Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 

 


çîrok


 

 

 

Keça Pencerê


Çîroka: Ferhadê Çelebî

 

Ji wê dibistana mezin pêve li bajêr tune bû, vêca piştî ku me sala şeşan li gund temam dikir, pêwîstbû ku em li wê dibistanê xwendina xwe berdewam bikin, ji her hêla de zarok li dibistanê kom dibûn, û ji bilî zimanê Kurdî jî em tu zimanên din nizanin bipeyvin, me ji xwe’re digot, ku zimanê Erebî tenê yê xwendinê ye, û wekî din emê bi zimanê xwe biaxivin, evê yekê li dibistana bajêr astengek ji me re çêkir, çimkî biryarek hebû, ku ji bilî zimanê Erebî nabe tu kes bipeyve û yê ku bi zimanê Kurdî bipeyve, ceza wî ku ewê yan deh qirûşan bide û yan felaqakê ji birêvebirê dibistanê bixwe, û hin guh-belên xwe bera nav xwendevanan didin, ew guh-bel jî xweşik bi karê xwe radibin, bi kêmanî rojê du-sê kesan lêxistin dixwarin .

Çîroka min ji vir û ha de dest pê dike, ez û Misto hevalên hevî gundekî ne, ji zarotiya xwe de em bi hev re ne, me her tişt bi hev re dikir, gundî li me matmayî diman ji ber ku tucaran ne xweşî neketibû nav me, ku em carekû ji hevdû dixeyîdin, seatek derbas yan nedibû roja din, û me jibîrdikir ku em ji hevdû xeyidîne .

Piştî ku em ketin dibistana bajêr, riya me ji gund û ta dibistanê wisan derbas dibû, bi taybetî ku dem ber bi buharê yan havînê de diçû, em ji gund dûr diketin pêrgî kera Şemî dihatin, me bi dorê karê xwe yê xortanî pê dikir, carekê ewê, ew bigirta û carekê minê ew bigirta, carna Şemê em didîtin, xeber û sixêf ji mere digotin, em dibezîn û me tinazên xwe bi lingê wê yî lenger dikir, yek caran li me hay dibû, cihê kera xwe diguhert, lê dema ku me dixwest, em li xwe nedheyirîn ..

pişt’re em dihatin nav rezê mala Ehmê, ku tirî heba me dixwar, ku tune ba me tirhê pelên teze radikir û me dixwar, wisan em dighan bajêr, ku me pir tiştên qenc û ne qenc dikirin, lê li bajêr hinekî, em ji wê zarotiya xwe derdiketin û em dibûn wek du xortên navûser ku hêviya ji xwe dikin, hem ji şerma û hem jî ji tirsa..

wisan rojên me xweş derbas dibûn, lê bobelata ku bi ser me de hat, ku seba wê, em dûrî hev ketin, û ji hev cizbûn, keça karmendekî bajarî bû, ew bê xwedî hingî xweşik û nazik bû, vêca em ne bi dilekî dil ketinê .. Belê bi heft dilan, gundî û xwendevanên bi me re hemiya naskirin ku em herdu bi dilin, ji ber ev gotinêd me, di liva me de eşkere dibû, emê bi hev re derketina ji gund û me pesnê wê dida ta em digihan zikaka mala wan, me herdiwan li hendamên xwe binêriyan û me pêlava xwe ji tozê yan ji heriyê pak bikira û emê di ber mala wan re biçûna, min li ser porê wê digot , Misto li ser bejna wê deng dikir, minê li ser bejna wê bigota, ewî li ser tiştekî din bigota, her wisan, me bi pesnan ew ji hevdixist û dema ku em li ser wê dipeyivîn, ku hineka li me guhdarî kiriba ewê bigotina :

- Heman evana li ser Fatima Salih Axa yan li ser Sîbil Can -a van rojan- dipeyivin, û tu hal bikira .. ku keçek gelekî normal bû, û ne ji xweşikan bû, lê xuya dibû ku em di temenekî lê rast hatin , ku li pêş me pir şêrîn û xweşik dibû .

Di pêşî de, em lê ne-fikirîn, ku ev keçika wisan nazik û şêrîn, wisan xweşik, bi kê ji me re dikene?, yan ji bo kê ji me dikeve pencerê ..?, gelo bi min re dikene yan bi Misto re, her ku dem derbas dibû, bêhtir em bi vê bê xwediyê ve dihatin girêdan, ta ku rojek hat û me li hev teqand, min bi hîl-bazî ji Misto re got :

- Misto .. tu dizane ku îro keçikê çavek da min..?!

