Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 

 


Gotar


 

 

Di derbarê cilrojiya Ferhadê Celebî


Arsevê Oskan

 

 

Kêlîkeke pir giran bû, dema Sirwanê Hacî Berko ji min re sms şand, ku helbestvan Ferhadê çelebî çûye ser dilovaniya xwe, wekî deh deqeyan, sar sekinîm.. min kir û nekir, min nikarî bawer bikim, ku mirovên wisa dimrin, heyanî ku min telefon ji Sîrwan re vekir û min jê re got qey tu tenaziyên xwe bi min dikî ??!!....

Bi rastî, min xwe ji vê nûçeyê re amade nekir bû, kêlîkên wisa pir zora mirov dibin, tevî ku rojê bi hezaran mirov jiyana xwe winda dikin, li cihên curbicur, lê taybetiya vê jan û şewatê ji têkiliyên rojane tên bawer dikim, yan jî ku te berhemên mirovekî xwendibe, wekî ku tu wî nas dikî, ew jiyandina bi giyan ve, girêdaneke mezine ji bo naskirina mirovekî, lê ne te ev, belê ji despêka di despêka salên notî de, min Ferhad naskir wek hevalekî pir ji xwe nêzîk, bi her awayê jiyanê, ji despêka ku wî û mamoste Ebdulbaqî Huseynî bi hev re govara Zanîn diweşandin, ji ber ku govara wan ya yekemîn serbixwebû, dikarîbûn beşeke mezin ji nivîskaran himêz bikin, ev bi serê xwe karekî pîroz e ..

Her çû girêdana me bi hev re xurtirbû, bi taybetî, dema ez ketim komîta rêvebir ya govara Gulîstan, di sala 1993 an de, wê demê Ferhad di komîtê de cî digirt, her mehê du caran em li hev kom dibûn, û me berhemên gulîstan amade dikirin ....

Piştî sala 1995 an û vir de, bi giranî Ferhad, li ser helbesta kurdî disekinî, tevî ku xelata yekemîn di çîroka Kurdî de qezenc kiribû, çîroka bi navê (çente), ji aliyekî din ve jî herdem dibû sergovendê şev û herîcanên helbestan û bi şanazî pêkêşvanî dikir, bi canekî sivik û dilovan ...

Dema ku nivîskarên kurd li bajarê Qamişlo li hev civiyan, dîsa jî ew serkêşê wê civata pîrozbû, di sala 1997de ez û Ferhad û Rûyarê Amedî û Mihemed Şêxo hatin hilbijartin ji bo rêvebiriya festîvala helbesta kurdî, ji aliyê hemû nivîskaran, Ferhad wek dilsozekî ji me hemiyan bêhtir li ber barê xwe radiwestîya û rojekê jî, dilê xwe ji kesî teng ne dikir, ev jî ji mezinbûna dilê wî bû ...

Gelek caran, me çalakî û şevên helbestî li gund û bajaran çêdikirin, bê dudilî li erebeya xwe ya Sikoda siwar dihat û bi çend hevalan, di gaziya me de dihat, çi dûrba çi nêzîkba.. li Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Hisiça, Amûdê, û gelek caran li gundan.. di gel ku her dem li dermanxana Rojîn dewam dikir, her carên ku ez diçûm Qamişlo, min komek nivîskar û hunermend li wir didîtin, bi hêsanî dikarîbû bibe qomika rewşenbîrên kurd li Qamişlo ... yên wek: Seîd Yûsif, Deham Ebdulfetah, Ebdulbaqî Huseynî, Konê Reş, Mihemed Şêxo, Helîm Yûsif ... û gelekî din .

Di sala 2002 an de, dema ku ez bi grûpeke nivîskar re çûm Kurdistanê, nemir bi grûpeke berî me re çûbû serdanê, bi 15 rojan bawerim, li wir jî hemû rewşenbîr û nivîskar bibûn aşiqê dîtina wî, ku wisa bi lez dihate hezkirin ....

