Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Wergerandin


 

 

 

Serpêhatiya Bêkesê Têlo


Selîm Berekat

 

 

Wergerandin ji Erebî: Ehmedê Huseynî

Navê wî Bêkesê Têlo ye. Ew jî mîna her zarokekî dîtir, di çavên dê û bavê xwe de karexezalê pêşerojê bû. Diçe dibistanê. Dibistana seretayî kuta kir û berbi ya navîn de firiya. wek hespê cirîdê ev qonax jî birî da ko bigihêje xwendina lîseyê.. Du qonaxên zanistê bi dawîanîn, tiştekî pir hindik mabû, ko ew jî biqasî wê şiyana pêwist a ko wî bigihîne xwendegeha bilind; a li baytexta welatê wî yê erebî, bû. Lêbelê xewnên wî yên wê çaxê yên navnetewî, qubenameya dilê wî berbi paytexta ko wê demê paytexta nîvê cîhanê bû ve, vekirin: Moskova. Dê biçe Moskovayê. Balefir dizanin çawan di esmanê naskirî de, di wê xêza ko ji çend kevanan pêk tê ko îstegehên rêça şîn in, berbi Moskovayê de, biçin.

Ne xwe, gerek, cilûbergine paqij û alavine guhdariyê ko li wê derê li bazaran nînin û tûtineke Emerîkanî peyda bike, ji cihekî dûr tê, tu kesî jê nepirsî û ne jî tu kes lê geriya, çunkî xwendevan e dêmek parastî ye, û hilbijartina Moskovayê bixwe, ji boyî wergirtina zanînê, parastinê xurtir dike, beşdariya giyan bo " madiyetê " ye. De em herin cem partiya herêmê, cem nûnerê cîgirê komîteya herêmê wisa ligorî belavokên Oktoberê; meha azadiya nû. Partî dikare ji Bêkes re li ser lîsteya xwe bûrsekê peyda bike, lê peydakirina pasportekê çetin e: Ha va şikestina xort a pêşîn li vir dest pê dike. Nijada bineêla wî ya ko li bajarine dûrî dilê welêt dijî tu carî nediramiya ko dê rojekê ji rojan hewcedarî pasportekê bibin. Dûrtirîn cî ji bo wan gundên ko li ber destê alavên veguhestinê bûn; ligor qonaxên xwe: Ker, Qantir, Erebane, Kemyon. Hd. Lê li ser rêça Moskovayê gir û çiya û gol û derya peyda dibin.

Berê ji bo nijada Bêkes dijwariya rêwîtiya salekê, wek nimûne, dikarîbû bi awayê xweamadekirinê, hinekî sivik bibe; hetanî ko mirov lawaz û ji seqem û germê çerm qemirî jî bigihîşta. Lê li ser rêça Moskovayê sînorên welatan hene, pasvan û newbetdarên bej û derya û esman hene, ji bo derbasbûna wan deriyan kaxezên bi mohran mohrkirî û belgeyên fermî pêwist in.

Hêvî nehat birîn. Di her yasayê de kunek ji bo bi dizî lêzîvirandinê heye. Bêkes bê pasport e çinkî di stûneke taybetî de, ji stûnên defterên dewletê " MEKTÛM " hatiye nivîsandin, ev peyv jî kurtkirina nehênî ya hevokeke rewanbêj e: " Li daîreyên nifûsê ne mûsecel e ", ango: tunebûna belgeya yasayî ya birana (burhana) hemwelatiyê ye. Dêmek, çi biran li ser hebûna Bêkes nîne ji bilî belgenameya MUXTARÊ taxê, ev belgenameya ko xwe biçirîne nikare jê re ji bilî kaxeza " Ixrac Qeydê " ya ko cî û rojçêbûna wî destnîşan dike, bi destxîne. Ne xem e.

Moskovayê li ber dest e, Bêkes jî ji xwe heye, dêmek dê xwe ji kuna cî li cî bizîvirîne. De em berê xwe bidin Beyrûtê. Hûn pasportekê dixwazin? Hêsan e. Fermo: Pasporteke Bulgarî, nîv nazik, sext e lê bi zîrekî, digel tembînameyekê ji partiyê. De berbi rêça esman de, Dê Bêkes biqîre.

