Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Helbest


 

 

EZ NE TÎN ŞIKESTÎ ÇÛM

 


BÊKES REŞÎD

                                                       

Bi ajawayeke tevav…û

Hêsirên pîr

Henasên bejn kin

Nawirandinên çav çiryayî...û

Heviyên bi tirsê bend kirî

Ez dil kullek li bayê biyaniyê siyardibûm

Di wê demê tenê de ez ji bersivan sîng vala dibûm

Tevdaneke xurt û bê rawestan di serê min de dilîst

Birûskin mîxî û teqînin herî dijwar

di hemû perçên min de çedibûn

Vîna dayika min dergeyên pîroziyê dihêrifandin

Awirên şil yên yara min riwê xweda dişuştin

Hemû dilên bi rewanê min ve daleqandî

li hawîrdorî piyên min diketin

Bi niyazan wexara min di zayîna min de dikelandin

Hetîketiya hemû mirovan ji pişta min diweşiya

Û Qamişlo... ax Qamişlo

Dayika rebeniya min

Xwedaya serpêçiya min

Sêdara hêviya min

Ji şeva xwe mijgûlên min kil dikirin

Ji ronahiyên xwe bê dawiya vekirinê li çavên min didanî

Ji dîlbûna xwe azadiya rewan dida min

Ji qiriktaliya xwe roja eniyê dida min

Ji xelkên xwe zimanê xwedayan dida min ...û

Ji hembêzkirina xwe bedewbûna firiştan dida min

Ez ji xwe bêtir bûm, û ez çûm!!

Poşman li kiryarên xwe

yên ko hez kirin di wan de ne xweda bû

Min hemû awayên qîrên xwe

di paşla xwe de vedişartin û ez diçûm

Ez diçûm û min ji çûna wilo heznekiribû

Gelo çûna dawî bi çî xwe jê mezintire?

Gelo çûna min bi çi vegerê ye?

Ev bû wêneyê qidoşê min

Ev bû soza navê min

Ev bû tewijmeya temenê min

Ev bû sedemek ji yên zêdebûna pûtan

Ev bû çêkera valayiyekê

Lê...

Wilo rawestin û berdewamî çi ava dikin?

Dîsan dawî nehat

Nexweşî hêjî serketiye

Wê bîranînên min tevnikê ne girin

Wê jêderên saxiya min bin

Li dilê min tenê ne bûrin

eger ji bilî hestê nişand

Bi xirrîna min re bikenin

eger hûn nikarîbin weke min bigirîn.

 

13-9-2004… Istanbol

 

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002