Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Qilçix


 

 

Terorîzim

 

 

 


Qilçixa:
Qado Şêrîn

 

Di van rojan de dunya hemû bûye bendek li dujî Terorîzmê, ji bilî terorîstan, terorîst jî ji kaniya welatên misulman der dibin, bi taybetî ji welatên ereb, di dema ku gerek ev bend û hevalbendî ji demekêde biba,  hevbendiyek cîhanî li dujî Terorîzmê ava dibe da wê ji bingeha wê de rakin lê helbet ev yek dê zor be çimkî kes û rêxistinên Terorîzmî pir bûne û şax û paxên xwe li hemû deveran belav û berdane, nexweşiyek xerabe hemû welat û miletên dunyayê dê jê binalin, dê derd û êşan bibînin û bikşînin.

Lê ma gelo Terorîzmî çiye û ji ku derbû û li kû heye. ?

Wek ji çavan re diyare dunya hemû ber bi demuqratî û mafê mirovan ve dire ji bilî welatên Ereb û Musulmanan, tenê ev welat li şûna xwe dimînin û pêşketin di vî warîde bi wan re çênabe. Rêjîmên dîktator tucarî milet û welatan ber bi demuqratiyê û mafên mirovan de najon çimkî ev rêjîm ne bi awayekî rast û durust li ser serê milet û welat rûniştine, ew jî fêrî demuqratiyetê nebûne, tu felsefe jî ji wan re nîne, çavên wan bar nabe rewşa miletê xwe xweş û baştir bikin, hemû bi awayên leşkerî û diktatorî dibin serok û xwe bi awayên diktatorî diparêzin. Li welatên musulmanan û bi taybetî li welatên Ereban çi serok û rêjîm bi awayekî demuqratî hatiye ser serê welat ?.û ji bo xwe bi parêzin di dîroka xwe de rê nedane partî û tevgerên pêşverû û demuqratî belê ew tune kirine bi hemû awayên hovitî û ne mirovantî. Li welatên musulmanan tevgerên pêşverû qedexene lê ku peyda bibin jî bi lez û bez di zindanan de tune û nebedî dibin. Da van kesan ango kes û partiyên pêşverû dan ser rêyeke dî, rêya berevajî demuqratî û pêşverûyê, dan ser rêya musulmantiyê, di bawerya wan de rêjîmên Ereb û musulman nikarin wan qedexe bikin, di destpêka xwe de kirin ku şerê rêjîmên xwe bikin wek li Sûryê û Mesrê û Cezaîrê çêbû lê dîsa hatin nebedîkirin. Di dema ku pêşverûbûn van partî û tevgeran bi rêjîmên welatên xwe nikarîbûn bûn tevgerên musulman jî dîsa bi wan rêjîmên diktator nikarîbûn da bûn Terorîzim. Di baweriya wan de ku di rêya Terorîzmê de dikarin hinek ji hêviyên xwe pêk bînin, lê dîsa nikarîbûn li dujî rêjîmên welatê xwe şer bikirina da şerê xwe ajotin ber bi Emerîka û Ewrupa de.

Helbet li welatên Ereban azadî û demuqratî nîne, mafê mirovan nîne da kesin dibin Terorîst. Ku Emerîka û hevbendiya cîhanî bixwazin Terorîzim tunebe bila hemû serokên ereban hilînin û kesin demuqratî li şûna wan deynin da ji milet û welatên xwe re başbin, ma gelo Terorîstê wek Sedam Husên li kû  hene, ma gelo rêjîm wek ya Sûryê viroker û zalim li ku heye, di dema ku Israîl tawanbar dike bi zulma ku li Felestîniyan dike ew zulmê li Kurdan dike, kesên wisa ne hêjane di vê dunyaya xweş de bijîn. Ev serok û rêjîmên Ereb di çavên Emerîka û hemû dunyayêde rêjîmin ne rast û durustin ji ber vê yekê kesek wan xurt û mezin nabîne, kesek û bi taybetî Emerîka qedrê wan nagre, kesek ji wan natirse ji bilî miletên wan. Rêjîmên Ereb wek bavê ku zulmê li kufletê xwe bike da çawa bahweriya miletên cîhanê dê bi wan were û ji ber vê yekê dibin jêdera Terorîzmê. Ereb û musulman tinazên xwe bi demqratiyetê dikin, di dema ku kesek ne ji dûr ne ji nêzîk nikare nêzîkî serokên wan bibe mirovek dibêje: „Li Emerîka demuqratiyet heye çimkî her kes dikare di xwenîşêdanan de sixêfan bike serok”, yê Ereb lê divegerîne û dibêje: li gel me Ereban jî demuqratiyet heye çimkî herkes dikare sixêfan bike serokê Emerîka bê ku bête girtin.

