Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Gotar


 

 

BÎR Û BAWERÎ

 

ADAR JIYAN

“Ger bawerî winda bibe û şeref

bimire, mirov jî  têk diçe.”

Whittier

Mirovên hişmend û aqildar ew in ku her gav dibin xwediyê bîr û bawerî û vîndariyên  bêhinkuf û  bêhempa. Pêgirêdana bi fikr û ramanê; ango  baweriya mirov  a jidil û can, bêşik payedariyeke pir û pir mezin e.  Tiştê ku mirov digihîne qata herî jor a giranbariyê jî dîsa  bîr û baweriya mirov e.. Her mirov, dikare bi saya bîr û baweriyê bi xwe hay bibe û xwe bigihîne asta mirovbûyînê. Jixwe ku  bîr û bawerî tune be, tu hukmê hest û ramanê jî namîne.

Her çend ku di jiyana mirov a awarte de, vîndarî gelek caran roleke pir girîng û diyarker dilîze jî, dîsa  tu kes  nikare bê bîr û bawerî peywir û binbariya xwe pêk bîne. Tiştê ku vîndariya mirov li ser piyan dihêle an jî zîndariyê dide cest û hestên mirov, baweriya wî/ê ya  jidil û can a bêdeman e. Bi heman awayî, berxwedan, biserketin an jî  radestî û têkçûna mirov her  gav girêdayî rewşa bîr û baweriya wî/ê ye.  Wekî din jî  tevger, bizav, livdan, tekilî û pêwendiyên mirov ên asayî û rojane jî li gora bîr û baweriya wî/ê dicivirin û dirûv digirin. Bawerî, çawa ku dibe mebesta jiyana mirov wisa  jî dibe egera mirin û xwefedakirina mirov jî. Gelek kesên ku dikarin di riya baweriyê de bêşik canê  xwe bidin -û didin- hene.  Ev yek  jî ji  pêgirêdana nirx û hêjahiyên ku mirov qedr û qîmet didiyê tê. Çi dibe bila bibe ger ku mirov bawerî bi tiştekî anîbe, dikare di oxirê wî tiştî de gelek tiştên din jî  feda bike.

Bîr û bawerî, gelek caran dibe sedema têborîna xew, xwarin, vexwarin, vehesîn, mal, milk  û heta fedakirina ruh û canê mirov jî.  Ger ku baweriya mirov li tiştekî rûniştibe -can jî tê de- ew dikare her tiştê xwe feda bike. Belê ku bawerî tunebe,  mirov nikare bi qasî misqalê zêr jî xwe biêşîne û avê di nava xwe de biçelqîne. Lewre bîr û bawerî, her gav mirov arasteyî  hestên qenc, fikr û ramanên erênî dike. Wekî din jî ew, her gav  mirov ber bi ked û tab, xebat û lebat û  kar û barên  sûdewar de didehfîne.

Ji bo nirx û hêjahiyên ku bi bîr û baweriyê hatine hûnandin û afiradin, tenê ne xew û xwarin an  mal û milk û dirav; mirov gelek caran dikare seranser jiyanekê jî  feda bike. Ango di wê riyê de temenekî xerc bike. Neheqî û heqdariya mirov li aliyekî, çi bikêr û çi bêkêr, an jî çi  bixêr û çi bêxêr... çi dibe bila bibe, gava ku mirov baweriya xwe bi tiştekî anîbe, bêgûman dê ew di wî warî de bêşik bi ser bikeve. Çimkî bawerî, ji bo herkesî hêz û hewcedariya herî girîng û jênager e. Kêm- zêde, her kes bi tiştekî bawer dike û her mirovê/a ku dijî xwediyê  baweriyeke bêdeman e. Ew bawerî, dibe mebesta jiyana mirov. Jiyana mirov bi nîgaşên dahatûyê dikemile. Nigaşên dahatûyê jî bi dîmen û nîgariyên baweriyê dixemile

Feylosofê navdar Konfîçyûs dibêje: “Mirovên ku baweriya wan bi tiştekî tune be, ew ji  tiştekî re nabin”. Ev gotin, nayê wê wateyê ku hin mirov bê bawerî dijîn an hin mirov ji tiştekî re nabin. Mebest û armanca ramanwer ev e ku  mirov bi tiştekî bawer kiribe divê ku di oxira wî tiştî de fedekariyê bike an jî qîmetê bide baweriyê. Ji do heta îro, gelek kesên qenc û xêrxwaz ên ku ji bo dahatûya mirovahiyê xwe feda kirine, hene. Hemû jî bi bîr û baweriyê hatine arastin. Ew bîr û baweriya ku mirov ji berjewendiyên kesane û demdemî yên bêsûd û bêxêr bidûr dixe. Ew baweriya ku mirov dikemlîne, disitewîne û têkûz dike. Ew baweriya ku mirov tevê hebûn û xwebûna xwe fedayî civak, gel û mirovahiyê dike...

Bi mirov  re tiştekî  wisa sergirtî, dapoş, nixamtî, belê heta bêbes girîng heye ku kes zêde hay jê nîn e. Car heye ev tişt dibe sedema veguhêranên civakî û her wiha tevger û şoreşê gerdunî û dirokî jî. Car heye artêşên bêhempa yên leşkerî têk dibe û tîne gûzeka xwe. Car heye mirina dilhişk û stemkar ji ber çîz dike. Car heye dikare hesinê sar bitewîne, çiya û giyaran  bixurimîne... Îcar bi rastî ev yek bîr û bawerî ye !  Bîr û bawerî ! Tenê bîr û  bawerî !

Bîr û bawerî, hêzeke livdar û manîdar e. Bîr û bawerî  mirov dikişîne qada ezmûn û taqîkirina civakî. Bîr, bawerî, hizr û tixumê jiyaneke manîdar ê ku di dil û vîn a mirov de aj dide û mirov ji nû ve vedijîne û radike ser piyan. Bîr û bawerî, hest û dilînek e ku mirov digihîne merhaleya herî bilind û payeberz.

Em di vê bîr baweriyê de ne ku mirovên bi bîr û bawerî her gav hebû ne. Çimkî do hebûn îro hene û dê sibê jî hebin. Dîsa hêvî û daxwaza me ew e ku dê di her dem û dewranên dîrokî de, mirovên dilawer, berxwedêr belê bi bîr û bawerî li me bigihên û di hawara me û mirovahiyê de werin. Montaigne dibêje: “Mirov tiştê ku herî hindik pê dizane, herî pir baweriya xwe pê tîne.”

 

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002