Moskovayê ya wî ye. Kurd e û pasporta wî Bulgarî ye. Tu kes bi hûrbînî li ser vê pirsgirêkê ranewestiya: Bêkes bi pîroziya navnetewîbûnê hatiye nixumandin, aniha, li xeniyê xwendevanên nijad yekbûyî dimîne, xwendevanên ko dê derfetine, ko qet nema careke dî dubare dibin, bi dest wan bikevin, dê keçên por zer bi hêsanî û li bin perên dilovaniya çînî rakişînin zeviyên evînê. Lê Bêkes, wek gelekên dîtir, kêfa wî ji dilbijandinên serberdayî û wisa hêsan re nayê, ji bilî beşekî ji laşê wî çunkî girêdana dilê wî bi jinê ve gerekî pêgirêdana "pîrozmendî" û "qedexekirina" ko li wê derê, li ber dergehên dilbijandinê, têkçûne, ye.

Ha va ye, nexwe Bêkes, mêya xwe dît. Keçeke qubrusî ye, şiyar e, çetin e, di xweşî û nexweşiyê de li ser ko sira xwe pêşkêşî mêrekî tenê bike hatiye bi şîr vekirin; hetanî ko bilalûk li ser bêvilan û li paş guhan xuyanî bikin, ango hetanî pîrîtiya dûr û kûr. Demekê hevaltiya wê kir, pişt re ew ji xwe re kir jin. Hê li Moskovayê li ser rûniştekên xwendinê bûn, lawek jê re anî, ji bo bi navkirina wî hevdû rakişandin. Wê navê wî kir " Valantîno"( evînbaz û dildar û mehrebanê maçan), wî jî navê wê kir" canda". Dayikê kurê xwe danî mala bavê xwe, li Qubrusê, û vegeriya pasporta mêrê xweyî xwendevan, û bi zanistiyên kîmyayê û amadekirina dermanan mijûl bû, Bêkes jî serberdayî bi zanistiyên dehênana televizyonî mijûl dibû, hemî behreya xwe ji bo pêkanîna filmekî li ser helbestvanê kurd ê bêmînak " Cegerxwîn" terxane kir. Cegerxwîn helbestvanê ahengên kurdan, tu stiraneke kurdî nikare xwe ji peyvên wî yên sade, mişt girî, mişt şadî, hêsan, yên li ser hemî zimanan, rizgar bike. Lêbelê peyvên wî yên dîtir jî li hevûdû digerînin, peyvên wî yên nehênî,: Peyvên Cegerxwînê şoreşgêr, peyvên Cegerxwînê çînperest, peyvên Cegerxwînê ko baweriya wî bi çarenûsên gellan û bi xweşiya piştî pevçûnan, dihat. Hevalê Nazim Hikmet û Poul Elward û Aragon e. Jiyana xwe, wek" Mellayekî" misilman î zana, şîretvan, mamostayê xwendin û bilêvkirinê, bi ezmûneyên hişyariyê, dest pê kir, û nişkêve pişta xwe da şaşik û cubeya xwe, û li bin perên rêbaza madî bû rêberê birayetiya mirovayetiyê. Dijminên wî pir dibûn, dikandaran nema tişt difrotinê û silava wî nema vedigerandin. Lê belê helbestên wî yên evîndariyê tu carî ji " mihraba" stiranê qutnebûne: " Ez kevok im, kevoka reş im, li ser bana...", ji bo kurdan dibe çavkaniya yekemîn a sloganan: " Ez kurd im, bejin bilind im...", " ez sor im ". Pêşî Moskovayê bi dilşadî wek sergomgehê hilbijart, pişt re berê xwe da Siwêdê, hetanî mirina xwe bi destpakî xewna Vladîmîr Îlîç Lênîn diparast.

Bêkes ligel kamêraya xwe ya sînemayî berê xwe da " Cegerxwîn", li hawirdor maseya wî, pênûsên wî, kaxezên wî, dengê wî, wêneyê wî, digeriya. Li jêr sîbera zilamê girs î xweşik çûn û hatina li bexçe jî ji bîr nekiribû, zilamê ko eger keçên wî bi cilên xwe yên kin li kolanê diyar bibûna, kurd û reşên bavên xwe ji ser hişê xwe diçûn. Ha va ye, mebesta min Bêkes e, dawiya dawî, serencama xebata wî belgekasêtek e ; ko piştre dê li ser camên qalind ên televizyonan li Moskovayê û li hin welatên Ewrupayê, wek silaveke bêdeng bo, her ko miletekî bi kêfxweşiyê kerixî bînin bîra xwe, bê weşandin.

