Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 

 


Keskesor


 

 

Agahdarî li ser bîranîna sedsaliya


Apo Osman Sebrî

1905-2005

 

Dara azadî bi xwûn û xûydan tête avdan

Çandiyê wê bi navê leheng her tête navdan
                                      Osman Sebrî, 01.03.1972

Xuşk û birayên hêja,

Banga me berê li ser Apo Osman Sebrî belavkiribû, kete destên gelek mirovan û piştgiriyeka mezin jê ra hate nîşandan. Bi dilxweşî û serbilindî em mizgîniyê didin we, ko ew gihişte armanca xwe.

Mixabin ji ber derfetan me nikanîbû bigihiştana hemû welatparêzan, lê dîsa jî di demeke kurt da (di dema çar hefteyan da) 228 îmze ji hemû beşên Kurdistanê û ji gelek pîşe wek nivîskar, helbestvan, hunermend, rojnamevan, mamoste, bijîşk, muhendiz û rewşenbîrên welatparêz gihiştin me.

Ev yeka diyar dike, ko gelê kurd bi çavekî bilind li têkoşerê xwe yê nemir Apo Osman Sebrî temaşe dike û bîranîna sedsaliya wî erkekî dîrokî ji xwe ra dibîne. 

Êdî, xuşk û birayên hêja û welatparêzên dilsoz, çi li welat û çi li derveyî welat pêwîste em hemû di vî karê pîroz de beşdarbin û ji xwe ra bikin armanc û wezîfe, ko sala 2005an wek sedsalîya Apo Osman Sebrî bi çalakiyên rengîn pîroz bikin.

Li Berlînê welatparêzên kurd dixwazin beşdarbûna xwe di van çalakiyan de bi şêweyê jêrîn amade bikin:

1-Rêzek sêmînar (şirove û lêkolîn)

-Jîyana Apo Osman Sebrî

-Xebata wî ya siyasî

-Bîranîn

-Çîrok

-Helbest

-Ziman

2-Nîşandana wêne, dîya, fîlm

3-Şahiyeka folklorî

Li gel silav û rêz

Rewşenbîrên kurd li Berlînê

Berlin, 08.07.2004

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002