Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Wergerandin


 

 


Ulrich Schaffer

Tenê bi şev

 

 

Wergerandin ji Almanî: Jan Dost

Ez jinbî me, ne kêfxweşim, min qedera xwe hilgirtî ye, ez hîn çilsalî me, mêrê min berî du salan bi êşa Lokîmya yê mir, ew mirineke bêdeng bû, yek caran ez bi wê bêdeengîyê hest dibim ku hîn di mêvanxaneyê de maye.

Ew êvareke weke her êvarê bû, weke pirr êvaran, ez di dema ku fêrî wê bûbûm biçim nav livîna xwe de, çûbûm razim û xilmaş bûbûm.tişekî ku ez wê êvarê têde biramiyama nebû, tiştekî hêjayî di deftera rojbuhêran de binivîsim nebû.

Ji roja ku textora min pêşniyar kiribû ez rojbuhêrên xwe dinivîsim, ez pê barê xwe sivik dikim, ez bawerim jî ku pê zora jana mirina Ernst dibim.

Piştî nêzîkî seetekê- ez li reqemên ronîdar yên seeta hayker dinêrim, ew bi hindikî berî nîvê şevê ye- xirecirek min şiyar dike. Ji hêla mêvanxaneyê tê. Li wir pirê caran ez ronîyê pêketî dihêlim, weha ez xwe êmintir dibînim.


 

Destpêkê ez di nivîna xwe de dicemidim  lê piştre ez dizanim ku divê rabim û seh bikim. Li hundir sar e, lê ez şimika xwe ya bermalê naxim pê û kincên xwe yên giran li ser sendelîyê dihêlim. Hewl didim ki pir bi aramî henasên xwe bikişînim weke ku ez dê weha neyêm xuyakirin.

Di qelşa derîyê oda xwe re dikarim mêvanxaneyê bibînim. Xortek li wir rawestiyayî xuya dike, çakêtekî çermîn yê reş lê ye û kêrek di dest de ye. Rûtirş xuya dike. Ez dizanim ku dawîya min e êdî. Ez nikarim telefonê bi dest bixim û bangî polîsan bikim, ew dê min bibihîze û ji pişt ve kêrê li min bixe. Tiştekî hêjayî dizîyê li ba min nîne, ez xizanim.


Ez bê liv û lebat ji pê me, dixwazim hema tiştek were bîra min, ez nizanim çima ew hatîye jivana min, nizanim min çi kirîye.

Ez bendewar dimînim, yê diz bendewar dimîne, dibe ku pêjna min kiribe û xwe amade kiribe. Ez tînim bîra xwe ku min ev rewş yek caran xeyal dikir, lê min bawer nedikir ku ez dê bi xwe rastî bûyerek weha bibim.

Êdî ku hew dikarim bendewar bimînim, derî dehf didim, ew min dibîne, ez hewl didim ku di rûdêna wî de tiştekî dî bibînim, ji bilî tiştê ku pê hest dibim. Tê xuyakirin ku çakêtê wî ne çermîne, naylon e û li ber ronahîyê weha dixewinî. Awirên me li hev dikevin, ez xwe li ber awirên wî radigirim.

(Bibûre ku ez bi vî awayî ketime mala we). Ew dibêje, ez hîn lalim, lê xuyaye ew ne rûtirş e, li ber çavên min weha bûbû.

(Hûn çi dixwazin?)

(Ji kerema xwe ji min re bêjin TU, navê min Erns te).(1)

(Hûn çi dixwazin?)

(Min ronîyek li vir pêketî dît).

(Tiştekî min yê buha nîne).

Dema ez vê dibêjim, dizanim ku ew ne dizekî li tiştên buha digere, lê divê ez weha bibêjim da ku tirsa xwe birevînim.

(Ez naxwazim dizîya we bikim).

(De ka hûn çi dixwazin.)

