Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Gotar


 

 

 

20 Sal li Ser Wefata Cegerxwîn Derbas Bûn:
Cegerxwîn: Azadîxwazê Intirnational û Helbestvanê Rewşenbîriya Netewî Di Nava Kurdan de


(1903 Gundê Hesarê. 22.10.1984  Stockholm, Siwêd)

 

Kakşar Oremar

Di dîroka Kurdistanê de gelek şêremêr û jinên çeleng ji bo şiyarkirina Kurdan û azadkirina Kurdistanê bi can û dil xebat kirine. Di nava Kurdên hemû Kurdistana mezin de, Cigerxwîn wek siwarçakê qada şiyarkirin û rewşenbîriya siyasî-civakî, navekî naskirî ye. Cara yekemîn min bi riya deng û hunera her du hunermendên Kurd Şivan û Gulistan Perwerê navê Cegerxwîn bihîst. Helbesteke mamosta Cegerxwîn ya bi navê (Kurdistanê, Kurdistan Baxçê Gulan,...) hunermenda hêja Gulîstan Perwerê di kasêteke xwe de xwendibû. Peyvên ku ji xwendina helbestê digehiştin guhên me, tev di derbarê welat, bindestiya Kurdan û bedewiya çiya û coxrafiya Kurdistanê bûn. Lê dema strana Şivan ya bi navê (Kîne Em) li Kurdistanê belav bû, êdî mirov dixwest bêtir Cegerxwîn nas bike. Cegerxwîn di helbestekê de (Kîme Ez) dîroka tejî serfirazîya gelê xwe bi bîra herkesî tîne û ji gelê xwe dawa dike ku ji bo rizgarkirina nîştimana xwe heta can û malê xwe jî fîda biken.

Baş tê bîra min ku hinek mele û mamostayên olî dema di rûniştin û mêvandariyan de behsa Cegerxwîn dihat kirin, wiha digotin:

„ Erê... Cegerxwîn ew meleye yê ku dev ji dînê îslamê berda û piştre bû kafir û komunîst!!. Ew bi riya şêirên xwe dixwaze bîr û baweriyên xwe di nava hemû Kurdan de belav bike û....“

Piştî van axftinên ku bêhna paşverûtiyê ji wan dihat, di navbera me û wan de gengeşeyên tund û tûj destpêdikirin. Me ew bi paşverûtiyê mehkûm dikirin û wan jî em bi milletperest û Xwedê nenas bi nav dikirin!!. Lê sedema heza me ya ji bo Cegerxwîn tenê ew bû ku me bi bihîstina helbestên wî ji xeynî rastî û duristiyê tiştekî din nedibihîst. Naveroka stranên ku gotina wan ji helbestên mamosta Cegerxwîn bû, tev nîştimanî û li ser guherandin û pêşkeftina rewşenbîriya civakî-siyasî bûn. Cegerxwîn bi zimanê xwe yê xweş û şirîn hemû gelên bindest û bi taybetî jî Kurd vedixwendin serhildan û şoreşê. Şoreşa ku bikarîbe textê padişeh û xwînmêjên dîktator sernixûn bike û tevaya gelên bindest jî di bexteweriyê de bijîn. Cegerxwîn di wê serdema tarî û tejî êş da bibû bilûrvan û awazvwanê şiyarkirina belengaz û hejaran. Wî derdê bindestiya Kurdan ku ji destê dagirkerên Tirk, E´cem û E´reb dinalîn û dikalîn, bi zimanekî vekirî beyan dikir. Cegerxwîn bêbextîya hinek axayên xwefiroş, şêx û meleyên paşverû ku bi hizar rengan keda gelê xwe difirotin, bi çîna hejar û feqîrên civaka xwe dida fêmkirin. Ew evîndarê xwendinê ye û xwendin li ba wî kilîla vekirina deryên zilim û zora çend hizar salan ye.

