Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Wergerandin


 

 

Min ne histirîne, ku ez bi te lafaw didim

 

 


Axîn Welat

 

 

Wergerandin ji Erebî:  Hesen Salih

Rijîna stêra dawîyê,

Heta ko seetên pêşiyê ji roj elindê

Nîşana hatina te ya hatûbat xuya dikir,

*   *   *

Bi lerîn bi ser xwe de,

Dikim birûskan bidim,

Kûratîyan bingor bikim,

Tilîyên min dikirrîne,

Gurregurr di stûwê min de,

Û dem di baznê destê min yê çepê de dirên.

Ji bo birûskdanê,

tenê meya ku ji lêvên min didûbe

Û avek ku dilop dike

Evê hemû şihînê, naxwaze.

***

Tu veşareyên tarîyê, 

Û ji nişkave ya gihorînê eşkere dikî.

Tu min hêstir ne barîne,

Ku ez bi te lafaw didim... 

*** 

 Hatina te ji bo min ne bo,

Ne jî sazîya gulan

Di berbanka baranê de.

***

Min avabûn daqurçand.

Şîn û dûrûdrêjîya babirekan, 

Dexesîya min dikin.

pêl bi min re na gehe,

Û ew benderên ha 

Şehmozîya min berbest nakin. 

***

Stêr di rijine nav kefê, 

Ez û berf û paşiya gemîyê,

Dibin yek.

Gemîvan xuya ne bû ...

Ez ê ji çîrreçîrrê bi cegertir bim.      

***

Ka werîsên xwe bîne,

Bi hêz girê bide, 

Rogehên bayî hevsar bike..

Henaseyên te û bîrîkirin,

Min werdipêçin, 

***

Tu dewlika xwe dadihilînî xewa min,

Tilîyên te û xîçên herdu lepên te, 

Geş bûn.

Dewlik giha ewperê hatubatan,

Ji bo kulîlkdana te ya di dû re

Tilîlîyan didim. 

***

Êdî girew bê havil in, 

Sîber edî ji hev naçe, hindik nebe

Wêne

Zerikî diwerine lepên me,

Ez mişebûnên te kedî dikim, 

Ez ê her dû lingên xwe di çîtan de biçînim,

 Û emê rêzdarîya avê bi lewtînin.

***

Babirek,

Bi westyana ewr ên ewrîn ..

 Ên bê deng Di lîzin.

Gihiştina heyvê

Ji bo demek dî rabigre. 

***

Ewa şevê barîna min tijî dike. 

Şikûdar e ev xewzirî,

 Heta westyanê bîn dide min. 

Dikare biwijandina me ya nêzîk

 Derbas bike.  

*** 

Her tiştê ku ez jê raperîm

Wê biçeme, û bi ler e, 

  Paşê di niqûm bûna min a bi lez de, 

 Û di çirisîn ên avê,  

 Di ketina dawîyê de, bi gulmiçe.

*** 

Di te de niqûm bûme

Ez nahêlim ev êvarî 

Bi gelhoyî ji dest biçe. 

 Ez dê keser 

 Bi keser 

 Êvarê rapêçim, û zevîyên te rapêçim,

 Bin kefşên xwe,  

 Da ku tu di ramûsaneke dirêj de kulîlk bidî. 

5ـ 7ـ 2004

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002