Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


çîrok


 

 

Bela

 


Enwer Karahan

 

-Hey ûcax kor bûyo, tu di hundir de genî bûyî! Tu dibêjî qey kulî bariyane ku tu ji hundir dernakevî! Xwedê meriv bisitirîne, xwehê… Ne kar û ne îş e! Hela ji xwe re li vî hundirî binêrin, ji dûmana cixareyê bûye mîna şkeftan, keçê…!

Wî serê xwe ji ser rojnameya xwe rakir û di ser pişta berçavika xwe re, li jina xwe nêrî. Jinikê dîsa dewam kir, lê wî rûpelê rojnameya xwe mîna nanê şikeva qulipand û nola ku deng neçûbe wî, xwendina xwe dewam kir. Jinik derbasî hêla medbaxê bû û bû teqereqa firaxan. Her ku wê firaxek ji cîhê wê radikir û datanî, bi şîrqîniya dengê wan re dengê wê bilind dibû û di ber re jî tiştinin digotin. Yekcarinan jî di nav re xeber didan. Wê bi zingînî deriyê dolaba firaxan girt û çend kevçî û çetel bi wê hidetê re hatin xwarê. Ew dîsa derbasî hêla salonê bû û çend pel û potên ku li wê rastê pahn bûbûn dan hevdu û dîsa berê xwe da Recebî û got:

- Kuro hey malviritiyo, tu êdî bi wê qoltixê ve zeliqîyî, nema rûyên qoltixan bi me qîm dikin. Ma tu kurk ketîyî ku tu ji ser hêkên xwe ranabî?

Receb rabû ser xwe û rojnameya xwe bi ser hev de guvaşt û virvirand ser sehpayê û got:

- Keçê ma te xêr e, dîsa? Tu hîn nuh ji wê de hatiyî û hema devançeya te di destê te de ye û tu dixwazî şer bikî? Ma ez ê bi ku de herim? Ma em nikarin li mala xwe jî bisitirin?

Wê destên xwe kirin newqa xwe û bi ser Recebî de kir cingecin:

- Te di mala xwe û bavê xwe de jahr daniyo! Tirro xwedî mal e; xim, xim, xim… Ooxx, ez bi qurbana Xwedê bim… Xulamê bavê we heye, ne! Ez herim weke keran bixebitim û tu jî li malê vekevî. Qet nebe, mirov difikre ku tiştekî alî hevdu bike. Ma tu nikarî şîvekê jî çê bikî, hey malviritiyo?! Xêra Xwedê ye, weleh… Here heta êvarê derdê wan kûçikên swêdiyan bikişîne ne bes e, îcar were ji we re jî şîvê çê bike, firaxan bişo, hundir bimale, ûtiyê bike, bike, bike, bike…

Recebî li şewq, şemal û birûska wê temaşe kir û ji xwe re got ku heqê te heye, hema tu çi bibêjî, tu bi heq î… Wê berê jî çend caran lê weha kiribû û carekê Recebî xwe zevt nekiribû û sîleyek dawşandibû wê. Li ser wê yeka hanê wê cewab dabû polîsan û Receb mehan di hefsê de mabû. Piştî ku derketibû jî salekê ji malê cihê mabû. Piştî ku nas û dostên wan ketibûn navbênê, ew careke din li malê vegeriyabû û di wê bîstikê de jî wî li cem xwe ew dida xatirê zarokan. Wî her digot ku hey em rezîl bûne, balo bila tesîreke xerab li ser zarokan nemîne. Ji xwe, ji şer û pevçûna bi jinikê re aciz bûbû. Êdî wî ji ber xwe fedî dikir ku li pêş zarokan bikin qerepere û dengê wî here cîranan. Heger jinikê îxbar nekiraya jî cîranan dikarîbû cewab bida polîsan.