Cegerxwîn dizane ku xwendin hejariya kulturî ji holê radike, ji bona wê ji dibêje:

„ Ger nexwînin dê beg û axa me tim talan bikin

Ev nezanî cangiranî karekî nasazîye

Rêncberê şêx û melayî, karkerê axa û beg

Ê hinan pêkarine, lê ê hinan canbazîye

Ew kesê zana divêt tim wek Cegerxwîn bikin qîr

Raste, wî zincîr di mil da tim bi qîr û gazîye“.

 

Jiyana Cegerxwîn:

Navê wî yê rastîn Şêxmûs ê kurê Hesen ê Mihemed e ku ji yazde zarokan tenê ew, birayê wî Xelîl û xwîşkek bi navê Asya sax mane û ewên din tev di temenê zarokatiyê de mirine. Navê dayika wî ji Eyşan bû. Cegerxwîn bi xwe jî nizane ka di kîjan salê de hatiye dinê, lê sala ji dayik bûna xwe di navbera salên 1900-1903 an dide diyarkirin. Ew li gundê Hesarê yê girêdayî bajarê Nisêbînê li bakurê Kurdistanê di nava malbateke hejar û Kurdperwer de çêbûye.

Piştre ew ji ber helwesta xwe ya Kurdayetiyê koçberî rojavayê Kurdistanê bûne û li bajarê Amûdê bi cîh bûne. Bavê Cegerxwîn li sala 1918an li Amûdê wefat kiriye û diya wî jî salekê piştre di 1919an de li gundê Bêdirmemo miriye.

Wefata bav û diya wî jiyana wan ya asayî tevlîhev kir. Şêxmûs ji ber belengazî û hejariyê neçar maye ku ji temenê zarokatiyê karên şivanî, paletî, gavanî û berxvaniyê bike daku bikarîbe debara jiyana xwe bi rêve bibe. Demekê jî bûye feqehê ber destê meleyan. Di vê jiyanê de ye ku ew hêsîrî, belengazî û bextreşiya gelê Kurd dibîne û sedemên bindestiya Kurdan baştir nas dike. Û dikeve pey rêyekê ku dermanekî ji van êşên giran re peyda bike. Hêvênê bîr û rayên wî yên nîştimanperweriyê di van salan de tên darijandin. Dilêşiya Cegerxwîn ya ji bo qedera gelê wî ji kûrahiya dil û canê wî dihat. Pênaseya herî rast û durist ji bo kesayetiya siyasî-civakî ya Cegerxwîn helbestên wî yên himasî ne ku ji keç û xurtên Kurdistanê û Kurdayetiya pîroz re bûne manifestoyek bêmirin. Cegerxwîn di jiyana feqehî û melatiyê de li her çar perçên Kurdistanê geriya. Armanca wî ji karekî wiha ew bû ku bêtir derdên bindestiya gelê civaka xwe nasbike û di şiyarkirina wan de rolekî bilîze.

Cegerxwîn hê ciwan bû ku di sala 1927an de bi keça xalê xwe (Kehla Mistefa) re zewicî û ew bûn xwediyê 5 keç û 2 kuran. Kurên wî Keyo û Azad û keçên wî jî Sînem, Gulperî, Rojîn, Benîye û Selam in.

 

Çîroka jiyana Cegerxwîn ya li Kurdistanê dûr û dirêje. Lê xebatên wî yên siyasî di avakirina komele û civatên Kurdî de gelek balkêşin. Sala 1946an Cegerxwîn, Dr. Ehmed Nafiz, Arif Ebbas, Evdilrehman Axa, Mela Elî, Muftî Mela Ehmed û Hacî Yûsif „Civata Azadî û Yekîtiya Kurd“ ava kirin.

Cegerxwînd di bîranînên xwe de li ser vê civatê wiha dibêje:“ Vê civata me çend tiştên hêja kirin:

1-Civatê çil perçe daxwazname şandin Sanfiransîsko.

2-Çend caran me peya û nivîsarên xwe gihandin, şandin ji dewleta Mehabadê re.