Xwendin bi dawî hat, Bêkes û jina xwe têra xwe zanîn wergirtin, lê, dê Bêkes vegere kûderê? Pasporta wî ya ko "sosyalîzmê" çavê xwe jê girtibû, li welatekî dîtir bi hêsanî dikare bê naskirin. " Jinê! De berî min her welatê xwe û tiştekî bike" ji jina xwe re got. Jina bejinzirav û peyv lezok berî wî çû. Mizgînî jê re hat: Dê Qubrusê pêşwaziya wî wek mêvan li cem jina wî, bike. Carcaran, pêdivî û erkên mirovayetiyê bi awakî bê mînak zelal in, bi taybetî eger gêwilê " Wezareta hundir " a welatekî bixwaze.

Bêkes rêça derketinê ji xwe re peyda kir- Ango ew pasporta ko ji kaxezekê pêk tê û rê dide derketina bêveger. Nexem e. Bêkes li balefirxaneya Larnakayê peya bû. Jina wî û kurê wî ew wegirtin û bi hev re li Nîqosya çeleng berê xwe dan " Hêlîna malbatî "; Nîqosya payedar û bajarê dawîn ê dabeşkirî di herêmên nijada mirovî de.

Hemî gihiştin hev, ser seran û ser çavan. Lê anuha gerek civana ligel kar bê nijandin. Zanistiyên bikaranîna kamêraya sînemayî dilerizin. Li Qubrusê yên ko alavên veguhestina wênekêşana bi bizav, hildigirin, pir in, hevbeşekî wek bêkes wisa bêbelge û ko ji nişkê ve hatiye, dê çima ji wan re gerek be? Derfet nîne. Bêkes bi yewnanî û rûsî û erebî û kurdî pir baş dipeyive, û bi ingilîzî çinivinê dike û çar gotinên fransî û du gotinên Elemanî û bi îtalî jî " Roj baş " dizane. Lê, derfet nîne. nexwe ka em herin li karxaneyên ko li ser van tixûban belavbûne bipirsin, ka em herin ji firoşgehan û ji enbarên firotinê bipirsin; ka em herin li wan deverên ko karkerên gelên rexê rojhilatî derya sipî bi dizî û bêferman dixebitin, bipirsin. Lêbelê Bêkes ji ber mafê rûniştina xwe ya pîroz eger kar bibîne dikare mafê kar bi hêsanî wegire, li vir di navbera rewşa wî û rewşa wan karkerên " Ne qanûnî " cihêwaziyeke mezin heye; karkerên ko her pênc şeşek bi hev re xaniyekî kevnî herifî li ser " sînorê kesk " ko çeperên pasvanan li bakur û li başûr ji hev cihê dike, kirê dikin. Gerek li vir, gerek li wir, û karekî ji tunebûnê çêtir li karxaneyeke boyaxê peyda dike: Bîna terbentînê a ko mirovan sergêj dike û peşkên boyaxê ko ne şerwal û ne jî gumlek ji wan difilitin, û demjimêrên bi hevûdû ve girêdayî ji sibehê hetanî êvarê û hilgirtina bermîlan berbi alavên tevlihevkirinê de. Hêvî nîne. Salek, dusal, sêsal, çar, pênc, heywax li ser windabûna dema wergirtina zanistiyên Moskovayê.

Bêkes biryar da ko vê rêça xwar a " qedera madî " hinekî serrast bike. Rûs, piştî têkçûna sistêman, bi awakî pir balkêş tên Qubrusê, Kompanî, firoşkar, jinên xwefiroş, dîlangerîn, mafya.

Nexwe derfeta kar li ber Bêkes firehtir dibe. Rojname ragihandinan belav dikin û bi lavlav wergêrên ko yewnanî û rûsî dizanin, dixwazin. Kompaniyên seyranê ji dayik dibin û diteqin, wek teqîna daniştûyî ya li Afrîkayê ko li wir, bi birçîbûnê û bi mirina ji birçîbûnê çareser dibe.

Dê Bêkes digel çar zimanan berê xwe bide wan. Dê bi rûsî ligor reseniya Pûşkîn û rewanbêjiya bilindgoyên soviyêtan û devoka haşkirina derveyî bi zimanê Şêrnomerdîn bi wan re bipeyive. Dê li vir kî mêvanên we bin? Ma Ereb in? Fermo va erebiya min jî ya bi rêziman û ya bêrêziman, fermo devokên başûr, û rojhilat û hin ji devokên rojava jî. Û ji bo kesên ko bi yewnanî dipeyivin Bêkes xawenê aqilê berxwedana analîza Berêz Kosta Afîgalo ya di rojîna " Gîtîros " de, ye.

