Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


çîrok


 

 

BIRÎNA KEFNIKÎ

 


  Pîr Rustem

 

Di taqê re xwe avêt hundirî bi qirika Heso girt û bi kulma yekem re xwînê di dêv û bêvilan re avêt. Bi wê nekirî şeşare ji ber nava xwe derxistî qoqê wî kuta û mîna cebeşek were pelxandinî xwînê xendekên rû kolan û çendeke nûhî di rûyê Heso de vekirin.? kesekî mêrxazî di ber xwe de, got:

- Yek destên xwe bavêjin vî zaroyî û ji ser Hesenîko bidin alî. Hêrsê zaro, mîna ku, wî kesî gotiye, dahat. Dev ji Heso berda, cilên xwe dûzkirin, temriya li ser eniyê belavbûye hilda, nan kir dest xwe, deriyê tirambêleke sipî-dirêj vekir û vîzînî bi tekeran xist, sîngê bajêr, dem û dêlan qelaşt.

Kesên ku, dixwestin nên bibin û yên bi dengê lêdanê kombûbûn, li dora Heso civîn; Ewê dixweze bi gotinekê dilê wî hûnik bike, yan jî birînên wî bibîne. Bi evê bûyarê re, min Heso naskir û dibêjim belkî nûha verşiya piraniyên we, ji min tê, lê ne xeme hûn ji min ne çêtirin, win tev li wir bûn û kesekî ji we alîkariya wî nekir, çima loman ji min dikin û nayê xwestin ku, ez ji were bêjim: çawa gihîştim Heso; Zanîna we, ji hevnaskirina me re, bê sûdeye û karên bê sûde, bi taybetî, di qehwa û meyxanan de têtin firotan, bi devê zana û rêzanan û ez ne ji wan im.

- Heso.. . Eger ku, tu çayekê çêbike, emê digel çixarekê û bi helezî li ser vê pakêta li pêş nangehê, “firnê” Vexwin. Bi bihistina navê Heso re, ew bê deng ma, çav tijî hêsir û pêlên bîranîna, di ser hev re hatin û herkîn.

- çima tu digrî. çavên min bi tiliyên wî ketin, min nedît ku, di ewê bûyerê de ti movikên wî firîbûn û xûyabû wî ramanên min naskirin, lewre û ji nişkave destê xwe veşart û bi hêrs li min nihirî.

-  çima bala te li destê min e.

- Ez nizanim çi bêjim, bes bawerim ku, ev birîna te kevine û ne ji ber bûyera wê rojêye.

- Ew ji te nayê xwestin ku, tu zanibî birîna min kevine yan nûye.? bi gotinên xwe re, di hundirê nangehê de winda bû û piştî demekê serî dirêj dike, hilmeke germ ji bêvilên wî dikişe, siya Heso dirêj dibe û dibe, rûyê wî û çaydanê çayê di derî re derdikevin, lê kesekî dine; Eger ku, min nizanîba ez û wî di nîvê evê şevê de bi tena xwene û ya bêtir eger ne ji tiliyên wî bana min ê bigota kesekî din dertê; Ew hêsir, rûyê Dilovan, dil-hênikiya wî, bi carekê hatine şewtandin û arî, hovîtî û dilreşî li şûna xwe hêştin. Tirsê dilê min girt û ew berkenî dibe belkî ev cara yekmîne ku dibîne piçekî ji hovîtiya teban bi wî re jî maye û dikare kesekî bitirsîne, wî tiştî hêşt ku ew hinekî bi mêraniya xwe hest bibe.

- Tu dixwezî zanibî çima movikin ji tiliyên min firîne..  ne.

- Ger tu bi wan bûyeran di êşî naxwazim. “Tif li du-rûya.. xwe dikim çima tu nizanî ew pê di êşe hey bê rûmet çima tu derewan dikî û dibêjî: Eger ku pê di êşî naxwazim bi hîsimî tu ji qumsiyê Beko derwîntirî ger ku tu wilo bibêjî”.

- Na dixwazim derînim. Dengê wî ramanên min dizîn. Ev bû bîst û pênc salin ku wan ser dil girtiye û wek tu dibînî; Temenê min gihiştiye çel û tiştekî bê zanavî pîrek û mal.. heya bê nivîn û balîv. Nangehî jîn, dem û warê min e; Xwarin, xew û.. . Hinekî rawestî, çixareyek pêxist û dûyê wê golên bîranînanî bûyarên kevin vegerandin.

      Fît-fîta Hesoye di zuqaqên gund de, berê xwe daye mala birê xwe. Dema ku, ew li hemberî gund rûniştîbû û temaşa malan dikir, belkî keçekê di deverekê de bigre, dît kesek derbazî mala bira yê wî dibe, ji cihê xwe hilbû û daket.

