Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 

 


Hevpeyivîn


 

 

Cegerxwîn…Cegerxwîn…Cegerxwîn
Roj
hilat..Roj narî ava


Cegerxwîn

Amadekirin: Malpera Tîrêj

Bi helkeftina 20 saliya koçkirina Cegerxwînê nemir, malpera Tîrêj sê pirsan di derbarê helbest û toreya Cegerxwîn de, ji nivîskarên xwe dike. Da ku hun gelî mêvan û xwendevanan bêhtir li ser Cigerxwîn bizanibin. Nerîn û dîtinên curbecur di nav perûbaskên bersivan de hene, bersivan bixwînin û Cegerxwîn ji nêzîk de nas bikin. Cegerxwîn yê ku di  22,10,1984an de koça dawî kir, lê li dûv xwe helbest hişt, li dûv xwe hun hiştin da ku hun wî bixwînin.
-Bersivên nivîskaran li gor tîpên navan û alfabeyê hatine bi cih kirin.

 

Pirsên malperê

1-Rola Cigerxwîn di helbesta kurdî de çiye?
2-Gelo merov dikare bibêje ku helbesta kilasîk li ba Cigerxwî bi dawî hat?
3-çima û ji bo çi ewqas nav û dengî bi Cigerxwîn ket?, di nav kurdan de, ku Cigerxwîn ne di wê demê de bihata jiyanê, ma dê ew nav û dengî pêketa? û çima Cigerxwîn nebû helbestvanekî cîhanî?

*       *       *

Can Kurd

Bersiv-1: Bo bersivdana vê pirsê, divê mirov wilo ji xwe bipirse: Gelo, hîn kê ji Kurdan helbestên Cegerxwîn ne xwendine an ne bihîstine? Cegerxwîn di nav Kurdan da destpêkek duwemîn e bo helbestvaniyê, paşku Ehmedê Xanî, Feqê Teyran û Melayê Cezîrî destpêka yekemîn bûn. Bi Cegerxwîn re wateyek nû hat nav helbestvaniya kurdî. Bêguman kesin dî berî wî an di dema wî da hebûn, wek wî helbestvanin mezin bûn, lê belê Cegerxwîn helbesta kurdî derbas kir qonaxek dî.. Bi pirbûn û hêzbûna helbestên xwe, bi derxistina helbestê ji nav mijarên klasîkî û bi kirina helbestê wek tivingekê di destê gel da ji bo azadiya xwe ya neteweyî.

Bersiv-2: Bi dawîkirina helbesta klasîk em terzekî hêja ji çandeya xwe winda dikin. Eve ne serketine. Helbesta klasîk pir xweşik û giranbiha ye.. Hema şaristanî bi xwe re hinek şêweyên nû ji helbest û bêjevaniyê pêda dike, Cegerxwîn jî di demekê da hat, ku ev şêweyê nû ji helbestê li teviya cîhanê belav dibû. Cegerxwîn bi xwe ne dixwast, ku dawiya helbesta klasîk bîne, lê em dikarin bibêjin, ku ew dawîtirîn klasîkvanên kurd in mezin e, wî jî ev bi xwe digot.

Bersiv-3: Cegerxwîn berî her tiştekî bi zimanekî asan, zimanê gel nivisand, seriyê xwe danî bû ser sîngê gelê xwe û di xewn û xeyalên întelektuelî da ne dijiya. Ew û kêşeya gelê xwe bi hevdu ve hatibûn zemirandin, ji hev ne dibûn. Tiştê dî ew bû, ku Cegerxwîn di dema serhildanên mezin da, di sedsala hilgavtina neteweyî ya gelê Kurd da jiya û kete nav xebatê, ne got: “Ez helbestvan im û divê ez di mala xwe da servehesiyayî bijîm û binivîsim.” Ne xwast wê derewê li xwe û li gelê xwe bike. Mixabin! Pir kes hene xwe wek mezintirîn helbestvanên cîhanê dibînin, lê xwe tev li xebata neteweya xwe nakin, xwe wek altêrnatîva tevgera neteweyî dibînin û dizanin. Cegerxwîn hem endamê partiyekî bû û hem jî qelemdarê wê partiyê bû û helbestên xwe jî di ber xebatê re vedihûnandin.

Bêguman gava Cegerxwîn di demek dî da hatiba, dibe ku hîç wilo neba, dibe jî ew nebûya helbestvan..Helbestvanî bi jînê ve girêdayî ye, jîna Cegerxwîn jî talî û zêwirî, belengazî û kefteleft bû, teviya rewşê li çarexên wî ew hilda wê qonaxê.

Cegerxwîn hozanvanekî mezin e, lê bo çi ne bû helbestvanekî cîhanî gelek eger hene, ji wan: di dema, ku wî dinivisand, helbestên wî ne dihatin wergerandin bo zimanên dî. Ya dî ewe, ku dij bi gelê Kurd pir çember di ramyariya cîhanî da hatibûn danîn, li ser Kurdistanê tariyek hebû, ne çepan û ne jî ên rast dixwastin rastiya kurdî bidin rohnîkirinê. Lê tiştê tev giring ewe, ku Cegerxwîn mijarên neteweyî dabûn ber xwe û cîhan di wê demê da ber bi navnetewebûnê diçû. Bo Ewrûpiyan û amerîkiyan, ku ewan dikarin helbestvanekî bidin nasînê, wan mijar ne giring bûn. Rast e ku Cegerxwîn gelek helbest li ser çîn û hejarî û evîn û sirûşt û mirovatiyê nivisandine, lê di piraniyê da ew wek helbestvanekî neteweyî hatiye nasîn. Gava Cegerxwîn li Swêd bû, bi zûkî navê wî derket, mixabin roşenbîrên kurd jî bi histobariya xwe di warê nasdana Cegerxwîn da ranebûne.

Cankurd – 17.10.2004  

*          *          *


Evdile Koçer

Bersiv1: Berî her tiştî Cegerxwîn, konê helbesta xwe ber devê deriyê civaka kurd vedabû. Ji wir hem helbesta xwe bi êş û elemên gel av dida, hem bi riya qelemê dengbêjtiya xwestekên gel dikir, hem jî tovê helbesta kurdî bi hostatiya ‘seyda’yekî şareza direşand nava dilê gel.