Karmendên ko pisporiya wan bi van herdû zimanan girêdayî ye, di cî de, bixêrhatina Bêkes dikin. Daxwaza me tu yî. Pişî bixêrhatinê, şêweyê ziman û axaftinê têt guhertin, têt guhertin da ko hêjayî rewşa kompaniyan be: Miaşekî hindik, lê serê her bikirekî( Zibûn, kund) jî tiştek jê re dimîne. Baş e, pêwist e Bêkes xwe ji boyax û terbentînê rizgar bike. Pêwist e îca gerefêtekê û çakêtekî xweşik û şerwalekî ûtîkirî li xwe bike. Dê kurê wî mit û mat lê temaşe bike û bibêje: " Tu yê bi cilên baqij biçî kar?". Erê dê Bêkes bi cilên paqij biçe û dê bejna wî ya dirêj dirêjtir bibe. Lêbelê di vî karî de; karê ko Bêkes dê serê her bikirekî perana bi destxîne, ji bilî çend rojan nadomîne. Tev derew û xapandin e. Şarezayiya rûsan rê nade Bêkes ko sûdekê ji bikiran qezenc bike. Na. Pêlewan in. Baş e, kompaniyên mezintir hene, di anonsa mezin de bi payedariyeke eşkere ji dayik dibin, lê ji dil jê re dibêjin: Kaxezên daxwaza kar bîn, digel kaxezên pîşe û zîrekiyan, digel kaxezên cîgehê perwedebûnê, digel yên hebûna te, anuhayî û paşroja te, û yên başbûna rabûn û rûniştina te, belgeya rûniştina xwe ya qanûnî, û belgeya jinanînê, û madam tu biyanî yî tika ye tu yê kopiyakê ji pasporta xwe jî bînî.

Hemî daxwazên wan dikarin bi awakî ji awayan peyda bibin, lêbelê kopiya pasportê? Hey hawar!

Ma tu bê Pasport î? Tu çawan derbasî vî welatî bûyî? Tu çawan ji welatê xwe derçûyî? Çi? Tu bê hemwelatî yî?!!!?!!! Te li Moskovayê xwendiye? Te çawan li Moskovayê xwendiye? Na. Li me negir, daxwaznameya te nayê pejirandin.

Bêkes boyax li paş xwe hişt. Peymanek bi kompaniyekê re imzekiribû lê ew xapandin, dest vala derket. Va ji nû ve li anonsan digere. Bêhêvî dibe, berê xwe dide baylozxaneya welatê xwe: " Ez dixwazim mirovên xwe bibînim ". Jê pirsî: " Tu çawan ji welat derketî, madam te mafê derketinê wernegirtiye tu nikarî mafê vegerê jî wergirî".

Wexta ko min romana xwe " Hozanên taristanê " ya ko di sala 1985 an hatiye weşandin, nivîsandibû, min navê Bêkes ji bo qehremanê wê hilbijartibû. Bêkes navekî kurdîyî navdar û naskirî ye, lêbelê wê wextê ez pêrgî tu kesî nebûbûn ko bi rastî navê wî Bêkes be, hetanî ko ez rastî kirîvê xwe yê ko bi deh salan ji min biçûktir e Bêkesê Têlo, hatim. Bêkes jî pirsgirêkeke dîtir e, pirsgirêkeke ko palpişta wê pirsgirêka qederiyane ye ya ko min di " Hozanên taristanê "de ji bo Kurdekî bi karanîbû. Carcaran danê sibê, bêsoz tê cem min, pêwist nake ko min agahdar bike, çinkî ji du salan û vir ez bixwe serokê yên bêkar im. Ji malê dernakevim. Her li metvexê rûdinêm û bi sê tiştan mijûl dibim: Zanistiyên vegotinê û angoyan, û kaxezine sipî ji bo bi destxistina buhayê kirîna nên, û ferhengine xwarinçêkirinê da ko li ser agirê wan xêzine ji xwarinê bo jin û kurê xwe amade bikim.

Çifteya min a nêçîrê jî li tenişta min e. Ji pencereya metvexê, nêçîra balendeyên ko li ser darên miyoborosê datînin, dikim. Ma gelo kesên tenik dê ji min bixeyidin? Ma gelo helbesta tenik a ko şahiya vî gerdûnê tenik e dê ji min tore bibe?

Hesreta her çûkê ko di vê navçeyê re, bi bilindahî bifire ew e: ko çawan neketiye nav destê min. Ev balende, seet dehê sibehê, di bin zimên de pir xweş e, kirtekirta hestiyên wî, bi xweşî, di nav diranên kursiyan de, pir xweş e.

*          *          *

-ji kovara DUGIR 5, Adara 1997an .

 

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002