Wî kesera xwe bi xwe ve ranîşt û rast berê xwe de xeraca erebeyê. Erebeyeke wî hebû ku bi qasî nîv emrê wî kiribû û wî navê wê kiribû “Duldul”. Bi gotina wî li duldula xwe siwar bû, lê wî nizanîbû ku ew ê bi ku de here. Demeke dirêj çêbûbû ku wî têkiliyên xwe ji gelek însanan birîbûn û heger pirî mecbûr nemaya, nedixwest ku tu kesî jî bibîne. Di demên berê de, wî yekcarinan telefonî welêt dikir û bi nas û dost û malbata xwe re, hesreta xwe der dikir, lê ji demeke dirêj û vir de bû ku wî têkiliyên bi rêya telefonê jî qut kiribûn. Ji ber ku wî çend caran di telefonê de dilê dost û nasên xwe hiştibû, loma jî dev ji wê jî berdabû. Ya rastî, wî dilê wan ya jî wan dilê wî hiştibû, wî bi xwe jî fahm nekiribû. Heger pirî aciz bibûya wî berê xwe dida semta “Ş”yê ku cîhekî biyanî lê pir bûn û li meydana wê fêkî dihatin firotin. Wî li wê dere bîhna xwe derdixist, ji ber ku ew dişibiya halên sebze yên li welêt.

Bi ser erebeya xwe ket û berê xwe da meheleya “Ş”yê. Derê teypa erebeyê vekir, Kawîs Axayî tew kirbûyê. Teva ku wî di erebeya xwe de çixare venedixwar û xwelîdanka erebeyê mîna qombereya pereyên hûr bi kar dianî jî pê li wê prensîpa xwe kir û çixareyek vêxist. Çavên wî li rê bûn, lê ew daxil bûbû. Xweliya çixareya xwe bera ser pereyan dida. Wî her ji xwe re digot û dibiland, “Hela ji xwe re lê binêre, lawo! Ma me xwe xist çi halî? Me hêvî û hêjahiyên xwe bi ku de berdan? Te dît, me digot ku em ê bi armancên xwe re bijîn û em ê rojekê bighêjin mexseda xwe. Me çi dabûn ber xwe û bê em çawa di cihokan de fetisîn. Em bûn mîna zarokan. Ka ew bawerî û ew taqet? Çi bi serê me de hat? Ji me hebû ku rojê bîstûçar seet têra me nakin û me digot ku xwezî, roj sîûşeş seet bûna. Hema, ne rast bûya jî me ji tiştekî bawer kiribû. Me li ser qedera miletan, li ser pêşeroja dinyayê, li ser tebîetê, li ser felsefeyê minaqaşe dikir. Me xwe wazîfedarê daweya xwe, neferê miletê xwe didît, ma çi ji me re hat? Em niha ketine heyra zikê xwe û zarokên xwe. Kes nema tehamula kesî dike, ma çi li me qewimiye, lawo?!”

Di bin pêla wan fikiran de, bi xirexir û xişexişa ji ber tekerên duldulê hat, li xwe hay bû ku ew dike di şarampolê de werbe. Wî, zûzû dîreksiyonê erebeyê zîvirand û bêyî ku erebe biqulipe, derket ser rê. Wî ji wê heyecanê çixareyek dinê jî vêxist û piştî ku boçika xwe di xwelîdankê de vemirand, ew ji cihê wê derxist û tiştekî ku heta wê rojê nekiribû, bêyî îradeya xwe kir. Xwelîdanka xwe xist destê xwe yê çepê û di pencereya erebeyê re derxist û vala kir ser rê. Piştî ku wî vala kir û bi xweliyê re bû şingîniya pereyên hûr, ew li xwe hay bû û di mirêka hundirê erebeyê de li pêy xwe nêrî da bizane ka kesî ew dît, ya na? Pereyên wî yên hûr ku ji bo bikaranîna parkkirina erebeyê li ser asfaltê mîna naxira Heremiya bera ser pişta hevdu dida. Ew ji fediya nema karîbû bisekiniya ku pereyên xwe jî bide hevdu.

