Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Gotar





Dîsa Cegerxwîn


     Jan Dost

 

Cara yekem min helbestên Cegerxwîn di deftereke birayê xwe yê mezin de xwendin, ez biçûk

bûm û min nizanîbû ku nivîsên wî qedexe ne. Dema birayê min çav li min ket ez helbestên Cegerxwîn dixwînim, weke ku bombeyekê ji dest min bigre, bi lez deftera xwe bir û got: careke din li vê defterê nenêre!!

Min ji wê rojê de nas kir ku ev nav wê nema ji bîra min biçe, û min li alîyekî dî nas kir ku roleke mezin ya nivîsandinê heye, heta ku dewlet jê ditirsin, naxwe çima birayê min bi wê lez û tirsê defter ji destê min revand û di devereke asê de veşart!!

Bêguman Seydayê Cegerxwîn navekî mezin e, lê ev nayê wê wateyê ku di ser rexneyê re ye, yan mirov nikare nêzîkî sînorên pîrozîya wî bibe, berevajî vê yekê, her ku lêkolîn û xwendinên rexneyî ji berhemên Cegerxwîn re bêtir bibin, wê rastiya wî bêtir zelal bibe û rol û nirxên wî werin naskirin.

Di vê nivîsa xwe de ez dixwazim li ser çend xalên ku ez wan giring dibînim rawestim.

Xala yekem: nav û dengê Cegerxwîn ji çi hatiye, gelo ji asta bilind ya helbestên wî, yan ji mijarên helbestên wî?

Di bersiva vê pirsê de, ez gelekî ramiyame û ez gihame vê encamê: ji hêla hunerî de, helbesta Cegerxwîn ne wî qasî li pêş e û ji sînorê kilasîk derneçûye, çi di helbestên xwe yên evînî de, çi di yên netewî de, di evînê de Cegerxwîn kopiyekî Cizîrî, Mîna, Macin, Xanî, Feqîyê Teyran û kilasîkên mayî ye, li wan û hevok û wêne û gotinên wan  zêde nekiriye, em dikarin gelek mînak jî bînin: di seranserî heşt dîwanên wî de, ew birûyên yara xwe yan weke hîva yekşevîn, yan jî mîna kevanan dibîne, yan jî mîna tîpa dal ya erebî!!! heta di şîna kurê xwe de jî birû dibin kevan û dalji van her du sifetan derbas nabe, her çendî ku em dizanin Cizîrî di helbesteke xwe de dibêje:

Min go mehê nû çaşitiyê ebrûyê yarî

Go min çi hed e!! şubhetê neelê feresim ez

Ango, min ji hîva yekşevî re got: tu mîna birûyên yara min î, hîvê got: ne hedê min e ez mîna wan bim, ez weke nalê hespa me!!

Di vir de em bala xwe didinê ku helbestvanekî kilasîk bi mezinîya Cizîrî  ji pesindana birûyên yara xwe û şibihandina wan bi hîva yekşevî, bêzar bûye û li wêneyekî nû digere, lê seydayê Cegerxwîn xwe di vî barî de newestand û her li ser mîratê kevin ma û gavek nû ji bo pêşketina helbesta kurdî ne avêt.

Mînakeke dî ez bidim, kevnarên me, her û her bisk û kezî weke tîpa D ya erebî şikestî û çiviyayî didîtin, Cegerxwîn jî her weha ma, li wan zêde nekir di gel ku zanîbû êdî xwendevanên Kurd berê xwe didin tîpên Latînî û şibihandina kezîyê yarê bi tîpa D ya erebî bêwate dimîne, memik mîna sêv û hinar û hirmîyan didîtin, wî jî weha!! Û bi sedan mînakên bi vî awayî. Mebesta min ji vê gotinê, ew e ku bibêjim Cegerxwîn her bi teşîya kilasîkên me dirist.

Di vir de hêjaye bibêjim ku Cegerxwîn yek ji wan kesên ku bi jîrbûn û pisporî teqlîda kevnaran dikir, ne weke gelek helbestvanê ku li pey wî hatin û bi ser neketin.

Lê dîsa jî dibêjim ku helbestvanî  afirandin e, ne ristina bi tevn û teşiya kesên ku wêne berê afirandine û anîne meydana helbestvanîyê, ev yek tê wateya beyarbûn û vêlbûna hestên helbestvan .

Xala duwem ya ku ez wê pêwist dibînim rola Cegerxwîn e: mirov bixwaze nexwaze nikare rola wî inkar bike di gurrkirina hestên netewî de li ba gelê Kurdistanê, xasma ku helbestên wî di civatan de dihatin gotin bi dengê dengbêj û hozanan, lê qet nav û deng nayê wateya bilindbûna asta hunerî ya helbestên Cegerxwîn. Milletê Kurd di serdema geşbûna agirên şoreşan de bi hacetî dengekî bilind weke yê Cegerxwîn bûn, bi hacetî Medyayê bûn, bi hacetî propagandê bûn, Cegerxwîn jî ev rol bi çalakî lîst û doza hişyarbûnê li  gel kir.