Li Kurdistanê du fenomenên mezin hene bo nivîsa kurmancî: Yek; bi xêra kultura îslamê belavbûn û jiberkirina mewlûda kurdî ya Melayê Batê... a didoyan jî; hezkirin, vehewandin û jiberkirina helbestên Cegerxwîn... (Helbet di vê niqtê de divê meriv behsa Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî jî bike, lê ne wekî wan her duyan...)

Ez bi xwe hê jî mereq dikim gelo çima diya min helbestên Cegerxwîn ji ber dizane? Lê ez dîsa jî vedigerim ser vê bersivê: ji ber ku Cegerxwîn bi rabûn û runiştin û bi tevger û xeberdanên xwe ve wekî helbesta xwe bû; yanî şexsiyeta wî jî wekî helbestên wî bû û mîna kaniyekê diherikî nava dilê gel.

Ez bi rehetî dikarim bibêjim ku îro li Kurdistanê bi sedhezaran kesên cegerperitî bi xêra helbestên Cegerxwîn hişyar bûn û kurdîtiya xwe nas kirin. “Kîne Em”a Cegerxwîn hinekî jî bi xêra Şivan Perwer li seranserê Kurdistanê bû ala helbesta kurdî. Ez bi xwe her dem hunerê, bi çavê bikêrhatiniya wê şîrove dikim. Berhemeka ku di dema xwe de bi kêrî hişyarkirin, serwextkirin û veguherandinekê bê, ji gelek teoriyên ku tarîfa ‘cinet’ê didin çêtir e! Kesên ku gazincan dikin û dibêjin, “Helbestên min dê di pêşerojê de bêne fêmkirin!”, bila li qusûrê nenêrin lê pêşeroj dê bo gelek berheman bibe sergoyek mezin.

Jixwe rol û hezkirina Cegerxwîn jî ji vir tê. Yên ku Cegerxwîn dibin erşê heftan an jî bê pirs û siwal binax dikin mixabin li ser sosyolojiya nivîs û civaka me serê xwe naêşînin. Kes û derdorên ku di nav têgehên “înternasyonal, olperestî, çînîtî, welatperwerî, slogan, mûrîdîtî û hwd.” de ‘Cegerxwîn’ê xwe diafrînin, bila ji kerema xwe re bi berçavka îro li doh nenêrin. Divê ez bînim bîra her kesî ku sosyolojî rê nade fikir û rexneyên bê bingeh. Cegerxwîn, helbet di nav rewşa sosyolojiya xwe de bûye ‘Cegerxwîn’.

Bersiv2: Erê... Lê wekî sembol bi dawî hat. Yanî neku helbesta klasîk bi dawî hatiye. Hê jî helbesta nûjen bi tevna klasîzmê gotinên xwe dihûne; erê şeklê helbesta klasîk bi Cegerxwîn bi dawî hat; lê rihê klasîzma Melayê Cizirî, Feqiyê Teyran û hwd. hê jî di nav kalikê helbesta îro ya nûjen de wekî tavekê dixwiyê. Bila xelet neyê fêmkirin: Sûdwergirtina klasîkan tiştek e, xepar û meşa helbesta nûjen tişteke din e.

Helbet ev tişteke normal e, ji ber ku şert û mercên vejandina helbesta nûjen hê jî tune ne. Îro du sê berhemên baş derketine, lê bi du sê gulan bihar nayê. Ji bo pêşerojê hêviyên min zêde ne, lê heta pexşana kurdî fêkiyên baş nede dê helbesta nûjen jî jê dernekeve.

Bersiv3: Ji ber ku bi ti awayî îmkanên Cegerxwîn tunebûn. Feqîrî û belengazî ji zayînê ve pêsîra wî girtibû. Ez di vir de gotineke Cegerxwîn bi xêra kekê Konê Reş ku wekî gazincnameyekê dikir, tînim bîra her kesî: “Ew pereyên ku hûnê piştî mirina min bidin gul û qerenfîlan û deynin ser tirba min, xwezî we vêga bida min...” Ez bawer im ev gotinên henê ji Ereb Şemo bigire heta gelek kesan neynika nivîskarên me nîşan dike.

Dema mirov dêna xwe dide jiyana hemdemên wî ên wekî Rilke, Mayakovskî, Octiva Paz, Boudler..., ji vir heta ba xwedê ferq heye di navbera wan de: Ji xwendinê bigire heta gihandinê, ji rewşa kurdî bigire heta gelek tiştên spesifîk... Ka bala xwe bidine Cigerxwîn: “Ji tengasî, neçarî me ew gundê xwe berda / Hatin Amûda rengî bavê min zû emir da...” (Dîwana Yekan -1945)

Heke kovara Hawar û ekola wê tunebûya, bi îhtîmaleke mezin dê “Siltan Şêxmûs” nebûya Cegerxwînê helbesta kurdî. Lê dîsa jî mirov miqayeseya hin tişt/kesên ku şert û mercên wan ne wek hev in bike xelet e!

A din jî: Li ba me kurdan mixabin kultura naskirin û reklamê jî tuneye. “Giyayê hewşê tehl e!”, bûye xerca hişê gelek serkêşan. Sala par sedsaliya Cegerxwîn bû; lê li ser sehneyeka dinyayê nehat niqaşkirin û naskirin. Wekî mantelîteya tirkan, me kurdan jî xwe bi xwe hin tişt gotin û xwe bi xwe çepik lê xistin. Çawa ku em ‘welatparêzî’yê difroşin hev, em bi vî awayî jî “Cegerxwîn” difroşin hev!

evdilekocer@yahoo.com

*          *          *


Ezîz Xemcivîn

Bersiv1: Bê guman seydayê Cegerxwîn roleke giring di bilindbûna dengê helbesta kurdî de kir..ez kar im bibêjim ko seyda ji salên bîst û sihî de dest bi danîna helbesta kurdî kiriye, di wê demê de tevgereke çandeyî pir xurt li nav kurdên bakur û başûrê rojava hebû, û rola komela Xoybûnê û endamên wê di belavkirina nûçe, çand, tore û belavokên kurdî de pir hebû, û seydayê Cegerxwîn jî çalakvanekî zîrek bi mêrxasî hinek ji barê xebatê li gel hevalên xwe da ser milê xwe; li gel xebata giştî jî; xebata ewî a taybet helbesta kurdî bû.. bi qîrîneke herî bilind distirand û ji gelê xwe re dinivîsand, şirove dikir û milet digihand baweriyeke mezin, li dijî zordariyê pênûsa seyda ne dirawestiya yî, bi ewê bawerî û mêrxasî yê xebata xwe berdewam dikir...