3-Civatê gelek caran bi Ingilîz û Emrîkanan re danûstandin kiriye. Lê her duyan jî digotin:“ Hûn hevalbendên dewleta Mihabadê ne, hûn hevalbendên Sovyetistanê ne“.

Li vir bû ku birêveberên civatê bi rastiyeke dîrokî hesiyan:“ Welatên Rojava ji bo berjewendiyên xwe yên aborî xwestin ku rengê petrola Kurdistanê bi xwîna milletê Kurd rengîn bikin.”

 

Mamosta Cegerxwîn bi taybetî jî li ser nakokîyên civakî-siyasî yên li herêmên Botan, Mêrdîn û Rojavayê Kurdistanê pir disekine. Ew li pey wê hindê ye ku karekî ji bo doza netewa xwe ya belengaz bike. Ji ber wê jî bi xembarî wiha dibêje:” Heta sax im, ezê şerê xwarî û çewtiyê bikim. Ezê her dijminê zordestî û nexweşiya nava milletê xwe û cîhanê jî bikim. Ji ser vê awira xwe venagerim.”

Cegerxwîn di hemû nivîsên xwe de ji ber ku mezinên Kurdan derfetên mezin ji dest dane û nekarîne bi yekîtiyekê dewleteke xwe ya netewî û serbixwe pêkbînin, pir xembare. Ew çawaniya pêkhatina şoreş û serhildanên lîderên mîna Simkoyê Şikak, Şêx Mehmûdê Berzencî, Şêx Seîdê Pîran, Şêx Ebdulselam Barzanî, General Ihsan Nûrîpaşa, Mele Mistefa Barzanî, Seyîd Riza Dêrsimî û çawa pêkhatina Komara Kurdistan ya di bin serokatiya Pêşewa Qazî Mihemed da dinivîse û li ser sedemên têkçûna wan serhildanan jî dîtinên xwe bi awayekî xweş tîne ziman. Dubendiyên di navbera malbatên Kurdan yên mezin de ku dikarîn bi hevgirtina di navbera xwe de kerwanê doza Kurdistanê ber bi serfiraziyê ve bibin, cihekî taybetî di helbest û bîranîn Cegerxwîn de digirin. Bo nimune dubendiya di navbera malabatên Haco Axa û Cemîl Paşa da bûn sedem ku Firansî û Ingilîz çi qîmetê ji daxwazên Kurdan re negirin. 

 

Hatina Ewropa û Helwesta Kurdistanî

Cegerxwîn 03. 08. sala 1979an bi hevkariya hinek Kurdên ku li Swêdê dijiyan hat Ewropa û di demeke kurt de dest bi weşandina wan berhemên xwe kir ku ji ber qedexebûnê nekarîbû li Kurdistanê wan biweşîne. Êdî wî dikarî tenê di etmosfêrekî azadtir de nefesê bikîçîne, lê hewayê axa Kurdistanê çi caran ji bîra wî nediçû. Tevî ku temenê wî li jor bû, lê dîsan jî rojekê bi hîvîya vegera ber bi welatê xwe bû.

Ew li her derê şiyare ka li welatê wî yê par-par bûyî çi diqewime. Dema ku li sala 1979an gelên Îranê şoreşek seranserî li dijî Mihemed Riza şahê Pehlewî lidarxistin, pareke mezina Kurdistan jî ket destê Kurdên Rojhilatê Kurdistanê. Lê rijîma paşverûya Îslamî li dijî Kurdên azadîxwaz şerekî giran da destpêkirin ku heya sala 1984´an bi giranî berdewam bû. Wê demê mamosta Cegerxwîn li Ewropa bû û bi riya rojname, radio û Tv´yên Siwêdî behsa cinayet û xwînmêjiya rijîma Xumêynî dikir. Wî li dijî cihad an jî şerê pîrozê Xumêynî ku di 19.Tebaxa 1979´an de li dijî hemû Kurdên şoreşger li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê wî ve hatibû îlankirin, helwesteke tund da xuyakirin û di hemû hevpeyvînên xwe de rûreşiya vê rijîma kevneparêz bêtir ji raya giştiya Ewropa re da eşkerekirin.