Wî xwe gîhand ”Ş”yê. Ji erebeya xwe daket û çipikên baranê jî dest pê kiribûn. Ji ber ku pereyên hûr di xwelidankê de nemabûn û di bêrîkên wî de jî tune bûn, wî nikarîbû fîşa parka erebeyê bibiriya. Ew bi lez daket hundirê pasajê da pereyan hûr bike. Çû çend cîhan, lê kesî pere jê re hûr nekirin. Mecbûr ma ku tiştekî bikire da pereyên hûr çê bibin. Wî qutîkek benîşt kirî û bilez çû cîhê parkê. Ew çawa çav li erebeya xwe ket, berê bala xwe da cama pêşiyê, ji ber ku ew ê ceza dibirîn, kaxeta cezayê mîna ku li serçavê mirovî bixe, li ser cama pêşiyê datînin. Tirsa wî rast derket û ew çawa çav li kaxeta sipî ket, qurpînî ji nava wî hat. Wî li cem xwe got, “Ji xwe, tam wexta wê bû.”.

Recebî kaxeta xwe ya cezaya 300 kronî xist bêrîka xwe û xwe bera meydana ”Ş”yê da. Ji dengê qelebalixiyê û ji wîzewîza însên, cezaya xwe ji bîr kir. Ji xwe re li meydanê digeriya û li wîtrînên dikanan dinêrî. Tu karê wî li wir tune bû. Hemû mexseda wî ew bû ku bîstikekê wexta xwe derbas bike û ji dengê jinikê bi dûr bikeve. Ew ket hundirê çend dikanan û bêyî ku tiştekî bikire, dîsa bi şûn de derket. Derbasî hundirê kafeteriyayekê bû ku qahweyekê vexwe, lê dîsa poşman bû û bi şûn de vegeriya. Ji wî hebû ku her kes li wî dinêrin û wî jî li cem xwe digot ku ma ez dîhn bûme da ez bi tena serê xwe rûnim. Derbasî hêla bakurî bû ku dikaneke xwarinên xerîban lê hebû. Li devê deriyî, li cîranekî xwe rast hat û wan li ser lingan kurtesohbetek kir. Ji ber ku zarokên cîranê wî pê re bûn, Recebî teklîf lê nekir ku ew qahweyekê li cîhekî vexwin. Wan çixareyek li ser pêyan kişand û Recebî got, “Ez we zêde nesekinînim. Ji xwe min ê jî tiştinin bikiriya.” Piştî ku wan xatir ji hevdu xwest, teva ku tu lazimiya wî tune bû jî ji ber ku ji cîranê xwe re weha gotibû, derbasî hundirê dikanê bû.

Hundirê dikanê qelebaix bû. Ji somaliyan bigire heta bi kurd, tirk, ereb û suryaniyan hebûn. Ew ber bi çend refikên xwarinê ve çû, lê tu pêwîstiyeke wî ya xwarinê tune bû ku bikire. Carekê li ber kodik û bamiyên hişk sekinî û nêta xwe xera kir ku hinekan ji wan bikire, lê paşê dev jê berda. Qederê nîvseetekê li hundirê dikanê geriya, lê tiştek jî nekir binê sepeta xwe. Di wê bîstikê de bilxur li ber çavên wî ket û rahişt kîsikekî. Pêşî li tarîxa bikaranînê nêrî, tarîxa ku li ser kîsikî bû, dema wê derbas bûbû. Wî dîsa di cîh de danî û biryara xwe da ku derkeve derve. Çû di ber qasê re, xwe di nav qelebalixiyê re rakir û sepeta xwe danî ber qasê û bilez derket derve. Wî xwe gîhan devê dikanê û qederê deh gavan bi dûr ket, dengê bangkirinekê ji pê wî hat. Di serê pêşî de ew lê hay nebû, piştî ew deng bû dengê du kesan û bilindtir derket, ew li pê xwe zîvirî. Du xebatkarên dikanê bera dû wî dida. Ji wan hebû ku ew dike bireve. Bi xezebeke nedîtî ber bi wî ve hatin. Ew piçekî li cîhê xwe sar sekinî û piştî ku fahm kir ew herdu kes ber bi wî ve tên, ew jî bi bergîya wan ve çû. Wan daxwaz li wî kir ku ew teva wan here hundirê dikanê. Wî li dora xwe nêrî û di ber xwe de ji wan pirsî bê çi bûye. Piştî Receb têgîhaşt ku ew li wî şibhe ketine da wî ji dikanê rahiştiye tiştekî, wecê wî zer bû û xweziyê di ber de kir qurtequrt.