Seyda helbestname dinivîsand, û gava merovê helbestvan nama xwe ji miletê xwe re bihinêre, elbete wê xwe di warê berpirsiyariya dîrokî de destnîşan bike, lewra Cegerxwîn weke helbestvanekî siyasetmedar xwe dida nasîn; û ev xweş diyar bû di helbestên wî de û bi taybetî li Dîwana 1 pirîsk û pêtî, 2 sewra azadî, û 3 kîme ez tev ko gelek sal ketin nav belavkirina dîwana diduya 1956an û ya sisiyan 1973an lê pirê helbestên {kîme ez} li nav milet li ser zimanan dihatin gotin ji devê seyda bi xwe dihatin ezber kirin..

Seydayê Cegerxwîn gotin û nama konevaniyê bi serketin li helbestên xwe bar dikir û banga şiyarkirina kurdan armanca Cegerxwîn a herî bingehîn bû, di nerîna min de ev yek li ser " hesabê" ciwaniya helbestê dihate pê, çimkî helbesta Cegerxwîn naverokî bû bêtir ji ciwaniyê yan ji wêne yan ji remzê û hêmanê tirazûya helbesta Cegerxwîn li ser jimartina tîpên dengdêr bû, wekhevkirina jimara ewan dengdêran li hemû mailkan. Heger em li helbesta kilasîk binêrin ne bi evî awayî dihate tirazûkirin, hêmanê bingehîn li helbesta Xanî û Cezîrî kît bû, lewra harmonî di mûzîka hundirîn a helbesta Cegerxwîn de qels bû.. bi rastî ev babet duvdirêj e, û nikarim hemû movikên ewê şirove bikim lewra min xwest bi kurtî bibêjim...

Bersiv2: Ez ne bawer im, ko helbesta kilasîk bi dawî bû, ji ber gelek helbestavan helbesta kurdî ya kilasîk ta roja îro dinivîsînin û hin ji wan jî  bi xurtî rahiştine barê helbesta kilasîk, mînak jî pir in, bi dehan helbestvan hene, lê yê zîrek û bêtir bala merov bi bal helbesta xwe ve dikişîne mamoste Salihê Heydo ye...

Pirs3: Çima û ji bo çi di nav kurdan de ewqas nav û dengî bi Cigerxwîn ket?

Bersiv: Helbet tenê li nav miletê kurd bi nav û deng bû, ev jî gelek sedem hene, ji ewan sedeman Cegerxwîn bi zimanê gelê xwe derd, kul û hestên merov bi peyvin şayik û rewan tev dida, ya din Cegerxwîn mêrxas bû û mêrxasî pir, sînor, û dîwaran nas nake. sitema li ser kurdan ji bilî a dijminan; ji destê Axa, Beg û Şêxan bû, Cegerxwîn bê tirs û pirs rasterast û eşkere di helbesta xwe de şerê ewan dikir, ev yek li gor mezac û daxwaza belengaz, cotkar û karkeran dihat.. yên gundî ji xweber dijminê evan xwînmijan in, gava bibînin ko mêrxasek şerê dijminê wan bike; bivênevê xwe dide kêlekê; ramana Cegerxwîn ramaneke pêşketî bû, bi zanîn herdem dipeyivî û di gotara xwe de serketî bû. Li gel wilo jî Cegerxwîn oldar bû, Melatî li gelek gundan kiriye, bi oldariyê rola xwe a pêşîn li nav milet bi cî kir....li dûv ewê qonaxê jî û li nav xort û ciwanan jî bayê markisîzimê peyda bibû, û Cegerxwîn di partiya komonistê de kar dikir,  gelek eskence, lêdan û zindan dît; lê serê xwe ji sitemê re ne danî, di nerîna min de ev ji sedemên serketina wî bûn...

Pirs: Heger Cigerxwîn ne di wê demê de bihata jiyanê, ma dê ew nav û dengî pêketa?

Bersiv: Biburin li bersivê... ez nizanim!!

Pirs: Û çima Cigerxwîn nebû helbestvanekî cîhanî?

Bersiv: Ma ka kîjan şoreşa kurdî an serkêşên wan nav û deng pêketiye û weke şoreşa miletekî bindest û sitembar hatiye naskirin..??

Miletê me, welatê me û kar û xebata me tev de di bin kontroleke ragihandinî ya cîhanî de ne, her çar dewletên kurdistan li bin destên wan dagîrkirî ye, bi melyonan dolar li ser  mîdya û ragihandina dijber xerc dikin.. sîwanên tarî li ser hêvî û armancên me vedigirin û nahêlin kulîlkên azadiya me roniyê bibînin..û Cegerxwîn jî yek ji evê meselê ye..

Li gel silavan

Ezîz Xemcivîn

Imarata Erebî

21/10/2004

*          *          *


HASAN KAYA

Bersiv1: Helbet di helbesta kurd de, Cegerxwîn xwediyê roleke girîng e. Ewî ji aliyê naverokê ve, nûjeniyê aniye helbesta kurdî. Wê demê li cîhanê raman Sosyalîzmê belave bû, Cegerxwîn wekî hemçerxê xwe, benda karkeran girt û di helbesta xwe de, digel doza neteweyî ev raman kire mijar.

Tevî ku wî gelek formên helbesta klasîk bi kar aniye, gelek formên nûjen ên helbesta serbest jî bi kar anîne. Hareket, lebat, aksiyon aniye nav helbestê. Her çiqas wî xem bi estetîke hebe jî, belavkirin, propoganda û ajîtasyon li nik Cegerxwîn li pêşiya estetîkê cih digre.