Ji berî ku, ew xwe bi bêdengî li hundir badê û li ber derî hindekî rawestî û ji xwe pirsî: “Gelo, çima di vê germê de, van derî nîv girtîkirin e”. Lê gêra ber dilê wî nekir; “Dibe ku, ji bo toza bênderan wilo kiribin”. Bi ketina hundir re, çav di serî de sorbûn. Gotin, hêsir û xwîn di lêşe de silbû û zemîn li ber çavan reş bû, bi rabûna wî kesî re, ji hembêza pîreka birê.

Qêrîn bi pîrekê ket; çawa wî rê ji xwe re dît û ewê bê ferman bikeve hundir û bi dengê wê re, ew kes gihîşte ber derî. Heso xwest rêya revê li pêş bi bire, destek hilat û kêra di dest de, hin  movik ji tiliyên wî firandin. Pîrek jî gihîşt gedûkê, hawara xwe ji gund xwest. Cîranên nêzîk û dûr kombûnî ew ji nav lepên wî derxistin û jê pisînî lê deng bi Heso neket û li hemberê, devê jinikê nakeve hev, hawara xwe dike xelkê gund ku, wê ji nav lepên vî teresî derînin; Evê dixwaze rûmet û seriyê birayê xwe berdê erdê, bi anîna şerê xwe bi ser wê de.

Dema xelkên gund ev gotina bihîstin, xwastin Heso bi perçiqînin, lê li dawiyê ji xwe re gotin: “çiyê me jê heye, ma ne tolazî û rûmet ya wîye”. ? her yekî devê xwe tijî xwazî kir, û.. .

Ro çû ava, kesên malbatê tev civîn. Heso di civatê de, devê xwe vekir, lê piraniy wan jê bawer nekirin, bilî dê û nemaze mêrê jinikê qêriya û çend şeqam gihandin wî. Ji wê rojê û virde û vaye bû bîst û pênc salî ew venegeriye gund û heya nema dihêle laşê wî jî vegerînin wir. Bi dawiya çêrokê re, Heso rabû ser xwe û bi hêrs bi qirika min girt, ez têvedam û ew kete hundirê nagehê û banga dawî li min kir.

- Nuha te çêroka min naskir, eger carek din, tu bi ber çavên min kevî, tu yê deynê gundê me.. . Dengê Heso dê di koşeyên xaniyan de bipelixe û ewê negihe min; “Kîne evên alavan digerînin”. Heso serî ji ser balîv rakir û ber bi alavên kar çû, dît ewî bi xwe li ber tûrin sipî sekiniye û devên wan yeko-yek vedike û li şûnê êrd laşên zarokan berdide hundirê hevîradanê “ecanê”.  Morîk guvaşt, serî, mil û pepil li hev hatin alandin, hevîrekî ji xwînê û goştî bir ber tengikdanê “reqaqê” û.. pel-pel ji wan derxist, li ser têxit rêxistin û her çar bi hev re xistin mal-agir; Hin zaro çîl-sipî, hineke sor û hin jî reş-şewitî dertên.

- Hesenîko, çar kîlo ya bide min. Seriyê xwe bi aliyê taqê de bada, da ku, peran ji wî kesî bistîne; Dêwa pêşiya nangehê,  zuqaq û bajar tijî kirine.

-  Ne lezînin, têra we tevan heye. Heso got.

- Ev bû deh salin, li benda sitandinê me, lê her tu nasê xwe dixînî pêşiya min. Dêwekî vegerand û Heso berkenî bû; “Ma kengî dêw û kole bûne dost”. Dêw ji kenê wî zirtbû, diran di zendê Heso de çikandin; Kêreke ko, mîxin zingarî û di paniya yekî de biçin xwar. Ewa na êş kutane dilê wî û nêm ji birînan herikî.

Bi girîz û xwêdanê hatiye şûştin, ber bi alavan bi rêket, ne xwîn û ne jî seriyê zaroyan; Xewneke ji evên dawî bû û baraneke mîxî di serî dabû, dêv dide mal-agir û henefiyê mazotê vedike, avêtina zilê şixatê, Dojehê diyar dike.

- Ev çiye!. Xweşe.. pir xweşe, min ji vî seg-bavî re hotêl vekirî, ne bese duxe.. veduxe.. . Xew bê pere.. hîne bi ser de êgir berdide mala min. Hesenîko, çima mal-agir pêketiye. Lê xwediyê nangehê ti dengan nake, lê dema ku, ew ber bi mal-agir diçe, çavên wî bi komeka arî yê dikevin.

 

Heleb-90.

 

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002