Li alîyekî din Cegerxwîn dixwest gavin biavêje ji bo nûjenkirina helbesta kurdî lê proje ya wî di nîvî de ma, helbestin weke Heval Robson û Kîme Ez û bilî wan nivîsandin, lê xuyaye ku bingeheke wî ya teorî xurt di vî warî de ne bû, lewma bi ser neket û li ser xeta xwe ya kilasîk ma.

Şexsiyeta Cegerxwîn jî xwedan karîzmeke bilind bû, li civatê lê dihate guhdarî kirin, wî dema dev ji meletîyê berda û cilên firincî li xwe kirin, fikra wî jî hatibû guhertin û dixwest şêx û axa û beg û meleyan bide ber şûrê rexneyên xwe, lê di baweriya min de daketa asteke nizim û berê xwe da bîr û bawerîyên gelê Kurd yê Musulman, ango xwedê û pêximber bûne mijara  gelek helbestên wî yên civakî, ev yek jî sûcê nêzîkbûna wî ji fikrên Komonîstan bû, mijarên bi vî rengî nabin mijarên helbestan, bi gotar û lêkolînan dibû, lê bi helbestan!! Vê yekê dijminê Cegerxwîn pirr kirin, tê bîra min cara yekem û dawî min Cegerxwîn di Şîngerîya kalkê xwe de li bajarê Amûdê dît, ew derbasî civatê bû, bi kincên xwe yên spî porê wî jî spî bûbû, heta sola wî jî spî bû, hîn rûneniştibû  bavê min  yê mele berê xwe dayê û pirsî: ma tu limêj dikî?  Ez niha pê dihesim ku pirsa rehmetîyê bavê min ne di cihê xwe de bû, ew li ku û limêj li ku! Cegerxwîn keniya û got: ma rewşa min rewşa limêjê ye, û guftûgoyeke dûr û dirêj çêbû ku nayê bîra min, nêzîka bîst û pênc salan di ser bûyerê re derbas bûye.

Civaka Kurdî civakeke nexwendî û bêsewad bû û pêwistî bi naqoseke dengbilind hebû ku gel hişyar bike.

Cegerxwîn di dawiya helbesteke xwe de dibêje:

Ey Cegerxwîn, Ehmedê xanî bi naqosa mezin

Kurd nekir hişyar ji bo çi tu dinalî wek ceres?

Ji ber vê yekê, helbest li ba Cegerxwîn roleke mezin di hişyarkirina gel de dilîze, vê nerîna wî jî hişt ku helbesta wî qels be, ango  ya pêwist li ba wî naverok bû, ne forma helbestê yan kirasê ku peyv li xwe dikin bû, her weha mirov dikare bibêje ku Cegerxwîn bi zimanekî nazik ku her kes tê digihîje helbestên xwe diristin, ew jî sebebek bû hişt helbestên wî bibin stran û têkevin devê biçûk û mezinên gelê Kurd.

Di nerîna min de heta demeke dirêj bandora Cegerxwîn li ser nifşên helbestvana bi taybetî yên ku li pey wî hatin li başûr rojavayê Kurdistanê gelekî mezin bû, her kesî bi teşiya wî helbest ristin, ez yek ji wan bûm û min di Kela Dimdimê de bi şêweyê Cegerxwîn nivîsî, zû bi zû em ji bin tesîra wî derneketin, û me nikarîbû xeteke xwe ya serbixwe bidîta, heta ku nifşekî nû hat û sînorê Cegerxwîn derbas kirin. Ew jî ji ber ku haya me ji helbestvanên herêmên Kurdistanê yên dî nebû, ne tenê weha lê piranîya helbestvanan Cizîrî û Xanî jî nas nedikirin, me çavên xwe li dîwanên Cegerxwîn vekirin û ji wî pêve kes li meydanê nebû, ew bûbû rojek ku stêrkên helbestê tev di ronahîya xwe de winda kiribûn.

Bi gotineke kurt ez dikarim bibêjim ku helbesta Cegerxwîn  hêjayî lêkolîneke berfirehe û mirov bi insaf nêzîkê bibe wê genim û zîwanê ji hev derxîne û terazûyeke adilane hebe wê qelsî û bilindîya berhemên wî xuyabibin, neku bi evîndarî û pîrozî mirov nêzîkî berhemên wî bibe, ya dî mirov divê jiyana wî ji helbestên wî cuda bike, ango ew çiqasî welatparêzekî cesûr be, şervan be, têkoşer be, nayê wateya ku divê helbestên wî jî xwedan hunereke bilind bin.

 

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002