Lê ya rast, cihê şanaziyê ye ku em bibêjin zimanê helbesta Cegerxwîn, av ji kaniya têgih, biwêj, gotinên pêşiyan û bi kurtî folklora kurdî vexwariye. Zenginiya çand, kelepor, folklora kurdî çêjeke xweş dide helbesta wî ku ew gelek caran realîzm û ziwabûna helbesta wî dinixumîne.

Bersiv2: Bi ya min; Cegerxwîn pirek e, destpêkek e di navbera helbesta klasîk a kurdî û ya modern de. Ji xwe ew salên ku Cegerxwîn dest bi nivîsandina helbestê kirî; li gelek deverên cîhanê, civak ji nû ev ava dibûn. Fikrên teze belav dibûn. Realîzm û naturalîzm di rewacê de bûn. Van ekola ji estetîkê bêtir, pûte bi naverok, fikr û ramanê didan.

Ji ber ku armanca van ekolan guhertina rewşa heyî bû û wê daxwaza cîhaneke nûjen dikir, gelek qalib û baweriyên kevn dişkandin. Cegerxwîn ji vê ekolê ne cuda ye. Lê bandora klasîzmê jî li ser wî heye. Lewre beriya her tiştî, wî medreseyên Kurdistanê de xwendiye û, bi helbestên Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî re, gihaye..

Bersiv3: Çima Cegerxwîn bi nav û deng bû aya? Ne bi tenê ji ber ku Cegerxwîn wê demê jiya û xwedî şens bû, bi ya min. Xwedî jiyaneke balkêş, bi zehmet û trajîk e. Digel wan zor û zehmetiyan, medrese xwendiye û rewşenbîrek e. Bûyer û qewmînên welatî yên wê demê jî gelek bandor li ser hiştine. Lê ew bi xwe xwediyên gelek taybetmendiyan e. Zîrek e, dilovan e, zimanê kurdî gelekî baş dizane û tarîx, wêje, sosyolojî, folklor û di gelek mijarên din de, xwedî agahdarî û zanîn e. Ev Taybetiya wî, di helbestê de hêzeke xwirt didiyê.

Bi kurtî em dikarin bibêjin Cegerxwîn, digel ku ji ber ku pêşeng e û di nav yekemê dewra xwe de cih digre, lewre jî ev yek jê re sûdek e; wî bi keda xwe, jêhatîbûna xwe, bi kapasîte û kurdewariya xwe, cihê xwe di nav şaîr û rewşenbûrên kurdan de çêkiriye.... 

Ya rast, ji ber ku Cegerxwîn nebûye cîhanî, ne ew bi tenê xwediyê vê kambaxiyê ye. Melayê Cizîrî, Ehmadê Xanî û gelek mezinên kurdan ên ku di warê xwe de pispor û jêhatî ne, weke çirayeke geş a ku nehatine keşfkirin; mane di cîhana kurdayetiyê de.  Sedema vê yekê jî gelek hêsan û aşkere ye. Rewşa çarenûsa gelê kurd çi ye, ya wan jî we ye.

Ma kîjan dezgeh, dîplomasî, dewlet û wezaretê, dê zana, şair û feylesofên me bidana nasîn. Ger bibe, ji îro bi şûn de, bi saya federasyona kurd a başûr û bizava kurd a perçeyên din, belkî kesayetiyên kurdan, bibin kesên cîhanî...

HASAN KAYA

20.10.2004-STENBOL

*       *       *


Konê Reş

Birêz Qado Şêrîn
Silav
Di 20 saliya koçkirina seydayê mezin Cegerxwînê Hesarî de, kêfxweş dibim ku pirsên malpera Tîrêj bersiv bidim. Bi rastî pirs in xweş in û di cih û dema xwe de ne, ez jî ji can û dil spasiya wan dikim. Li ser pirsa yekemîn ,dikarim wiha bibêjim.

 

Bersiv1: Bê guman Cegerxwîn rolek mezin di helbesta kurdî de lîstiye .Em bêjin ne bêjin ew bûye wek stûnek zêrîn li ser zîlana helbesta kurdî û di her çar perçan de digere.Di wî heyamê xerab de ,ew heyamê ku zimanê kurdî qedexe bû û kesî newêrîbû bi gota kurd û ereb an kurd û tirk birane,Cegerxwîn helbest bi kurdî afirand û hûna û bi mêranî û dengekî bilind helbestên xwe di nav gel de gotin û belav kirin.Ta radeyekê ku gelekan ji nexwendiyan helbestên wî ezber kirin û di civatan de gotin û dibêjin. Hêjî wek wan kesan peyda dibin mîna Salihê Silo û Hesenê Gemo..

Mêzekin bê çendîn rola wî di wî heyamê xerab  de mezin û diyar bû. Roja îro jî, rola wî mezin û belûye û ji encamên rola wî , di festîvala helbesta kurdî de eşkere xuyaye, ev festîvala ku her sal di 22ê oktoberê de li nav me kurdên Binxetê tê li darxistn,  bi helkeftina koçkirina wî, û têde bêtirî 60 helbestvanî helbestên xwe dixwînin, ji bilî yên ku dor nagihêje wan û yên ku amadenabin. Ango roja îro di nav kurdên sûriyê de dor 200-300 kesî heye ku helbestê di hûne û dor 50 kesî dîwanên çapkirine ..Di baweriya min de, ev yek vedigere ser rola Cegerxwîn di navtêdan û pêşxistina helbesta kurdî de 

Belê, em wiha helbestvan di nav kurdên tirkiyê de nabînin, hem  ku sînorek di navbera me  û wan de hebû û heye û hem ku Cegerxwînek di nav wan de ne bû, Cegerxwînê wan Ehmed Arif bû, wan jî bi tirkî helbest hûnandin bêtir ji kurdî.

Ji rexekî din ve, Cegerxwîn şagirtekî zîrek bû ji şagirtên şêx Ehmedê Cizîrî, ev şagirt bû pirek di navbera helbesta kilasîk û nû de, ango Cegerxwîn kevin û nû yê me bi heve girêdaye û di wiha girêdan de, rola wî zor mezine di pêşketin û berdewamiya afirandina helbesta kurdî de.

