwe bidin û li ser şopa wê, zimanê xwe li pêşxin.

d-      Sedema demê, ku ev dema internêt û kompiyoteran e, ku bi rengekî gelemperî mirov dûrî xwendinê dibin ango dem ne dema xwendinêye.

e-      Rewşa abûrî ya xerab ku tenê mirov kar dike bo xwe xwedî bike û xwendin dibe tiştekî ne pêdivî, belê dibe tiştekî terfîhî, ango ne pêwîstyek jiyanî ye.

Herwekî serdemên hundirîn Ferhad vedgerîne wê peywendiya dinavbera nivîskar û xwendevan de, bê ev nivîskar arama xwendevan pêktîne an na!.

Di serencama vê gotarê de Ferhad navnîşana gotarê şirovedike, ew dibêje:

“ Kîjan xortê ku dibêje ez rewşenbîrim, bela li Mozart yan Bithovin yan kîjan kesên jîr di warê mûzîkî de guhdarîyê bike û li strana Eyşana Elî jî guhdarî bike, ewê kîjan bi guhê wî bi hestên wî xweş be? Û çiqasî mûzîkerên me xurt bibin û bikaribin mûzîkên cîhanî tevan li ser piyano pêkbînin, gelo ewê cihê wî di nav miletê wî de hebe wek yekî ku Eysana Elî bistirîne?!”. 

Bi vî hawî em hatin dawiya berhemên nemir ferhadê Çelebî ên ku di kovara Zanîn de belvkiribûn, lê ev nayê wateya ku ev tenê keda vî mirovê hêja bû, çimkî ewî di kovarên dî jî berhemên xwe belav dikir, mîna Gulîstan û Bihar.

Lê berhemên wî ên taybet ku hatine çapkirin jî hene, ji bilî pirtûka wîyî wergerandî a bi navê (Helbestên hilbijartî), pirtûkek wîyî helbestan ji afrandinên wî ne bi navê (Yara Min ) heye..

Herwiha pirtûkên wî ên neçapkirî jî hene.. ku ew jî evin:

1-     Sirsirkê Hesinî ( pirtûka hêja Selîm Berekat a bi navê; Elcundib Elhedîdî ye) ku Ferhad ji zimanê erebî wergerandiye zimanê kurdî û gelek kît ji wê pirtûkê di kovaran de belavkiriye.

2-     Nerînek ser helbesta kurdî, vekolîneke ser berhemên helbestvanên kurd ku di naveroka wan de vedikole , û bingehên avakirina helbestan li cem wan şirovedike.

3-     Kovarên kurdî ên  qedexekirî, Ewî hemî kovarên kurdî ên ku bi rengekî nehînî di hatin belav kirin û bi taybetî di nav kurdên meyî Sûrî de, berhevkiriye û xistiye rengê dukomentekê.

Li vir ez bangekê li partiya wî û hemî kesên ku merqdarên tore û çanda kurdî dikim, ku xwedî li van berheman derkevin û bidin çapkirin. 

Li dawiya vê gotarê bi dilekî kul dibêjim ku tucarî min bawer nedikir rojekê ji rojan ez li ser hevlbendê xwe Ferhadê Çelebî û koçkirina wîyî dawî binivîsînim, çimkî ew ji nifşê me bû, û em li hêvîya dana wîyî mezinbûn ku  di pêşerojan de wê ronî bidîtana, lê qederê ew zû-zû ji nav me barkir, û ew hesrta mezin di dilê me de hişte. Ez çiqasî di derheqa vî mirovî de bêjim kême. Li dawiya van hesretan ji dêvla peyvan reben, qefdek ji gulên erxewanî  bi  wan qijak û balendên ku ana ji welatê Iskendinafya koçdikin û xwe li geremyanên welatên me digrin , hinêrim, da ku wan gulan deynin ser gora Ferhad û jêre bêjin hevalê te tucarî bawernake ku tu mirîyî,  loma ji dêvla gulên zer gulin erxewanî bo te şandine.

 Oslo

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002