Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


We
şan


 

 

Çarikên Berbangê derket

 

Qado Şêrîn

Bi alîkariya yekîtiya nivîskarên kurd-leqê Duhokê û ji çapxaneya Hawar, li başûrê kurdistanê dîwana yekemîn ya helbestvana kurd Xelat Ehmed di bin navê Çarikên Berbangê-Tiryaq û bi erebî derket.

Belge ji karê hunermend Îsam hecî Tahir e. Pirtûk 84 rûpele ji beşê navê û ji 13 helbestan e.

Ji nav helbestên vê dîwanê hin helbest ji bo zimanê kurdî ji bilî Ehmedê Huseynî, Xemcivîn, Jan Dost û hin din, hatine wergerandin.

-Xelat Ehmed beşdarî di kovara Hejelname de wek helbesvan û wergêr, kiriye.

-Folklor û dîrok ji kurdî wergerandiye Erebî.

-ji Celîlê Celîl, Rohat Alakom, Cigerxwîn, Keça kurd, Sûzan Samancî û Qado Şêrîn re berhem wergerandiye erebî.

-Xelat Ehmed di sala 1972an de û li Dêrika Hemko(( rojavayê Kurdistanê)) ji dayik bûye.

 

Min helbestvana kurd Xelat Ehmed bi helbestên wê yên balkêş û hêja nas kir, çimkî wê di gelek malper, rojname û kovaran de helbestên xwe weşandiye, wek: tirej.com, jehat.com, iraqiwriter.com û gelekên din.

Nimûne:

http://www.tirej.net/helbestan/1.%20Xelat.htm

http://www.tirej.net/index.2028.xelatehmed..htm

http://www.alahali-iraq.com/newspaper/91/12.pdf

http://www.jehat.com/ar/default.asp?action=article&ID=4214

Helbestên wê bala min wek ya gelekan kişand û min xewnin mezin li ser ava kirin ku Xelat Ehmed dê bibe helbestvaneke navdar, hin di helbesta erebî û hin di ya kurdî de, ji ber ku helbesteke bilind dinivîsîne, ev nerîn û dîtina gelek nivîskarên kurde jî. Xelat ji helbesta xwe hez dike û xwe baş pêre diwestîne ta ku helbesteke xurt û bilind binivîse, kê jêre xwendiye gihaye vê baweriyê. Ez bawerim dê navekî mezin pêkeve.

Helbestên Xelat Ehmed li ser jiyan, dîrok, kultur, tenûr, rabûn û rûniştina gelê kurde, dema tu helbesta wê ya bi erebî dixwîne tu xwe û kurdayetiyê têde dibîne. Mijarên wê hilbijartîne. Wêne û simbolên wê xweşik û nazik in, ji merov weyê ku ew wêne û simbol bi merov re bûye, ango di jiyana her kesî de bûne û naskirîne.

Helbestên Xelat Ehmed li ser jiyan, dîrok, kultur, tenûr, rabûn û rûniştina gelê kurd in, dema tu helbesta wê çi bi erebî û çi bi kurdî dixwîne tu xwe û kurdayetî û jiyana xwe têde dibîne, helbestên wê neynikin merov rastî, xerabî, şikestin, avakirin û evîna xwe tîne, merov xwe têde dibîne. Helbestên wê banga her zarokekî kurde, qêrîn û hawara kurde. Her merov xwe di helbestên wê de azad dibîne, bi taybetî evîndarên ku li ser xewn û hêviyan dijîn û li dilbera windayî digerin.

Di helbesta xwe De bila guhîjok di xuşîna xwe de gêj bibe, dibêje:

Pîrikên me

Pêşmalk bi rûn

Çêçkên qaza û bîranînan tajon

Balinde tevnên wan dixwînin

Ez û te di hêlînê de

Niklê hev diramîsin

Evîndariya helbestiyane ev bixwe ye, merov evîndar dike û bi hembêz û ramûsana dilberê re germ û ji nû vedijîne.

Xwendin û peydakirina pirtûka Xelat Ehmed hiş û raman û pirtûkxaneya we dewlemend dike.

17,10,2004

 

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002