Bersiv2: Na xêr, qet helbesta kilasîk bi dawî nayê, her û her wê helbesta kilasîk li rex helbesta nûjen û modern bijî..Ma gelo helbesta kilasîk li bal ereban bi dawî hat, piştî koçkirina cewahirî û Beyatî  ?!. Roja îro bi dehan ji xort û keçên me helbesta kilasîk di hûnin, tevî ku va 20 sal di ser koçkirina dawîn ya Cegerxwînê Hesarî re derbas dibe, li hember wan jî gelek hene helbesta nûjen di hûnin, ango helbesta kilasîk  piştî Cegerxwîn bi dawî nehat û bi dawî nayê.

Bersiv3:  Navdêrî û dengvedana navê Cegerxwîn di kurdistanê bi tevayî de, vedigere berî her tiştî hûnandina wî ji helbestan re û girêdayîbûna wî bi nexweşî û kêşeya gelê wî ve, di wî heyamê ku nezanîn û cehaletê konê xwe di ser welatê me re vegirtibû, di pey wan re mêraniya wî, erê, Cegerxwîn mêr bû. li tiştekî ne pirsî ne li mal ne li zarokan, kul û xemên wî gelê wî bû, tevî ku çend salên dirêj ji temenê xwe bi dûv zanîna olî de, li her çar perçeyê kurdistanê geriya û bû melayekî 12 ilmî, bi rîh, cibe û şaşik, paşê wî rih qusand, cibe dirand û şaşik avêt di wî heyamê paşketî de ku kesî newêrîbû limêj nekiriba..Ne tenê wiha, wî kuncên Fransîzan li xwe kirin û xwe berda kolanên Amûdê û bang li xelkê kir û got: Kurdino, merdino pir xweşe serxwebûn..Hingê xelkê ji hev re gotin: Mêzekin Melle Şêxmûs dîn bûye, Xwedê neyne serê kesî...

Di wî heyamî de gelek melayên hevalên wî hebûn wan jî pîş bi hûnandina helbestê dikir, û dibe ku helbestên gelekan ji wan ji helbestên Cegerxwîn bedewtir û spehîtir bûn, lê hem mêraniya Cegerxwîn û hem berdewamiya Cegerxwîn li bal wan nebû, û mixabin gelekan ji wan şerê wî jî dikir û belav dikirin ku Cegerxwîn kafire.

Ji rexekî din ve wek ku kurdan gotiye: Heçî berê gula zerê, Cegerxwîn berî tevayî hogirên xwe ji nifşê Hawarê, bê rawestan di 60 salî de bi dûv gotina kurdî de geriya, piraniya heval û hogirên wî, ew rêk nebirin serî, hin ji wan bi siyasetê daketin û hin li malên xwe rûniştin û hina ji tirsan ve herhemên xwe şewitandin, bi tenê Cegerxwîn xwe ji rêbaza ku dabû ser ne hat xwarê, û bi mêranî li ser liviya..

Şek têde nîne ku Cegerxwîn ne di wî heyamî de ba wiha nav û deng pê nediket, derfetin zêrîn jêre hatin, ji gelek rexan ve, wî jî bizanîbûn ew derfet bi kar anîn û sûde ji wan girt, yek ji wan derketina kovara Hawarê û alîkariya Mîr Celadet Bedirxan bû, berhemên wî yên sereta di Hawarê de belav bûn û Mîr Celadet dîwana wî ya yekem di nav weşanên Hawarê de çap û belav kir...

Ne cîhanîbûna Cegerxwîn vedigere wergerandinê, kesî helbestên wî wernegerandin ser zimanên cîhanî wek ingilîzî û espanî û fransî ku xelkên dinyê û alemê bixwînin û dawî ku karibin wî bi nav bikin wek helbestvanekî cîhanî, û ta roja îro jî em gelekî paşketîne di warê wergerê de.

*          *          *

HELBEST MIR


Pîr RUSTEM

Bersiv1: Li gor xwendin û têgihêştinên me, em dikarin bibêjin ku, CEGERXWÎN “damezerê” helbesta kurdî ya dema nuhe, ya rastir ewî, helbesta Kurd a kilasîk vejandiye. Weke ku dîroka wêjeya kurdî ji me re aşkere dike, yek dibîne ku piştî kilasîkên Kurd ên herî bi nav û deng, mîna: Meleyê CIZÎRÎ, Feqê TEYRAN, Eliyê HERÎRÎ û Ehmedê XANÎ û.. hwd. Em ti navên din di asûmanê toreya kurdî de nabînin; bi gotineke din, em dikarin bibêjin ku, tevgera wêjeya kurdî, bi barkirina ewan bavan re, hate rawestandin û nemaze di toreya ku, bi Kurmanciya jorîn tête xwendin.

Ev rewşa han dajo ta dema ku, malbeta Kurd ya herî bi nav û deng; malbeta BEDIRXANIYAN û li ser destê lawekî xwe; Miqdad M. BEDIRXAN, rojnamegeriya kurdî bi rêdixe û di pişt re jî dudiwê din, ji evê malbetê, ala wêje û tora kurdî hildidin, dema ku, Mîr CELADET û birayê wî Dr. KAMÎRAN û li pey hev hin kovarên kurdî didin weşandin, çi li Şamê dibe yan jî li Bêrûtê û serkovara wan jî HAWAR bû û çi xwendevanê ku, bixweze li wêjeya kurdî ya “nûjen” vegere dive ji berî hertiştî li Kovara HAWARê vegere û em tev dizanin ku, rola wê di birêxistina tevgera wêjeyî de çiye.CIGERXWÎN jî yek bû ji ewên ku, Mîr CELADET û Kovara HEWARê, hembêzkirin û dane ser evê riyê. Helbet pir hevalên din bi wî re hebûn, lê ji ber hinek xasmayên ku bi kesîtiya CIGERXWÎN ve girêdayî; çi hezkirina wî ya ji helbestê û paşmayîna wî ya Îslamî û bendên Quranê ku, bi rengekî helbestî hatine nivîsandin, digel pir nivîsa wî hêşt ku, ew cihekî taybet di nav ewan hevalên xwe de bigre û karibe, careke din, jiyanê bi termê helbesta kurdî de berde û li ser şopa ewan helbestvanên kilasîk bimeşe, lê bi ziman û mijarên serdema xwe.