(Dibe ku zor be hûn ji min bawer bikin dema  bibêjim ez bi tenê me, pir bi tenê me, êdî hew debara min li odeya min dihat, divabû carekê dî biçim mêvanxaneyekê û bi mirovekî re bipieyivim, ez hatime vir. Vekirina derîyê we hêsan bû.)

Di destê wî de perçeyek hesin hebû ku wî pê derî vekiribû.

(Gelo ez dikarim rûnim? Pêdivîya we û bankirina polîsan nîne. Ez dikarim biçim.)

berî ku ez karibim bersivê bidim, ew li ser kenebeyê rûdine, eynî weke ku mêrê min Ernst rûdinişt, li rexê kenebeyê mîna ku gelekî di rûniştina xwe de dirêj nake, çi ku gelek kar li pêşiya wî heye.

( hûn bimînin). Ez dibihîzim ku ez dibêjim û bi xwe ji xwe fam nakim mîna ku di rewşeke awarte de û lê mukur nayêm ev hevok min rêsabe.

( hûn dê çayekê vexwin?) ez dipirsim û li hêviya bersivê namînim û derbasî metbexê dibim û avê didim ser.  Ew dîsa ji pê bû ye û bi awirên xwe dide pey min.

Ez xwe fam nakim, lê dixwazim şêweyê xwe yê berê bişikînim.

Çaydanek çayê çêdikim û bi du fincanan re li ser tebsîyê tême mêvanxaneyê. Fincanekê bo wî dadigirim.

Dema ez agirdanka binê çaydan li ser maseyê datînim, ew li ser erdê  rûdine û li agirê vêketî di binê çaydan de dinere, kelebox ji çaydan radibe, çend sanîyeyan her tişt bêdeng e, pişt re ew dibêje: niha ez dikarim bi rastî biçim, weha hinekî bêtir dikarim bijîm.

Lê êdî ez naxwazim ew biçe, li ba min weke ku ji bo min hatibe, ji bo tenhatîya min hatibe, ez bi rastgoyî ya wî û bextewerî ya xwe hest dibim, nizanim çima ez tika dikim ku ew bimîne û hinekî behsa jiyana xwe bo min bike.

( ji dil hûn vê yekê dixwazin? Tirsa we êdî ji min nemaye?)

( na . tirsa min êdî ji we nemaye, ji TE nemaye  Ernst)

ew dest pê dike û dibêje, geh ez guhdarîya wî dikim û geh nakim. Ew behsa  jihevcudabûna dê û bavê xwe dike, qala karê xwe yê ku hew dixwaze bike, dike. Û her û her behsa tenhatîya xwe dike, ku mîna êşekê di bedena wî de digere. Ew divê odeya xwe ya di pansyonekê de bişemirîne û li kolanan bigere, lê yek caran ev jî ne bes e, êdî hema ew ku be berê xwe dide wir, wê dera ku ronahîyeke zerik û germ li çavê wî bixe,...................

ez guhdarî wî dikim û nakim, tê digihim ka ew çi dibêje bêyî ku guhdarîya wî bikim, ez li dilêrîya wî ecêb dimînim ku êrîşî mala min dike da ku hinekî bi min re bi axive.

Fincaneke dî pêşkêşî wî dikim û yekê didim xwe, ew hîn diaxive, çavên wî hîn jîndartir dibin.

Ez mêrê xwe Ernst tînim bîra xwe, germbûna wî ya ji jiyanê re.

Dema ku ew seet sê yê nîvê şevê diçe êdî mala min nema kerr û vala ye.

Roja din, ez bi jixewrabûna xwe re ramiyam: gelo ev hemî tiştên qewimîn xewn bû? Lê li ser maseyê çaydanek û hîn du fincan hene, ji zû de ew du fincan li wir nehatibûn danîn.

_______________________________________________________________

(1)wateya vê hevokê ew e ku ew mêr dixwaze perdeyan ji nav xwe û jinikê hilîne, çi ku di Almanî de  zû bi zû  mirov rêzgirtinê nade alîkî  di peywendîyên bi kesên ku nenas bin ji alî mirov de.J.D

 

 

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002