Ger mirov bixwaze li ser hemû aliyên jiyana mamosta Cegerxwîn binivîse, lêkolîn û karekî dûr û dirêj pêwîste. Lê mamosta Cegerxwîn heya kêliya dawiya jiyana xwe Kurd jiya û evîndarê hemû Kurdistanê bû.

 

Naveroka helbestên Cegerxwîn:

Cegerxwîn di nava Kurdan de bêtir bi helbestvaniya xwe tê naskirin û hezkirin, lê berhemên wî yên din jî hene ku di pirtûkxaneya Kurdan de cihekî berçav digirin.

Di parek ji helbestên mamosta Cegerxwîn de bêtir ji her tiştî felsefeya serhildan û şoreşgeriyê li dijî dagirkerên talankar tê dîtin. Ew bi riya helbestên xwe bandorek pozîtîv li ser rewşenbîriya gel dilîze. Ger Kurdan di çaxê xwe de şîret û peyamên Cegerxwîn di piratîkê de cî bi cî bikirana, ez di wê baweriyê deme ku niha qedera siyasîya Kurdan di astekî din de bû û bêtir nêzî rizgariyê bibûn.

Cegerxwîn jî wek mamostayê xwe fîlsofê mezin hezretê Ehmedê Xanî, di nava Kurdan de bû xwîndingehek dewlemend ku di dîroka siyasî, çandî û civakî ya Kurdistanê de xwedî cihekî taybetîye.

Pareke din ji helbestên mamosta Cegerxwîn li ser evîndarî û dildariyê hatine vehûnandin ku têde serbihûriyên evîndaran tên dîtin. Sirûşta bedewa Kurdistanê evîn afirîne. Ji bona wê jî herçend Kurd di dirêjahiya jiyana di welatê xwe de bi şer û nexweşiyên mezin re rû bi rû mane jî, lê hertim netewek dilxweş û şad bûne, nexweşiyan ew ji evîna civakî, welat û azadiyê dûr nexistine. Herwiha di hinek helbestên nemir Cegerxwîn de navê wan bispor, zana, leheng, qehreman û helbestvanên Kurd ku ji doza gel û çanda xwe re karekî bihagiran  kirine, tê dîtin.

Di naveroka beşeke din ji şêirên mamosta Cegerxwîn de aştîxwazî û biratiya gelan tê dîtin. Ew dixwaze ku hemû mirov di nava aşitî û wekheviyê de bi hevre bijîn, lê behsa cudahiya ol û netewan nake û bi çavê mirovan li herkesî dinêre. Ew dixwaze ku cîranên Kurdan jî hurmeta hebûn û azadiya wan bigirin, daku bikarîbin tev bi hevre di tenahî û aştiyê de bijîn.

Cegerxwîn bihayek giran dide helbestên li ser dîrok û şerê Kurdan yê ji bo serxwebûna Kurdistanê. Ew bi awayekî berfireh canfîdayîya Kurdan di serhildanên cur bi curên li hemû Kurdistanê bi bîra nifşên piştî xwe tîne. Berdirxanîyên Cizîra Botan, Pêşewa Qazî Mihemed, Şêx Seîdê Pîran, Dr. Nûrî Dêrsimî, General Mistefa Barzanî, Dr. Fûad, General Ihsan Nûrî Paşa, Simkoyê Şikak, Şêx Mehmudê Berzincî û hwd ji wan kesanin ku navê wan di helbestên nemir Cegerxwîn da tên dîtin. Ew navê sembolên rêya bi şan û şerefa doza Kurdistanê bi bîra me tîne ku stûn û bingeha dîroka azadîxwaziya Kurdistanê çêkirine.

