Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 

 


Gotar


 

 

Qurana wergerandî
Yan  guherandî?!!

Jan Dost

Rexneyek ji tekstên  Hussein Muhemmed re

 

Wergerandin  di  wêjeya  milletekî de tê wateya jîndarîya wî milletî û dewlemendîya wêjeya wî, çi ku di rêya wergerandinê re  ziman zengîn dibe û hêza zimên  tê xuyakirin,  ew yek jî  li ser milê kesên ku bi wergerandinê radibin dikeve. Ji ber vê yekê  di bawerîya min de   wergerandin ne hêsantirîn xebateke wêjeyî ye  weke ku hinek  guman dikin, berevajî wê   zortirîn  xebata wêjeyî ewe yek berhemin ji zimanekî xurt û xwedîlêderketî wergerîne  zimanekî dî. Min wergerandina birêz Hussein Muhemmed xwend û bi rastî dema min dît  ku wergerandina Quranê ye,  ez seyr mam  û min got  gelo êdî  em dikin wergerandinek  bi rêk û pêk bibînin  an na, min dilê xwe xweş kir û kovara Mehname vekir ya ku ew wergerandin mîna  diyarîyekê pêşkêşî xwendevanên xwe dike.  Bi rastî ez bi kêfxweşî çûme  jivana vê gava cegerdar û bi hêz( wek  ku dihate xuyakirin)  lê dema min hinekî  xwend   min dît  çi bi lez û bê guhdan û lêvegerîn  yan jî  nezanîya  bi zimanê Erebî ,, hela  tu zimanê pîroz yê Quranê  li alîkî deyne,, hatine nivîsandin, ev wergerandin  tevî  ku mirov divê  xwedîyê wê  spas jî bike   ji bo avêtina vê gavê, lê  di nerîna min de   di hundurê vê gavê de hin cinayet  hene  derheqa  zimanê kurdî de li alîyekî û derheqa Quranê de li alîyekî din. Em înakâ ekemîn bêjin, di wergerandina bismillahê e ku bi Erebî wehaye: bismillahirrehmanirrehîm. Wergêr  navê xwedê yê Rehîm yê bi wateya  dilnerm û dilovan kiriye  Cegerdar!! Ev cegerdar  bi xwe  gotineke  ji vê dema  me ye  yanî  temenê wê  naghê sed salî, ji du peyvan pêk tê  ceger  bi wateya  kezeb ê, û dar  bi wateya  xwedî  weke  paşek a  van  di peyva  nêçîrvan  de,  bi vî awayî wateya Cegerdar dibe  xwedî ceger, weke em dizanin  xwedî ceger  ew kesê  dilêr û dilawer û  netirs e, belkî  di hin wateyên xwe de jî kesê  bêrehm e  berevajî  mebesta  wergêr  ji  peyva bihevxistî Cegerdar e, mînak: yek berxekî digurêne yê dî  dipirse: hey malmîrat  çawa cegera te hebû  te ew berxik  gurand!! Di sûretê Elfatihe de ango destpêka Quranê wergêr gotina Elàlemîn bi peyva Gerdûnê  wergerandi ye,  gerdûn jî nayê wateya ElAlemîn, dibe ku gerdûn çerxa felekê  û cîhan be, bes Al alemîn peyvek e wateya  wê komên hebûnê ne, xelk û erd û ezman û lawir  û cin  û hwd... Di sûretê  Elnas de( mirov) werger xwe di ser peyva Xennas ya di wî sûretî de tê, qevaztîye û wergerandina xwe weha  seqet  hiştîye. Di sûretê ku werger  nav lê kiriye Berspêde de, ayeta ku dibêje ji xirabiya wan yên pif dikin....  ew  bi xwe  yên  pif dikin girêkan  û sihran  dirêsin  jinin  weha jî di Quranê de hatîye  werger jin di wergerandina xwe de ne anîne meydanê, ango ne diyare yên pif dikin jinin yan mêrin,  di  Quranê de elneffasatî fîl uqed  e yanî jinên  ku pif dikin girêkan!! Di sûretê  ku navlêkiriye Bawerîya pak de li şûna gotian Semed  a Quranê  herheyî  danî ye,  wateya  Semed  ew  e:  xwedayê ku  bi xwe  û bê alîkarîya  tu kesî debara xwe dike. Di Sûretê navwergerandî  Bizîng  de  ayeta çaremîn Quran dibêje: jina Wî ya êzinghilgêr, ango jina Ebû Leheb apê Muhemmed  Jina  êzinghilgêr,  ew jî leqebek  li wê jinikê  hatîye kirin  ku  di pirtûkên jînnameya  Muhemmed de  tê nivîsandin ku vê jinê  Mehemmed diazirand  û  êzingên  stirî  û dirkê  li rêya wî  û ber derîyê wî datanîn, lewma jî  bû sezayî wê leqebê  di Quranê de,  li vir dixwazim  bala  werger bikişînim  ser  xaleke  girîng  di  wergerandina  pirtûkeke  pîroz  mîna  Quranê de,  ji ber ku  hin  ayetên  wê hene  ji derve de  diyar  xuyane    eger bi kûranî diçî  dinêrî  wateyeke din heye,  yên ku Quran bi erebî wate kirin  û şirovekirin  gotin  ku  stûnekî  giring di fehmkirina  Quranê de heye  navê wê jî sedemên  daketian ayetan  li ser pêximber,  bi erebî  dibêjinê Esbabunnuzûl ,  îcar  bêyî  naskirina  wan sedeman  ne mumkine  tu  tenê  li ayetê  binêrî  û şirove bikî  yan wergerînî.   Bi vî awayî  wergerandina  werger ne di cihê xwe de bû  yanî    jina  Ebû Leheb  ne roja  dadkirinê  yan  qiyametê barê êzingan bîne  bi  ser mêrê xwe da ke  !!!  Ev bûn çend nimûne  ji  şaşitîyên ku birêz Hussein Muhemmed  nikaribû  ji wan bifilite û  her weha  ew şaşî  berdewamin di  wergerandina  sûretên mayî de jî. Ez  bi xwe wergerandina Quranê  ji bo  wêjeya  Kurdî  karekî  girîng  dibînim,    ew  kar  divê  bi salan jêre dem  were  veqetandin û gelek kes alîkarîya hevû du bikin da ku  di encamê de deqekî weşik  û spehî  û  şayik û  hêjayî  zimanê  Kurdî  were meydanê.

 

 

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002