Tiştê dudiwan ku ji CIGERXWÎN re tête tomarkirin, ji bilî vejandina helbesta kilasîka Kurd, ewî karîbû bi roleke mezin di meseleyên konevanî û hişyariya milet de bilîze; ango em dikarin bibêjin ku, ew lawê dem û civaka Kurd bû û ji wî re çêrokên gundiyên wî û êş û derdên wan, ji meseleyên helbestê û nûjeniyê piwîstir bûn. Bi gotineke din em dikarin bibêjin ku, CIGERXWÎN û weke hemû nifşê xwe, guhdana wan a ji konevaniyê re dihêşt ku, ew meseleyên helbestiyê “şiriyê” weke bitiriyê bibînin û nivîsandinê bikin “hespê Tirwade” ji pirsgirêkên konevanî re, helbet heyam û rewşa ku Kurd têde dijîn, dihêlin nivîskarê me mecbûr bibe ku, pir caran, rola xwe ya wêjeyî ji bîr bike û xwe weke dengekî konevan derxîne holê.

Bersiv2: Bi yek gotinê em dikarin bibêjin: belê; helbesta Kurd a kilasîk û weke “xwediyên şikeftê” di xeweke giran de çûbû û ew li hêviya yekî weke CIGERXWÎN bû ku, ewê cara dawî ji xew şiyar bike û careke tenê, mîna ku ewên şikeftê û piştî şiyarbûna xwe rojeke tenê mabûn; ji ber ku, ne dem û ne jî heyam, heyama wan bû û divyabû cihê xwe ji nifşên nuh re bihêştana û ev bi xwe jî yasaneke xuristêye; dive ewê kevin bimre û yê nuh bi rola xwe rabe. Belkî ev gotina me ne li gor dilê pir nivîskar û helbestvanên me be û nemaze ewên ku, hîne li ser şopa CIGERXWÎN dimeşin, lê ev dîtineke me ye û em li gor pêvejoya jiyan û zayîn û mirina her şanîkeke gerdûnê xwendina xwe dikin. Ango û weke ku, çawa jîndarên evê gerdûna me di hinek qonaxan re derbas dibin; zayîn û qonaxa xortaniyê û çelengiyê û di dû re jî pîrbûn û mirin tê, eynî ev koçeriya han, pêvajoya her şanîkeke gerdûnê dine û di nav wan de nivîsandin. Weke em dizanin ku, helbest bi tevayî di evan qonaxan re derbas bû û ew îro, çi kilasîk dibe yan jî ya nûjen be, di qonaxa mirinê deye û ya kilasîk jî bi CIGERXÎN re çû, tevî  ku carina û li van demên dawî, em hinek helbestên kilasîk ên bi nirx dibînin, lê tenê ew weke çirûskekê ne di tariya mirinê de û ewê nikaribin tevgereke nuh jê re birêxin. Dema me ya îro dema zanyarî û tiknologiyaye û ne ya hest û helbestaye, yan jî çêrok û çîvanokaye.

Bersiv3: Weke ku me di pirsa pêşî de jî gotibû pir sedeman hêşt ku, CIGERXWÎN bibe xwedî nav û dengekî berz di nav Kurdan de û di pêşiya ewan sedema de jî, ew di demekê de hat û piştî rawestandineke dirêj ji nivîsandina bi zimanê kurdî, wî rahişt helbesta kurdî ya kilasîk û ji nuh ve can bi termê wê de berda, tiştê din û weke me got: ewî xwe nêzîkî miletê xwe kir û li êş û derdên wî xwedî derdiket, ango guhdana wî ya bi doza kurdî û pirsgirêkên miletê Kurd, dihêşt ku, ew zû ji bal cemawerê Kurd ve were naskirin, ev cemawerê ku li hêviya yek rahêje kul û birînên wî û bibîne navê Kurdan jî di nav gelên cîhanê de tête bilêvkirin û pir nivîsandina wî jî roleke mezin di belavkirina navê wî de dilîze. Sedema din bi kesîtiya CIGERXWÎN ve girêdayî bû, weke em dizanin û ji encamên bindestiyê, ji sedî nud û neh, weke hilbijartinên serokatiya dewletên erebî, miletê me nexwendeye û ji ber evê yekê em dibînin ku, heya roja îro çanda me ya devkiye û ne ya nivîsandinê ye. Di rewş û heyameke wilo de, dê tenê tu yê karibî di riya guh re bighe cemawer û ji ber ku, CIGERXWÎN di destpêka jiyana xwe meletî kiribû û rola diyarokê baş naskiribû, wî di riya civat û lihevrûniştinên xwe yên bi gundiyên xwe re dengê xwe dighande wan û em dizanin ku, hunermend Şivan PERWER jî bi çi rolê rabû û ew careke din, nirîna me bi cih dike, lê em rola Kovara HAWARê jî û di nav rewşenbîran de, ji bîr nakin ku, hêşt dengê CIGERXWÎN û xeynî wî bêtin bihîstin û belavkirin. Helbet sedemeka dina girîng heye ku, hêşt CIGERXWÎN bibe xwedî nav û dengekî naskirî di nav Kurdan de; ji bilî guhdana wî ya bi mesele û pirsgirêkên konevanî, ew hevalê partiyeke Kurd bû û evê yekê hêşt ku, dezgehek pişgiriya wî bike, tevî ku, çiqwasî ew dezgeh biçûk û lawez be jî, lê dîsan jî em dizanin ku, hevalên wî û ta nuh jî, partiyên me bi roleke mezin lîstin û dilîzin di vejînandina bîranîna wî de û ev bû çend salin mihrecana helbesta kurdî di roja bibîranîna wî de lidardixin. Û ji bilî van û wan sedeman, sedemeke din a ku, bi rê û şêweya nivîsandina wî ve girêdayî heye; wî û ji bilî girtina naveroka mijarên xwe ji hindir civaka Kurd, nivîsa xwe bi gotin û zimanê gundiyên xwe dinivîsand û ne weke hinek nivîskarên me yên evê dawiyê ku, li ber ferhengan rûdinin û gotinan jê digrin. Lê çima evan xal û sedeman nikarîbûn dengê wî derînin derveyî sînorên Kurdan, tevî ku, evên me gotine û li ba CIGERXWÎN peyda dibin, girîngin ji bo yek bibe xwedî navekî naskirî di gorepana cîhanî de, lê dîsan jî ne besin û di baweriya me de, ew bi gerekiya sê sedemên din bû da ku, karîba bighîşta ewê radeyê. Di pêşî de ew bi hewceyî xwendineke kûr û fireh bû, da ku, karîba deq û helbesta kilasîk derbas bikira û ew têxista qonaxa nûjeniyê û bi ziman û hevokeke nuh ew birêsta; ango li ser şopa kilasîkên berê neçûya û tenê naveroka evîn û sofiyetiyê bi hezkirina welêt û yara xwe neguharta. Tiştê din ku, CIGERXWÎN hewcedarê wê bû, da ku, ew bibe helbestvanekî cîhanî, gereke ewî rahişta hinek mijarên mirovantî yên kûr ku, ne tenê bi dem an jî civakekê ve girêdayîne, yanê divyabû ew li ber hinek pirsgirêkên ku, bala mirov di her demekê de dikşênin, rawestiya. Piştî bi cihanîna evan herdu xalên jorîn digel ewên berê, divyaba dezgeheke ji ya kurdî xurtir li piş wî ba, da ku, karîba navê wî berz bikira. Li gor xwendin û têgihêştinên me evin sedemên ku, hêştine CIGERXWÎN bibe xwedî nav û deng li ba me Kurdan û li cem cîhanê neyê naskirin, helbet di evê pêvajoyê de, em rola bindestiyê û rêgirtina li pêş miletê me ku, ew bi zimanê xwe bixîne û bibe xwedî dezgeh û rêxistin da ku, karibe alîkariya rewşenbîriya kurdî bike, ti carî ji bîr nakin û di nirîna me de û li gor rewş û encamên ku, ji rewşa bindestiyê derketine, em dikarin bibêjin ku, ew yeka sedema herî mezine di lipaşmayîn û perîşankirina miletê me de û ew ji bal evan rêjîmên ku, KURDISTANê zevt dikin bi rengekî bernameyî tête bi karanîn û ev yeka dê bihêle ku, guhdanên nivîskarê Kurd bêtir ji çêrokên konevaniyê re bin, ta ku, rewşeke baştir tête holê û wê hîngê em karibin mejiyê xwe bêtir ji meseleyên huneriyê re vekin.Lê careke din ev nayê ewê wateyê ku, gerke nivîskarê Kurd bala xwe nede huneriya nivîs û deqa xwe, belkî û ji ber sedemên bindestiyê û da ku, ew bi rastî bibe dengê miletê xwe û karibe denê xwe bighîne “ewê din”, dive deqeke nirxbilind binivîse da ku, bala ewê din bikşîne ser xwe û bihêle xwendevanê wî di nav evan miletên cîhanê de çê bibin û dive ev hêvî di bala me tevan de be, ji ber ku, nivîsandina bi zimanê kurdî hilpesariyeke niştimaniye, ji bilî ku, nercisiya dihêle her yek ji me rahêje “pênûsê” xwe, da ku, navekî ji xwe re çêbike.