Di nava parek ji helbestên Cegerxwîn de dijayetiya li hemberî hinke axa, beg, mele û şêxên xayîn û Kurdfiroş tê dîtin. Cegerxwîn ji çaxê zarotiya xwe gelek zor û sitema axayan dîtiye ku bûye sedem heta malbata wan çend caran ji tirsa wan dest ji mal û jiyana xwe berdane û aware bûne. Hinek axa û begên bêbext ku ji bo dilxweşiya cendirmên Tirk heta bav û birayên xwe jî dikujin, di helbestên Cegerxwîn de sedemên bextreşiya gelê Kurd tên hesibandin. Ew ji gel dawa dike ku li dijî rewşt û a´detên civaka feodalîzimê ku hinek axa, şêx û begên nezan serkêşiyê jêre diken, serî hilden.

Herwiha Cegerxwîn li dijî faşîzimê ku di çaxê şerê cihanê yê du-duyan de rûçikê xwe yê gemar nîşanî mirovahiyê da, helbestên bi naveroka xwe dewlemend vehûnandine.

Di pareke din ji helbestên Cegerxwîn da dijayetiya li dijî ayînên kevneperestiyê ku peyrewên wan hertim dixwazin gel di çarçoveke sinordar de bimînin, tê dîtin. Ew naxwaze ku gelê wî yê bi esalet û resen di cîhana ku herkes dixwaze tê de pêş bikeve, kerr û kor bimîne.

Bi bihîstina helbestên Cegerxwîn mirov ji dil dixwaze ku di nava dil û mejiyê xwe de şoreşeke hemûalî pêkbîne. Kurdistan gotina wî ya yekê û dawiyê ye. Kesê ku bi hemû hiss û heza xwe axa Kurdistanê neperêse li cem mamosta Cegerxwîn mirove nayê hesibandin. Ji ber ku kesê li axa welatê xwe hez neke, dikare namûsa xwe jî bifiroşe. Ji ber wê jî Cegerxwîn di hemû berhem û gotarên xwe de dilşewatê bindestiya welat û gelê xwe ye.

Cegerxwîn bi hûrbînyek hemûalî di pirtûka xwe ya bi navê „ Jînenîgariya Min “ de bîranîn û tecrûbeyên jiyana xwe beyan dike. Ew ji ber zekawet û ramanên xwe yên kûr, zû pêhesiya ku di welatê wî de hinek mele û şêxên xwefiroş û xayîn bûne alet û amirazên siyaseta dagirkerên Kurdistanê û ew bi navê dîn û olperestiyê şoreşger û welatparêzên Kurd di nava civata wan de bi destê dagirkeran ji nav diben an jî wan di nava gel de ku bi sed rengan hatiye xapandin, rûsar û bêqîmet diken. Cegerxwîn rind û xweş pêhesiya ku dijminên azadî û serxwebûna Kurdistanê bi riya hinek şêx û meleyên nezan, olperestî di devê riya welatperweran de kirine kelemên pir asê. Bi awayekî ku di dîroka azadîxwaziya Kurdan de dîn û olperestî pir caran bûye sebebê êşandin û binketina doza gelê Kurd. Cegerxwîn di cihekî pirtûka xwe de dibêje:“

Daxwaza me ne ewe ku em dixwazin tenê şerê dîn bikin. Lê em dixwazin dînê bi rastî bidin xuyakirin ku dîn ji bo çi hatiye? Ji bo çi çêbûye û çawa bi pêş ve diçî? Îro dijminê miletê Kurd çawa dikin kêreke tûj û zikê miletê me pê diçirînin. Miletê me – Kurd –pê li paş dihêlin, pê dijminaiya me dikin. Lê ew dînê ku hatiye danîn ji bo paqijkirina dilê mirovan ji neqencî û pîsîtiyê, ji xwînrêjî, talankerî, dizî û keleşiyê, îro bûye alîkar ji bo kuştin, şewat, talan, dizî, berberî û dijminahiya miletê me.(1)

 

Cegerxwîn bi xembaryek giran çend bîranînên xwe li ser bend û berberiyên e´şîrî bi bîr tîne. Ew dide xuyakirin ku êlperestî qirêja hizar salan bi nav mejiyê xwendevanên Kurd de dirijîne û riha mirovan bi jehir dike ku heta neyariya doza gelê xwe jî pêbiken. Cegerxwîn xemxwarê wê hindê ye ku çima û çawa „ Romîkên qûnbicilik “ bera axa û e´şîrên Kurdan didin hev û ew ji bo tiştên kêm û bêqîmet hev dikujin û rûmet û welatê xwe belaş pêşkêşî dijminê xwe dikin.

