Keça
azariyê

Ferhadê Çelebî
Bi tena xwe
Ber bi mirinê ve diçim
Li pişta dengê xwe siwar dibim
Li ser lêvên berfê
Dîlana zorba saz dikim
Asîman diçirînim û baranê bi lêv dikim
Bîna êşê ji bêdengiya min difûre
Keça azariyê.....
Derbasî awazê dilê Min bibe
Min ciz bike
Min şaş bike
Min tewş bike
îniya xwe di çavê min de pêxîne
ev e... ev e beyebana te di sîtava peyakî de
ji bêdengiya xwe were xwar
bila zikzik bihna xwe berdin
bila dar bêne neqişandin
bila çîçek bikenin
bila pîçiyên min nimêja xwe li ser laşê te berdewam
bikin
û yezdan dîlanê bike .
Keça azariyê..
bi pençên kîjan mêkewê
berf tê bijartin?
her ku agir nêzî berfê dibe
dijwartir dibe..
li hev rasthatineke asayê di demeke bi gincir de
wisan got...
û pala xwe da şikandina sedefan
û perdeyên meyî û bihntengbûna neynikan
û bi hatina pelan re, helbest giriyan û gotin
bila tu ji hina din re be
bila mirov tev xewnan bi te bibînin
Keça azariyê....
gelo ma tu navê min bi lêv bike
ezê serê xwe ji tere biçimînin?
yan ezê bi bermayê koçeriyê di xwîna te de bikenim
yan ezê bibêjim hîn gotin
birçiyê tîpan navê te ne
û tu nizane ku:
Gorek di nav gotinên min de!
Gulîstanek di asîmanê min de!
Evîndarek di helbesta min de!
Alek di welatê min de!
û ez belavim li her cihî
dilekî bê xwîn.......
yara min...
tirej.com