Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Helbest


 

 

BARKIRINA BARKIRÎ


BÊKES REŞÎD

 

Min ne diva xwestinên min ne ji min ba

Min zanîbû perçê mezin ji hêviyên min

Di şeş hêlan de dixebitîn

Geh dibûne pût û diherifîn ... û

Geh dibûne tîrin bi gelek seriyan

Êrîşî min dikirin...û

Geh jî dibûne lêvegerin bo goşeyên hiş û hinavên min

Awira min bi hûrbînî hundur diqewart

Bêyî ko biêşe

Li dîmenê mandeya wî dişemitî

Tim bi girêzeke reş û lêl li sînga min vedigeriya

Tiştên nebûyî dianîn veşartinên min

Sîkên min bi qarewar dihiştin û digot:

Ez yek ji pêşewayan im

Seqayên sirûşan diafirînim

Eger bimînim wê çi ji rûpoşan were?

Dayika min

Sêwiya sirgûnkirî

Rabirdû bi hemû şewata xwe lê vegeriya

Bû sêwiya du lawan

Di vî çaxî de

Ev çaxê ne weke ti çaxan

Demên weke hev digihîjin hev

Ev cara yekemîn e ko dem têne kurkusandin

Ev çi demên biyan in?

Ev ji riwê kî ne?

Ji çi deman beşqe dibin?

Yên kî ne?

Ji bo çi ne?

Demên wilo nabin yên welatê min

Riwên avahiyên vî bajarî

Mîna niyazên dayika min piyên firiştan dipelînin

Tu dibêje berberiyê bi ezman re dikin!!

Ji nû dîlê di vî bajarê dorpêçkirî bi nifirên pêlan

Di derûna xwe ya windayî de noq dibe

Gelo xweda di gerdûna xwe de

Peyxemberekî xwe bê maf hiştiye, yan ji bîr kiriye?

“Meryem” li ber piyên “Îsa” tê xaçkirin!!

Herdu ezman in

Serê “Yohenna” hê jî tê diyarkirin

Ey qatên hemû raman û baweriyan

Ey hemû rewanên xwekuştî

Ey ne ez

Ey hûn û ez yê tevav

Ey netişt û hertişt ( ey Xweda ):

Ji dîlbûna sînoran bang poşman dibe

Ji bizdandina bêsûdiyê enî diqermiçe

Ji egerên ji qederê reviyayî şûn têne vewejartin

Bêjeyên hilbijartî ji dilên avis diherikin

Dêrîn tenê ma!!

Pêwîstiya letwanê ma!!

Şêraniya windayiyê ma!!

Û gelek tiştên din jî

Ji wan

Sêdarên nîgaşên min ... û

Firindeyên ko  sembola azadiya min

Herdem li hember rêjîma rewanxwer diçikîne

 

10 - 10 2004  ISTANBOL.

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002