Li welatên musulmanan ol û Dewlet ji hevûdu ne cudane wek li Ewrupa bû lê dîsa musulman hêvî û daxwazên xwe di hikûmeta xwe ya musulmande nabînin da herdu alî li dujî hev dibin Terorîst, naxwe çima dizî, zina, bertîlxur, kujtin, zulm, bêbextî, ne mirovantî, derew, malxurî, ne dadmendî,…li welatên musulmanan û bi taybetî li welatên Ereban hene li gel ola musulmantî ew qedexe kirine, ji ber ev kes ji her tuştî bê parin û jiyana wan ne xweşe, ev jî ji ber hikûmet vê yekê nake da dibin dujminê ol û welatê xwe, dibin dujminê her tuştî, di dema bi hikûmetê nikarin bi ola xwe dikarin, bi dîwaran re şer dikin, lê nayê ji bîr kirin ku ola musulman di destpêka xwe de bi van xerabiyan destpêkir, bi êrîş û xwînê û kujtinê hate ava û belav kirin wek ku li Kurdistanê bû.

Ev rewşa xerab ya ku miletên musulman ji ber serdarên welatên xwe têdene hiştiye ku bibin Terorîst.

Lê gelo çima Teroristiya xwe di gelek war û deman de li dujî Emerîka û Ewrupa pêktînin, helbet du sedem hene: 1-jiyan û rewşa wan ya xerab ji ber serdarên diktator û ne çareserkirina vê rewşa xerab. 2-di bawerya wan de ku Emerîka û Ewrupa sedemên vê rewşa xerabin, da dibin Terorîst li dujî Emerîka bi taybetî.

Ji aliyekî dîde miletê Ereb bi taybetî û yên musulman bi tevayî li dujî Emerîkane ji ber ku Emerîka wek welatekî ji hemû welatên musulman xurtir û xweştire hin ji bo jiyanê û hin jî ji bo dunyayê, lê di gelek war û deman de Emerîka jî guneh û şaşîtiyan di derheqa hinek tevgerên musulmande dike bi taybetî tevgerên azadîxwaz li dujî dagîrkerên welatên xwe, Emerîka wan wek Terorîstan dibîne, wek nimûne partî û rêxistinên kurdên bakur wek Terorîstan dibîne lê yên başûr wek welatperweran dibîne.

Ji aliyekî dîde ma kê Taleban a Afganistan çêkir, ma ku Usama ben Ladin li welatê xwe Su’ûdyê bikarîba ango mafê wî heba bibe şalyarek an jî mudîrê dibistaneke piçûk ma gelo wê biba Terorîst.

Li weltên musulmanan bi tevayî û li yên Ereban bi taybetî dar û devî nînin, da ew Oksicîna pê dijîn li wan herame, ew dar û deviyan radikin û naçînin, xerabiya dunyayê hemû li wan welatan heye ma naxwe çima ewqas penaber ji welatên musulman li welatên Rojava((gawiran)) hene, ta kengî dê zulm û zordarî ji birayê musulman li birayê musulman bibe, ta kengî dê kur û dê ji hevûdu veqetin, ma gelo kengî dê dunya bibe buhuşt bê zulm û zordarî.?. Çî çaxa ku Ereb û musulmanan gotin ji bilî me kesin din li van welatan hene ji mafê wan e jî ku bijîn, û ev ji wan dûre û di pêşerojê de dê terorîzim dijwartir bibe ji ber ku diyare ku nîvê Ereban dê bibin terorîst.

 

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002