pirustem@scs-net.org

*          *          *


Tengezarê Marînî

Bersiv1: Bêguman seydayê Cergerxwîn henasa demek aloz û sext bû bo tevaya gelê kurd bi hemî qad û çînên civata kurdî. Helbestên seydayê Cegerxwîn di dema wî de û bi taybetî di salên 40an û 50-70an jî êş û azarên milet û kesên belengaz û perîşan derdibirîn, lewra pir kesên feqîr û belengaz helbestên wî ezber kiribûn. Cegerxwîn qûnaxeke giring e di dîroka helbest û toraya kurdî de, ji ber ko wî demeke dûr û dirêj nivîsî û kartêkirin û bandora xwe li nivîskarên çarmedorî welatê me kir. Cegerxwîn, babetên rojevê anîn û kirin babet û mijar bo ristên xwe. Cegerxwîn, ji bo antropologên ko bixwazin li ser kurdan tiştekî bizanin pir balkêş e. Û wê kar û barê wan sivik û hêsan bike. 

Bersiv 2: Nexêr helbesta kurdî  ya rast şêweyê bi nivîsîna kilasîk hîn jî berdewam e û bi dawî nehatiye. Ta vê demê jî nûbûn û nûxwaziyê şêweyê xwe nikariye biçespîne û ne jî alav û regezên helbesta kurdî kilasîkî bi dawî hatine. Seydayê Cegerxwîn pirek bû di navbera 2 qûnaxan de. 1. qûnaxa zêrîn ya toreya kurdî ko Cizîrî, Feqiyê Teyran, Bateyî, Xanî

2. qûnaxa eger Cegerxwîn nebane, dibûya ko kurdiya xwe ji bîr bikin.

Ez ne di wê baweriyê de me ko Cegerxwîn pirek bû di navbera kilasîzimê û nûjenî û nûxwaziyê de, çimkî yekî terefdar nikarê bibe pir. Cegerxwîn bi xwe kilasîk bû, lê jiyan guherankarî tê de peyda bû û wî babetên jiyanê bi alav û regezên kevin bi kar anîn.

Dema em bibêjin helbesta kilasîk bi dawî hat, divê em bibêjim ko nema sûka wê heye, li vir em dê neheqiyeke mezin li helbesta kurdî û gelek helbestvanên me ên li ser şop û rêça Cegerxwîn diçin, bikin û em dibînin pir “ Helbestvan” ên ko xwedêgiravî dibêjin em nû dinivîsin, an jî hinek ji wan re dibêjin, qet negehane wan alav û amûrên kilasîkên me bi kar anîne, hîn jî kevneşoptir ji wan in. Helbesta kevneşopî berdewam e, ta nûjeniya rasteqîne bi zanebûn dakevê qadê û alavên nû bi kar bîne. Çimkî rewşa nû alavên nû jê re divin. Pirsên nû bersivên bi alavên nû jê re divin.

Bersiv3. Deng bi Cegerxwîn ket ji ber çend sedeman:

1-Cegerxwîn bi cegerdarî babetên ko civata kurd û bi taybetî ya belengaz êşan jê dibîn anîn û derbasî helbestên xwe kirin, milet ezber kir û hin bi hin ev bîr û raman dibûn hêzeke matiryalîst wek Marx digot.Çînên ko helbestên Cegerxwîn di hingivtin wan carna bi eşkere û carnan bi nepenî êrîş wî kirin (Şêx, Mela û axa û paşa û dijminê gelê kurd).

