Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Kevnetor


 

 

Hovo û Hirçê Cezîrê


Danehev û berhevkirin: 
         Serhan Îsa

 

Ji kevnetorê Kurdî

Dibêjin li Cezîra Botan Hirçek ketbû devê gelîyekî, ku kesekî bi rê û rêwanî jî êdî nikarî bû di wir ve here û were.

Hovo jî şivanê Keşê ye, zend û bendên Hovo ji gotina mîna du stûna ne, pirça sînga wîna du bost û nîvan dirêj e, newqa wîna jî destê du mêran lê nagihê hev, serûbinî hevûdin bûye mîna kelpîçekî ji kelpîçên Dêrên Ermeniyan, tolekî Hovo jî heye navê wîna Quto ye, darê Hovo yê şivantiyê jî bi qasî zendê mêrekî wisa stûr e.

Rojekê ji rojan Hovo jî berê pezê xwe da wê nehêlê, a ku Hirç tê de, dibêjin segurkê lêda, Hirç jî ji kuna xwe derket û ber bi Hovo, Quto û keriyê pez hat, bû kewte kewta Quto êrîş berda Hirçê, pişta Hirçê da latê ew kire dîwarê hesarê, hema Hovo jî rahişte wî zire kopalî û heta Xwedê hêz dayê bi ser serê Hirçê de berda ew di ciyê cî de kuşt.

Dibêjin çend roj di wê navê re çûn xelkê Cezîrê pê hisiyan ku Hirç hatiye kuştin, xwedîxêran xeber dane Bedirxan Beg ku mîrê min bi enya bavê te Hirçê Cezîrê hatiye kuştin û kurm û mêşan girtine kelaşê wî.

Bedirxan Beg ferman da xelkên Cezîrê ku bilezînin ka ji min re peyva rast bînin ka bê ma kî ev Hirç kuştiya.

Pirsîn li vir li wir go kî kuştiye kî nekuştiye go ezbenî bi Xwedê dibêjin şivanê Keşê, Hovo, Hirçê Cezîrê kuştiye.

Ê go baş e... Bedirxan Beg jî bi bayê bezê peyak ji peyayên xwe bi rê kire dûv Keşê û Hovo... ku mîr sibe we li dîwana xwe dixwazê...

Serê sibehî Keşê êk bi rê kire ber pez li ciwaniyê siwar bû, Hovo jî bi rex ket, û Quto jî da dûv wana û qesta Birca Belek kirin...

Bi rê de Keşe li Hovo zîvirî go Hovo ey Xwedê ji te sitando emê herin dîwana mîrê Botan vî toleyî ji dûv me vegerîne, şerm e, tê hetka me bibe, Hovo li pêşiya Keşê zîvirî go Keşe tu dixwaze ez çarenûsa te jî bikim weke yê Hirçê Cezîrê, de bimeşe lê Xwedê ji te nestîne bi izetê navê Xwedê kim ezê vî kopalî di newqa te re bikişînim ku tu ne bide û ne bistîne! Çi serê te ji Quto têşihê.

Belengazê Keşê go bi Xwedê Hovo ye ne dûr e ku wisa bike heme emrê min ji Xwedê re.

Gihiştin Birca Belek derbasî hundir bûn nerîn ku wa ji mîra, mîreka, gundiyan, û xizmetkaran mir mir ji Bircê tê, hemî rûniştîne, Keşe silav li wana kir derbas bû, Hovo û Quto jî di nav pêlavan de qûna xwe berdane erdê... Mîr Bedirxan Beg taştê ji wana re xwest... taştê xwarin... Sebîlên wana dagirtin... bîna xwe berdan..

Mîr go Hovo ka were vir tenişta min…

Hovo jî rabû li tenişta Mîr û Keşê de rûnişt…

go Hovo te Hirçê Cezîrê kuşt?

go belê ezbenî...

Hovo de ka ji me re bêje te çawa kuşt, ev Bedirxan Beg jê dipirse?

Hovo go ezbenî weke ku tu Quto bî

U Keşe jî Hirço bî,

û rahişte darê xwe ku bi ser serê keşê de berde Bedirxan Beg kire qîr,

go gidî vî hirçê Xwedê bigrin wê Keşe bikûje, dibê Sê Çareka xwe zer kirinê dar ji destên wîna der anîn…

bihnek têve çû Mîr Bedirxan Beg go ka ezê mêraniya Hovo biceribînim.

Ji nişkan ve xwe zerkire xavika wîna û go pixk.

Hema Hovo ji new de rabû rahişte dar ku bi ser serê wîna de berde go pixk û kuna Dê…

Dibê dîsa Bedirxan Beg li pasîvanan kire qîr go kuro wîna bigrin bi Xwedê wê min jî bikûjê…

Çîroka min çû diyara

Rehme li dê û bavên xwendevan û guhdaran.

 

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002