Di sala 2001 an de, dema bihîst hinekî tendurstiya min lihevket, hate serdana min bi çavin tije hêsir, û hêdî hêdî di ber dilê min de dida û ji min re digot: Netirse kekê Arşev mirin bi ciwaniyê nikare, bi dilê xweyî evîndar emê mirinê bitirsînin, lê mixabin ........

Mîna bilbilekî deng xweş, helbestên xwe û yên Cegerxwîn dixwend, te digot qey hemû evîna jiyanê li dilê wî hatiye pêçan, û herdem bi navê helbesta xwe (Yara Min) dilorand û dinaliya, li Qamişlo, li Efrînê, li Kobanê pesindarê yara xweyî xemrevîn bû, lewra ku navê pirtûka xwe kir (Yara Min), wekî dizanim ku ew pirtûk li Dirbêsiyê ronahî dît, ji hêla hevalê me Ciwanê Abdal, di sala 2002 an de....

Bi taybet, dema ku li ser gora seydayê mezin Cegerxwîn helbestên wî dixwend, dikira Cegerxwîn ji gora xwe veciniqe û rabiya, bi wê evîna xweyî sermedî hişyar bibe, lê dîsa jî çendî li ser vî hevalê jîr û şareza bibêjim.. dawî nayê, ji ber ku jiyana wî bûbû perçak ji hestevaniya kurd, tenê dikarim bibêjim di rêza yekemîn de cî digirt, di nav hezkir û çalakvanê wêjeya Kurdî ...

Lewra.. ziman û çand û helbest û helbestvan jî, îro xemxurê koçkirina dawîn in, hestê me li jiyanê germ dikir, lê çima wisa zû ev sitêr vemirîn ez nizanim ??!!. Ne dema vemirandina sitêrên wisane, ku hîn şev perda xwe li ser asîmanê me vegirtiye, gotin îro xemgîne, helbest dilmeste, bi guleke girnijî.. wek wî devê tey ku herdem li ken, pê hestê evîna te hişyar dikim, diyarî giyanê teyî pak û dilovan kekê Ferhad, tê di dilê me de her bijî  .

 

Sozek Beravêtî

çima hevalo

Ma te nego

Kî ji vir barke

Ewê xatirê xwe bixwaze

Û çend kêlîkan li çavên hev bimeyzînin

Ku dîmenên dilsoziyê

Li newalên hêviyan bikêsin

Lewra îro ez li dûv karwanê te dinalim .

 

Tu dizane tenêtî

Dilê mirovên evîndar

Bi sertîreke sor didoşe

Bi destê kêlîkên bê dil

Dema tu jî li dûv karwanekî ma

Te gazinên lerizok

Li ser lêvên xwe direqisandin

Ez jî li dûv te wisa dilerizim .

 

Barê me girane û rêça me dûre

Wisa bi lezgînî li bahozeke

Payizî siwarbû û firiya

Em jî rojên bi te re

Mîna kulîlkan bêhn dikin

Li wêneyên te

Keriyên poşmaniyê diçêrînin .

 

Li ser gora Cegerxwîn

Te helbestên evînî hişyar dikirin

Te festîvalên helbestan

Dikirin govendên şahiyê

Ma kiyê piştî te bibe sergovend

Û îro kiyê bibe sergovendê te

Di vê payîza dilsar de

Ku pelên daran diweşînin

Wisa pelên dara te jî weşand .

 

Ma koçikin wisa hêsane hevalo

Ma jiyan ne wek xulmaşiya helbestekê ye jî

Yan çîrokek xelatkiriye

Mixabin te çîroka xwe

Li ser kaxezan nîvco hişt

Û te guhdarên xwe şad nekirin .

 

Temenê xweyî ciwan

Di xeweke giran de lorand

Ma ne me soz dabû hev

Ku mirin bi ciwaniyê nikare

Bi evîna dilê xwe emê mirinê biwestînin

Evîn dermanê jiyanê

Di sînga xwe de vedişêre

Û mirinê jardadayî dike

Lê te soza xwe xwar 

 

De bila roj binalin

û helbest binalin

û min jî di ber pêlên xwe re

Serûbin bikin ......

 

Di roja koçkirina hevalê min, Ferhad

31 – 10 – 2004 .

 

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002