2-Cegerxwîn pir koçber bû û xweveşartî ji ber dijmin ma.

3-Cegerxwîn bi hersê zaraveyê kurdî dizanîbû û bi zimanên derdoran.

4-Li herçar parçeyên welêt û gelek cihên din geriyabû û dost di nav rewşenbîran de peydakiribûn, çimkî wê demê ragehandin pir kêm bû.

Beguman weke di destpêkê de, pê hat amacekirin, seydayê Cegerxwîn, di demek pir aloz û sext de hat, lê ji hêla din ve jî, em dikarin bibêjin ko Cegerxwîn di dema zêrîn de jî wek nivîskarekî çeleng û çalak di nav refên rewşenbîrên kurd ên wê demê de, mîna Celadet û Dr.Kamîran Bedirxan, Qedrîcan, Osman Sebrî, Esîrî û gelekên din êm dibistana Hewarê cihê xwe girt, ev bixwe jî nav û dengê wî belavkir.

Li ser pirsa ko çima Cegerxwîn nebû nivîskarekî cîhanî, bersiva wê dirêj e û pir sedem hene, hindek ji wan sedeman bi rewşa kurdan ya jiyopolîtîkî ve girêdayî ye. Eger em binerin ku pir nivîskarên derdora me hene, ji Tirk, ereb û eceman, tevî desthiladariyê û hebûna bûneweriyan ta demeke pir nêzîk kêm ji wan bi cîhanî bûn.

Lê ji hêla din ve jî dixwazim bibêjim, ko zimanekî bi hewqas sal qedexe, mişt ji pirsgirêkan, çendî mirov berhemend jî be, nikarê toreyeke bilind binivîsê. Divê em bizanin ko pîvanên toreyê ji navenda kultûrê tên wate, ji rojava û pîvanên rojava ne, yên ta niha didin diyarkirin ka nivîskar di asteyeke baş de ye û layîqê bicîhanbûnê ye an na?.

Ji hêleke din ve jî tevgera wergerê li ba me kurdan heme bibêje û bêtirs nîne,

Eger kurd berhemên nivîskarên xwe wernegerênin zimanên din an jî berevajî, bandor û kartêkirin peyda nabe.

Da ez li ser vê pirsê hemî gunehan neavêjim ser şanê xelkê, ez dê bi hêdîka bibêjim, esteya pir ji nivîsên seydayê Cegerxwîn Silogan û peyvên sade bûn û helbestên yadgariyan bûn. Û hindek ji wan pesnê mirov û cihnan dida, ko pir gengeşî li ser heta mirovayetiya wan hebû, mîna Stalîn û Lenîn, ji hêleke din ve, ew ên pîvan jî bi destên wan in bi wan jî nexweş e.

*          *          *


Zagros Haco

Bersiv1: Di heyama berî Cegerxwîn de, ji ber nebûna dewleta navendî ya xwediyên zimanê kurdî û lawaziya riyên ragehandinê wêjeya kurdî di nav komên piçûk de yên dibistanên olî yên Kurdistanê û hin rewşenbîrên heyama xwe de mabû. Bi gelemperî wêjeya kurdî rola xwe di bizavên civakî û neteweyî de pir kêm didît. Di heyama Cegerxwîn de êdî tevgerên kurdî siyasî hatibûne damezrandin û rojname û kovarên kurdî, eger bi jimarên kêm bin jî, lê ew dihatine weşandin. Helbestên Cegerxwîn li gor bayê heyamê bûn, bayê berzkirina hestên neteweyî û têkoşîna çînî ya li dijî semyandar, axa, şêx û melayên kedxwer. Helbestên Cegerxwîn bi hûnandina xwe jî  rewan û pir li guhê xelkê xweş dihatin, vê hişt ko ew zû li nav kurdan belav bibin. Ji ber wê rola helbesta Cegerxwîn di hişyarkirina gel ya civakî û siyasî de xuya bû û di geşkirina wêjeya kurdî de jî, bi taybetî di helbesta kurdî de xuya bû.    

Bersiv2: Eger mebesta pirsê li ba şexsê Cegerxwîn be, wî sînor ji xwe re nedanîn û xwe nekire helbestvanê vî rengê helbestê yan rengekî din. Çi pê re xweş derdiket ew digot. Lê eger mebest ew be, ko ji heyama Cegerxwîn û bi vir de dawiya helbesta klasîk hatiye, tevlî ko ez di van pirsan de ne şehreza me, lê ez dibînim ko her û her dê hewldanên helbestvanan yên afirandina helbesta klasîk hebin, ji ber ko xwendevan û hezkerê vî rengê helbestê her dê hebin. Herweha, eger ez ne şaş bim, afirandina helbesta klasîk ezmûneke rûberiyê ye ji behreya helbestvan re, ew dikare ji xwe re bibêje: ez dikarim di deryaya helbesta klasîk de jî melevaniyê bikim, lê min deryayeke din ji xwe re bijartiye.

Bersiv3: Beşek ji bersiva vê pirsê di bersiva pirsa pêşî de heye. Lê bêgoman Cegerxwîn xwediyê behreyke helbestvanî ya bilind bû û ji ber ko wî xwe pir bi dilgermî nêzîkî rûdan û bûyerên civakê dikir, di heyameke din de jî dê Cegerxwîn behreya xwe û dilgermiya xwe sar û xav nehiştana û dê dengbidana.

Cegerxwîn nebû helbestvanekî cîhanî ji ber ko di wênekirina hestên xwe de di qalibên klasîkî de ma,  wî her ew dicûtin û xwe nû nekir, di astê helbestvaniya cîhanî de pir wî alavên nû û balkêş neanîn. Di têkoşîna çînî de ew jimarek ji nav jimarên bê pîvan bû, di nav milmilaneyê derfetên wî kêm bûn. Di têkoşîna neteweyî de jî ew di tevgereke lawaz û neserkeftî de li herêmeke jibîrkirî de bû.

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002