Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 

 


Keskesor


 

 



Xelata Osman Sebrî
Ji bo dostaniya gelan

 

Komîta xelatê  

Sala 1998ê, hinek rewşenbîr, nivîsevan, helbestvan, û rojnamevanên kurd, bi boneya 93ê saliya O. Sebrî li mala wî, li Şamê, civiyan, û gotarên curbecur, yên ku mijara wan jiyan û xebata wî bû, xwendin, û li dawiya civînê pêşniyarek hate holê, ku xelatek bi navê wî bête damezrandin, û ji bo kesên biyanî, ku xebatên hêja ji bo gelê kurd kirine, bête pêşşkirin. Lê çima ev xelat bi navê wî hate navandin?!.

O. Sebrî endamê nifşê kurd ê pêşî bû, ku li Jêrxetê riya xebat û xwenasîna kurdî qelaşt, û gelê xulmaş şiyar kir, nasnameya wî pê da naskirin, û tevî karînên wan ên jar, ewana hîmê bingehîn ji bo hişyariya neteweyî li ba jêrxetiyan danîn. Ji ber vê jî wê li ba Kurdan her cihê rêzê bimînin. Bi ser de jî O. Sebrî hinek taybetmendiyên balkêş di xwe de dicivîne:

1.O. Sebrî, mîna gelekên din, dest ji mal û milkê xwe kişand, jiyana rihetiyê berada, û dijwartirîn rê di jiyana xwe de hilbijart, û tevî ku 12 caran hate zîndankirin, 4 caran hate surgûnkirin, û ta dawiya jiyana xwe di bin rûniştina zordestî de bû, ji erka xwe nema, û serê xwe li pêş dijminan netewand.

2. O. Sebrî xwediyê hizra hevyariya her du alavên xebatê, çek û pênûs, bû.

3. Dilsojiya O. Sebrî kir ku ew di demeke kurt de, wek rehme lê C. Bedirxan dibêje, hînî zimanê nivîsînê bibe, û gelek berhemên nirxbiha bi şûn de bihêle. Bi ser de jî bibe hînkerê zimanê dayik ê qedeqxe. Ev xalek nirxê wî bilidtir dike, ji ber ku mebesta hînkerê zimanê dayik ne tenê hînkirina xwendin û awayên nivîsînê ye, belê bi ser de jî girêdana nifşên nû digel welatê wan, û gurkirina hezkirina welêt, di dilan û derûnan de ye.

4. O. Sebrî bi hizr û ramana xwe hemdem û hezkirê mirovaniyê bûye. Gelek helbest û gotarên wî vê yekê teqez dikin.

5. Pexşana O. Sebrî, li kêlek ya hevalkarên wî, bingeha pexşana hunerî kurdî, li jêrxetê daniye.

6. O. Sebrî ji demek zû de bi lihevnekirina pîvan û pêdiviyên kilasîkê û hesta mirov di avakirina helbestê de hay bûbû. Helbestine wî, ku di nîvê salên pêciyên çerxa cûyî de hatine nivisandin, ew pîvanan şikandine, û ji helbesta pexşane ve nêzîk bûne.

Lê çima ev xelat ji kesên biyanî re tê pêşşkirin?!.

Armanc û mebesta damezrêneran ew bû, ku ev xelat bibe nîşanek ji nîşanên wefadariya gelê kurd, çiku miletê kurd bi wefadariyê, wek nirxekî civakî û sinçî, pirr navdar e, hemû dost û dijminan ev yeka pesinandine, gelek kurdnasan, mîna Lêrg, Abû Viyan, Enîsors, Rawlinson, Layard, Birênt, Mînoriskî, Basîl Nîkîtîn û ên din ev taybetmendiya Kurdan nîşankirine.

Ji ber vê yekê, komîta xelatê wergitên wê ji nav kesayetiyên biyanî, ku xizmet û karên biha ji bo gelê kurd kirine, vedibjêre. Lewre jî boçûna komîtê ew bû, ku xelat,cara yekemîn, sala 2000î ji bo nivîsevan û civaknasê tirkî Îsmaîl Bêşikçî hate pêşşkirin, û vê carê jî wê ji bo dayika Kurdan; xanima rêzdar Danielle Mitterrandşş dike.

Halabja

Lê xanim Danielle Mitterrand kî ye? Çi ji bo gelê kurd kiriye?. Her du xûşkên delal Suheyle Mamullî; Sekretêra xanimê, û Zainab Cimo bersiva evan pirsan, bi kurtahî, dane, û ev pênasîna jêrîn amade kirine:

 

Xanim Danielle Mitterrand

Wergirta xelata O. Sebrî

*          *          *

Ragihandin

Wek, berê jî di alavên ragiyandinên kurdî de hatibû ragiyandin, ku Komîta xelata Osman Sebrî, îsal, ev xelat ji bo xanima rêzdar Danielle Mitterrand diyar kiriye. Şandiyê komîtê dê roja 19. 10. 2004 berê xwe bide Parîsê, da xalatê ji xanima rûmetdar, dayika Kurdan re pêşş bike.

Civata rêwresmiyên (merasîm) pêşşkirinê dê li vê navnîşana jêrîn bête lidarnan:

 

Roj : Çarşem. 20. 10. 2004.

Kat (saet) 18, 00

Cih : Institut kurd  De Paris

106, rue La Fayette 750 10 Paris – FRANC

  Tel : 00 33 14 82 46 46 4

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 vebûna malperê 01/12/2002