Ew bi herdu kesan re çû hundirê dikanê. Wî bi awayekî şaşmayî li dora xwe dinêrî û nizanîbû dê çi bike. Wî her ji wan re digot, “Binêrin, ev tiştê ku hûn dikin tiştekî gelekî eyb e! Ma ez ê çawa tiştekî di bêrîka xwe kim? Ma bi min dikeve?”. Wan herdu kesan ew bir cîhê ku jê rahiştibû bilxurî û got ku te ji vir rahişt tiştekî, ew çi bû? Wî him li dora xwe dinêrî ku hela bê kesî nas heye ya na û him jî tarîxa li ser kîsikê bilxurî nîşanî wan dida û digot, “Hûn bala xwe bidinê, tarîxa wê derbas bûye, loma min ew nekirî. Ji xwe lazimiya min jî jê tune bû.”.

Herdu xebatkarên dikanê, berê li kinc û qerewata wî û paşê jî li çavên hevdu nêrîn. Weke herdu jî poşman bûbin ku tiştekî weha kiribe, ji Recebî re digot, “Temam, teman! Şaşiyek çêbû, li qisûrê nenêre…!” Lê wî bi wecekî zerbûyî li wan û li dora xwe dinêrî û digot, “Na, na! Divê hûn li min bigerin da hûn amin bibin ku min ranehiştiye tiştekî! Ma ez ê çawa bilxurî di bêrîka xwe kim?”. Gava ew gotin dikirin jî devê wî li hev digeriya û swêdiya zanîbû jî ji bîr dikir. Wî bi zorê gotin pêde dikirin. Heta carekê ji dêvila bibêje ku ma ez ê çawa “kûskûs”ê di bêrîka xwe kim, (bi swêdî navê bilxur e) wî got, ma ez ê çawa “quzquz”î di bêrîka xwe kim. Piştî wî ew gotin serf kir, yek ji wan xebatkarên dikanê ku kurd bû, tê gîhaşt ku Receb jî kurd e û li ser wê mihawele kir da wî aşt bike. Wan dev ji wî berda, lê Recebî nedixwest dev ji wan berde. Wî her israr dikir ku ew li bêrîkên wî bigerin. Wan bi bergerîn ew aşt kir û yê kurd destê xwe li pişta wî xist û got, ”Li qisûrê mêze neke, ezbenî! Li vê derê gelek tiştên weha çê dibin…”.

Receb derket derve, lê gupegupa ser dilê wî bû û wî her li dora xwe dinêrî, bê kesî nas ew dîtiye, ya na. Pêncî gavekî ji dikanê bi dûr ket û hema xar bir bêrîka xwe û çixareyek ji pakêta xwe derxist. Berî pakêtê, ew kaxeta cezayê ket desta û wî hema ew dîsa rada bêrîka xwe. Wî mîna çixarekişandina dîhnan di çar hilman de boçika xwe avêt. Ber bi duldula xwe ve çû, li telefona wî ya destan ket, ”Kuro ma tu bi ku de cehemiyî?” Bi vî dengê jinikê re, ew sar sekinî û midetekê bêyî tiştekî bibêje telefon li ber guhê wî ma. Piştî ku li xwe vegeriya, bi zorê got, ”Elo!”. Jinikê dîsa bi ser de kir birebir, ”Zû were malê!”. Gotin di qirika wî de girêk girêkî bûbûn. Mirovî digot qey ew dike bibêje ”baahr” û bigirî. Wî bi zorê got, “Çi bûye? Ma xêr e ku ez ê zû werim malê?”. Jinikê dengê xwe zivir kir û got, “Zû were, zû! Niha mala birayê te têlefon kir, ew ê bên cem me…”. Heta ku ew ket hundirê erebeya xwe jî bêyî tiştekî bibêje, dengê jnikê ji telefonê dihat  û bêyî ew telefonê bigre, danî ser qolrixa kêleka xwe.

 

Çiriya paşîna 2002yan

 

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002