Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Keskesor


 

 

Serpêhatiya Nr (1)

 


Arşevê Oskan

 

Min xwest bi çend xelekan, jiyana kesên me li Ewropa zelal bikim, bi şêwekî cuda, ne giringe ku hemû bûyer rast û durist bin, lê dibe ku ji bo giringiya nivîsê, hinek guhertin pêk werin, dîsa jî dibêjim bingeh heye...!!! . Jiyana li Ewropa mîna derya ye, kesên ku nizanibin avjeniyê têde bikin, ew ê bêne daqurtandin û bifetisin, herweha winda dibin, heyanî ku bi çavan jî tu nikare wan bibîn e, dibe ku serpêhatîk ji wan ya tebe xwendevanê hêja ......

 

Serpêhatiya Nr (1)

Ji Ermenistanê me, carnan bavê min digot em Kurd in û carnan jî digot em îzîdîn e, lê bi xwe ez di wê navberê de mam e, hingî ji me re digotin Elmaniya bûye buhişta vê dunyayê, xanî û pereyan didin mirov, ku tu karbikî yan bê kar û barbî, lewra min jî wek hemû xortên gundê me, zû biryara zewacê da û bi destê hevala xwe ya piçûk û çav girtî girt û berê xwe da Elmanya…

Di binê xaniyên xerabe û kevn de, tenê pîr û kal, ji derd û xemên xerîbiyê re derdan dilorîn in …

Ez nabêjim çawa û bi çi rengî hatim, lê dema ku ez gihame Elmaniya, wekî kiroşkê bejî û tu wî berde nav bajêr, hemû kolan li ber çavên min teng bûbûn, sê mehan li cem mirovekî xwe mam û min serê wî û hevalê wî bi xwe re gêjkirin, da ku min hinî çend gotinên Erebî bikin, û navên çend gundên Qamişlo bi min dane naskirin, wek ku çawa şagirtek diçe emtîhanê û wê pasportê bidestxîn e, çîroka min çêkirin.. ku çawa Ereban pezê min talan kiribûn û li min jî digerin ku min bikujin, ji ber ku min serê Erebekî wan şikand ……..

Lê hesabê sûkê û malê li hev derneketin, min tiştek amade kiribû û dadmend pirsin din ji min kirin, devê min li ber wî herbilî, min nema navê xwe yê nû dizanîbû, min çawa avêt, ew li pêşiya min sekinî, yeqîn çîroka min û Eliyê kin wek hev derketin, ji xwe dema pereyên Sûrî derxistin pêşiya min, min berê xwe guherî û min got ez pereyan nasnakim, yeqîn Elî jî wisa gotibû.. ku pere hemû li cem dayika min diman û ji pez pêve min çi tişt nediye ….

Nanê sosyalê têra min dike, carê li banhofê (rawestgeha tirênan) bi reşî pilêtan difroşim, ango ji rêwiyan pars dikim û bi nîvê maf didim rêwiyên ku wê siwarbin, heyanî nuha, du caran kontrolê ez girtime û navê min standine, lê her ku min dibînin, ez ji ber wan bazdidim û xelkên rêwî ji ber min tîş dibin ….

Piştî salekê bersiv ji dadgehê ji min re hat û îlticaya min nehat pejirandin, lewra min doza xwe da parêzerekî Elman, li wî jî vegerand in.. ku ev ne kurdê Sûrî ye, me dengê wî tomar kiribû .. ew ji kurdên Rûsiya ye, çi pisgirêkên wan yên polîtîkî tune ne .

Lê dîsa jî jiyana me ji aliye peran de pir başe, ne kar ne emel û her serê mehê, em peran ji wan distînin, ji xwe xaniyê ku dane min, ji yê mûxtarê gundê me jî xweşiktir e, ji bilî ku hemû deman bê perene, lê tiştê ku hatiye serê me, ku rûmet ji meran re tune ye li vir, tu nikare ji jina xwe re bibêje quzelqert !!!!! …

Her mehê carekê telefonê ji bav û diya xwe re vedikim, em têra xwe bi ser hev de digrîn . Di vê dema dawiyê de, ez bala xwe didimê ku çend xortên Ermenî li vê hayima me .. carê bi şev diçin diziyê, her şev diçim şevbuhêrka wan, perenî baş qezenc dikin, ka binêrim bê ez çi bikim ???.

 

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002