Misto dizanî bû ku ez ne rast dibêjim, ewî jî xwe ji babetekî wisan re amade kiribû .. yek nekir dido û got :

- Ma ne dema te xwe daqûl kir bo tu pertûka xwe rake, destê xwe ji min re hilda .. wek ku dixwaze silavê li min bike ..?!.

Di dilê xwe de min got { berde e e.. } û bi sistî wek lavan min jê kir û got :

- Misto tu xweş dizane ku ev keçik ji bo min derdikeve û tê ber pencerê, û tiştê ne pêwîste ez bêjim jî û tu dizane ku bavê min gelek caran diçe û tê bal bavê wê, sê caran em çûne mala wan .. bavo ..?!

Ewî ev derewa mezin ji min re derbas nekir, bi hêrs li min vegerand û got :

- Tu zanî Weysî, ku ev keçik ji bo min derdikeve, û ne ez bama, te bi çavên serê xwe ev keçik ne didît, ji ber di van pêlên dawî de, min nameyek jêre rêkiribû, û ewê li min vegerand, û hizkirina xwe, ji min re eşkere kiriye – min ne dixwest ez bêjim – deh carî jî min re gotiye : - Ew kî bi te re ye ?, dev jê berde û bi tenê di vire wer, lê min negot, û ku tu ji min bawer nake, hava ye nameya wê .

Ez hinekî ketim şekê de û bi cizbûn min got :

- Ku tu derewan nake, ka nameya wê nîşanî min bike ..? .

- Erê .. ji bo, tu min û wê bike pizka ser zimanan ne wisan ..?!

Em gîhan dibistanê, lê evî bê bavî agirek berda nava min, tucaran venamire ..

Pêşî min gotinên wî bawer kirin, wisan min dixwest tola xwe jê hilînim, hema rabûm li dibistanê min yekî guhbel di dît, û li pêş wî .. bi .Kurdî ez bi Misto re dipeyivîm, ewê me bibirana bal rêvebirê dibistanê, minê deh qurûşê xwe bida, û Misto lêxistin bixwara, herroj minê wilo lê kiriba, ji ber bavê min, ji bavê wî zengîn tir bû, ê min, min deh qirûşên xwe didan, ewî lêxistin dixwar, ta ji qehra re dev ji dibistanê berda û nema min ew didît.

Lê ê min .. her roj ezê biçûma zikaka mala keçikê, carna min ew didît li dûr dinerî û carna ez pêhest dibûm ku li min dinere, min destê Xwe jêre bilind dikir, me destê xwe di ser pêş-anîka xwe re dibir ango min îşaret dida yê, lê ewê tu bersiv nedida min, ez bêhtir ji Misto ciz dibûm, min ew keçik didît weku Misto talanê min biriye ..

Oda ku min li bajêr kirê kiribû, bêriya min dikir .. tenê dawiya şevê ez lê vedhewiyam,  sibê ta êvarê ji zikaka wan ne dihatim, min di dilê xwe de digot : Çawan Misto ev keçik ji min standiye .. wisan dema min derbas dibû .

Rojekê ez di xewde, şingînî ji derî yê min hat, şiyar bûm û min dî ku Misto ye, dev li ken, xwe avêt hustê Min, bi rastî min jî dixwest wî himêz bikim, bi dil vekirî ji min re got :

- Ha Weysî ka te û keçika xwe çawa kir ..? bi rastî min derew li te kiribû, ji ber hayê Keçikê ji min tune bû, ez çend caran bi tenê di ber mala wan re diçûm, ne ma li min dinerî, hema li dûr dinerî, min naskir ku li benda teye ..

Ez di dilê xwe de payedar bûm, û hinekî kêfxweş bûm, min lê vegerand û bi bawerî min got :

- Nav me .. başe, ezê nêzîk bême gund, bavê xwe bînim û herim wê bixwazim ..

Çend roj derbasbûn, bavê min û çendek ji xuşk û birayên min hatin û em li mala bavê wê keçikê bûn mêvan, bi rastî bavê wê, hindekî matmayî ma, lê min zû bi zû ji wan re got û nuquçand, ka jêre bêjin:

- Em hatine ser cila we, mervantiya we dixwazin û keçika te, ji vî lawikê xwe re bînin ..!!

Hîn bêhtir bavê wê, di matbûna xwe de çû, lê dema ku dît bavê min çê li wê keçka wî dike .. bi sistî got :

- Bavo bi xwedê tu keçikê minî bibin jin, ji lawikê te re tune ne, keçek min tenê heye, ew jî kor ji diya xwe bûye, û weku tu dizane nikare bibe jin ji lawikê tere ..!! .

01 – 09 – 2002

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002