Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Helbest


 

 

   Metalin dilbijok

 

 
          Dijwar naso

 

Di tenahiya şevê de;

Penaber û dîlê dûrbûna te me

Di wê sar bûnê de, tê me herijandin

Ji dûrbûna te............xanim

Lorandineke windayî, ji paşla min

Ber bi ARTA gav davêtin

Eywana paytexta te hêlîna girnjandina

Lîvaye

Xwestek dîtine...

Dîtin

Sirûdan di dêre ,li ber sûlaven dilgermiya te

Dilgermî....qonax hilweşandin.

Hiş neynike di seqema zaroktî yê de

Te ber çav dikim ,

Leylanan sêwîdikin

Dûrbûn

Dûrbûnê nigşikestî dikin ji bîranînin me

Ey rondika serxweş û bîhatî,

Ez bûme zîvarê biskê rivîna firişta deşta

Mêrdînê

Bê bask di mînim ji berz bûna qama te

Koçerê zozanîte me

Şîrgermê sînga Bêrîvanê te me

De were......dê were

Emê çîrokên evîndara

Li darxînin

Û

Pezkovî ya bikin qurbana Siyamend

Bila xecê bûkaniya xwe li darxîne

Û

Sîpanê xelatê xwe bi ser bejna wê

Siwara demilqeran ber de

Ta bişkivin hemû rengên gulav û

Mey nab serxweş bibe di destê peyayê te de

Feryad û nîgaşên zemînê hilweşîn

Ji xunaviya berbangê

Libo....libo bi ser merşekî keskesor

Xwe ber dabû

Ta binivîsîne,dîroka xwezayî Ferat

Di xomxoma Diclê de, xwe vejîn

Û

Gavin bilez bi ber te dikêşim

Pêlan li pêlan dixim,

Sînoran ber hev dikim

Ta

Nêzî bihna te bibim.....dilê min

Paşê min rapêçe di nav wan hûckên Mîtanî

Bila Nefertîtî vegere ser axa Aşûkanî

Û

Bibe destgirtya lawekî kurdî ser hişk

û

Poşmaniyê bi de vî welatî

Û

Bi hejîne bi wî destê hevremêşî koka Fereûn

Û pêbide nasîn

Ku em jî dilbijokê mana xwe ne

Xwe kuştiyê dîtina xwe ne

Di nav tirabêlka şaristaniyê de

Şawûşka giyan dikim,

Rûpelin veşartî û ne xwendî di bin çengên te de

Vedjînim.

Pêsîrin ne mêtî di sînga helana bindestiyê de ,

Xwe bi şîrdikin

Ji bo mendalên şarezûr makzayîna xwe

Hê nebûn û ne dîtin,

Wan têr delalî bikin,

Û sêpya zimanê me hilweşe

Ji ferhenga dilbijokên, kuştina me,

Û nepenî bibin xewnên reşgirêdayî

Ji ber kilê çavên te

Û gewr bûna rûkê te

Di dergûşa demêde ,

mezin dibe bi xewnin we

*        *      *

Amûdê-27/102002

 

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002