Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 

 


Helbest


 

 

 

YARA MIN


Ferhadê Çelebî

I

Tenê

yara min

Sînga xwe

Ji gullan re

           radixîne

Û dibêje ; - Fermo ..

Tenê

     yara min

Sibehekê ji xew rabû

Xwe dîtî çar perçe ye ,

Tenê yara min

Kewên basko-kirî

        bi firê dixîne .

 

II

Xwedê

   nav li hemo

      yaran kiriye ..

Tenê

   yara min

      nav jêre nedî bû

 

Xwedê

     di rewşa xwe de

         giriya bû ,

Çimkî

      ew xwedane .

Û

Nikarî bû navekî

Li yara min bike .

 

III

Yara min

Wisan em çîroka

.. Helebça dizanin

Û bi  Mîdya

     em serbilindin .

 

Perîşan bûn .

Piştî Zêwa

Me bi zarokan

     sûnd dixwar  ..

 

Û piştî çavên

Amûda rengîn ..

Nema

     diçin Sînemê ..

 

Lê ..

Hey yara min

Ji boyî çi  ..?

Em vî qasî

Hez ji Helebça

            dikin ..?!

 

Deng vedigere

Û

Dibêje :

- Ji ber

ku Helebça mêye ..!

 

IV

Yara min

Me ji zarokan bihîst

Ku Kawa

Doza Helebça dike ,

Wê dixwaze bo şahiya

Newrozê li darxin ..

Û şêraniya xwe çêbikin .

*    *    *

Me ji pîrekan bihîst

Ku Helebça

Cilên xwe yî

Rengîn li xwe kiriye ..

Gurzek kulîlkên zer û sor

ji Kawa re

             amade kiriye .

*   *   *

 

Me ji pêşmergan bihîst

Ku Helebça

Kevokên sipî

Li xwe vehewandine

 

Lê yara min ..

Mêvanên wê şahiyê

Berî dema xwe hatin ,

 

Diyariyên xwe şandin

Ji zarok û bûkan re

Ji xort û kalan re

Û

Dest bi şahiya xwe kirin

Û Helebça

Dest bi şîniya xwe kir .

 

V

Yara min

Çima

Ji dayikan

Bêhtir

Hiz ji Helebça dikin .

Û

Nû me dohî

Te naskirî ..

 

Deng vedgere

Û dibêje :

- Guneh ewe ku hûn

       Kurdin ..

 

VI

Bibûrîne

Yara min ..

Dengek

ji dûr tê

Û dibêje :

- Gelo di carên tê de

Kiye bûka Kawa ..!?

Bo şahiya

         Newrozê ..

             li darxine .

 

Bi hêvî me yara min

Ku ezê zuxta dawî bim .

 

24-07 1994

 

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002