Mixabin ji mêjda heya niha hê jî gelek Kurdên nezan û nexwende bi hêsanî dibin evîndarê diravê dijmin û bi nezanî rûmet, keramet û welatê xwe, di bin lingê hespê dijmin de dipelixînin. Ev karê Kurdên welatfiroş dilê Cegerxwîn dişewtînin û ew dermanê vî derdê çend hizar salî, tenê di xwîndin û pêşkeftinên civakî de dibîne.

Dema ku du aliyên Kurd (çi ewên nîştimanperwer û çi ewên ku di xizmeta dewleta Tirkiyê de ne), ji bo tiştên bêqîmet hev dikujin, Cegerxwîn pir nerihet û xemgîn dibe û di bîranînên xwe de gelek nimuneyên bi vî rengî dide xuyakirin. Ew tim ji me dipirse ku:” çima divê tenê Kurd ji bo berjewendî û dilxweşiya Tirk, E´reb û Farisan hev bikujin, bêy ku bigehijin armanc an jî tiştekî din”.

Ev derdê sedan salaye ku mixabin hê jî didome û Kurdan hê jî dermanek jêre nedîtine.

Nivîskar û rewşenbîrên Kurd di jiyana xwe de kêm ketine ser wê fikirê ku bîranînên xwe binivîsin, lê mamostayê payebilind Cegerxwînê nivîskarê Hawarê û hevkarê mamosta Celadet Bedirxan di pirtûka bi nave “Jînenîgariya Min” de bi hûrbîniyek têr û berfireh hemû bîranînên xwe ji çaxê zarokatiyê heya wê dema ku kariye, nivîsandine. Ev karê bi kêr û bêrê Cegerxwînê evîndarê azadiya Kurdistanê bêgoman yê di paşerojê de ji gelek rejîsorên Kurd re bibe sojeyên dîrokî ji bo duristkirina filmên cur bi cur li ser dîrok û jiyana civakiya Kurdan.

 

Berhemên Cegerxwîn:

Cegerxwîn di jiyana xwe de mirovekî aktîv bû. Pir dixwend û dinivîsand, lê ew di wê baweriyê de bû ku çiqas mirov binivîse divê çar hindî wê jî bixwîne û li ser karê ku dike bi berfirehî lêkolînê bike. Berhemên mamosta Cegerxwîn yên çapbûy ev pirtûkên jêrin:

_ 1. Dîwana Yekem: Prîsk û Pêtî, 1945 Şam

_ 2. Cîn û Gulperî, çîroka Yekem, 1948 Şam

_ 3. Dîwana diwem: Sewra Azadî, 1954 Şam

_ 4. Reşoyê Darê, çîroka diwem, 1956 Şam

_ 5. Gotinên Pêşiyan, 1957 Şam

_ 6. Destûra zimanê Kurdî, 1961 Bexda

_ 7. Ferheng, perçê yekem, 1962 Bexda

_ 8. Ferheng, perçê diwem 1962 Bexda

_ 9. Dîwana siyem: Kîme Ez? 1973 Bêyrûd

_ 10. Salar û Mîdya, 1973 Bêyrûd

_ 11. Dîwana çara: Ronak, Weşanên Roja Nû- 1980 Stockholm

_ 12. Dîwana Pênca: Zend-Avêsta, Weşanên Roja Nû- 1981 Stockholm

_ 13. Dîwana şeşa: Şefeq, Weşanên Roja Nû- 1982 Stockholm

_ 14. Dîwana hefta: Hêvî, Weşanên Roja Nû- 1983 Stockholm

_ 15. Dîwana heşta: Aşitî, Weşanên Roja Nû- 1985 Stockholm

_ 16. Tarîxa Kurdistan – Cilda 1, Weşanên Roja Nû- 1985 Stockholm

_ 17. Tarîxa Kurdistan – Cilda 2, Weşanên Roja Nû- 1987 Stockholm

_ 18. Tarîxa Kurdistan _ Cilda 3, Weşanên Roja Nû- 1999 Stockholm

_ 19. Folklora Kurdî, Weşanên Roja Nû- 1988 Stockholm

_ 20. Jînenigariya Min, Weşanên Apec – 1995 Stockholm

_ 21. Nivîsarek li ser dîbaca Ehmedê Xanî, mixabin hê nehatiye çapkirin.

 

Wefat û Wexera Dawiyê

Roja 22. 10 sala 1984an Cegerxwîn li xerîbiyê û dûr ji axa bav û kalên xwe Kurdistanê (li welatê Siwêdê) çû ser dilovaniya Xwedê. Ev xebera nexweş di nava raya giştîya Kurdan de zû belav bû. Lê dema termê wî vegerandin bajarê Qamişlokê bi hezaran kesan di merasima veşartina termê wî de beşdarî kirin. Keç û xortên Kurdistanê ji ber wefata wî hêsir barandin, ew bi bîranîn û bi xemgînîyek mezin termê wî di hewşa mala wî ya li bajarê Qamişlo sipartin axa pîroza Kurdistanê.

 

Mamosta Qenatê Kurdo ku di salên dawiya jiyana xwe de karî Cegerxwîn ji nêzve bibîne derheqa Cegerxwîn de wiha dibêje:

„ Cegerxwîn şaêrê azadîxwaziya neteweya Kurd e, dengbêjê dostî û hevkariya miletan e, şerkarê aşîtîya dinyayê ye, nav û dengê wî li her çar parên Kurdistana parvekirî da belav bûye. Di zemanê me da derheqa wî û efirandinên wî da gelek gotar û miqale nivîsîne û di kovar û rojnaman da çapkirine, qedir û qîmetê helbestên wî anîne ber çavan, dinya pêhesiya ew çi mêre, çawa jiye, çi kiriye û çi efirandiye“(2).

 

Çavkanî:

_ 1. Cegerxwîn: Jînenîgariya Min Rûpelê 9´an.

_ 2. Tarîxa edebyata Kurdan. Qenatê Kurdo

_ Hevpeyvînek kurt bi Keyo Cegerxwîn

 

Du helbestên mamosta Cegerxwîn:

 

1. Ayîna Min

Hey ayîna min, diçim tu dimênî

Li vî rûpelê jînê dixwênim,

Tu ayîna min ez ayîna kê?

Şeveke tarî, reş û rê winda,

Ez û tu herdu remzin Cegerxun!

 

Lê nizanim ka paşê çi dibênî,

Li rûpelê dî ka tu çi dixwênî...

Kî me diçênê, kî me hiltênî?

Di vê rê de kes kesî nabînî...

hemî yek in em çi hişk çi şênî.

 

2. Ola Me Xortan

Em welatê xwe nadin bi Berlîn,

Deşt û latên xwe em nadin bi Çîn

Welatê me ye bilind e şêrîn.

 

Ola me xortan miletperestî,

Ji me dûr dixî xwarî û sistî.

 

Îro namûs e, rabin ey millet,

Doza xwe bikin bi dîn û dewlet,

Welatê me ye, xweş bûye cenet.

 

Ola me xortan miletperestî,

Ji me dûr dixî xwarî û mestî.

 

Pismamê Ristem Kurd û Madî ne,

Hemdemê Roman, xortên Kurdî ne,

Bê xwendin mane Cegerbixwîne.

 

Ola me xortan miletperestî,

Ji me dûr dixî xwarî û mestî

 

kakshar_oremar@yahoo.de

 

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002