Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Kevnetor


 

 

Bêriya Welat

 

(Dr. Kamiran Bedirxan)

Ax... dilê min çiqas bêriya wê dûrîyê dike!!  Wê dûrîya ku di nav wê da ezman bi rengekî din heşîn e, stêrk wek çavên delalan dibiriqin, û çiya rawestiyane.

Bêdengiya rêlan, min dikişîne bin siha xwe.  Dixwazim di bin çiqilên berû, qizwan û kenêran de rûnim.

Çiqas bi dilekî şewitî, ez dixwazim guh bidim guşguşa pelên daran.  Dixwazim herim ronahîya hêvê, bi ser zinar û ser çiyan de bibezim.

Tinê li wê derê, di wê spehîtî û delaliyê de, dikarim bidil bikenim.

(Ji: Ronahî: Hejmar 8 / 1932 / Amadekirina bo weshana înternêtî: Ş. B. Soreklî)

*          *          *

DÎK Û ROVÎ  
(1)

Di gundekî xerab de, dîkek hilkişiya  bû ser dîwarê xanîkî û bang dida. Rovî­yek dabort, xwe da ber dîwêr û deng li dîkî kir û got:

- Keko, dîko çî dikî hir?

Dîk lê vegerand û got:

- Rovîyo, ma tu nabînî gundê me xerab bûye. Ez jî bang didim, dixwazim çend gundî û cotkaran bidim hev û gun­dê xwe ji nû ve ava bikim.

- Heke welê ye. ma tu nizanî ko ez jî cotkarekî kêrhatî me, dê were cihekî nîşanî min bike, ji xwe re koxekê ava bikim û dest bi xebatê bikim.

Dîk qaîl bû, ket pêşîyê, rovî da pey, ko herin nik kefxweyê gund ji rovî re erdekî bibijêrin.

Dîk danehati bû, di ser dîwaran re derbas dibû, diçû. Gava gehîştin kavilekê, dîk xwe dahi­lanî deng li kefxwê kir. Kefxwê rabû, rovî dît.

Kefxweyê te tajîyekî fêris bû. Rovî baz da, tajî ket pey, da heta kuna wî.

Sibetir rovî dîsan daborî. Dîk ew nas ne kir. Çîroka avakirina gund jê re got.

Rovî kenî û lê vegerand:

- Bextreşo dîko, hetanî ko tu kizîrê vî gundî yî û tajî jî kefxweyê wî ye, ev gund tucar ava nabe.

*          *          *

(1) HAWAR hejmar 6 / 1932.  kurteçîrok ji aliyê “Çîrokbêj” de hatiye amadekirin.  Ihtîmal mezin e ku “Çîrokbêj” navekî din yê Celadet Bedirxan be.  Wisa diyar e ku ji ber kêmbûna hejmara nivîskaran Celadet Bedirxan di bin navên cuda de dinivîsand).

Bi rehmetî Mihemed Bekir ji nû ve nivîsandiye .

-Amadekirna bo weşana înternêtî:  Ş. B. soreklî

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002