Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 

 

Wergerandin


 

 


Mihemed Efîf Huseynî

Kî ji me bêtir di sirgûnê de dilerize?

 

 

 

Wergerandin ji Erebî Jan Dost

 

Padşah Karl yê dwazdemîn yê bronzî

Werdek yên  hindik û qelew yên di rêavê de li Gotinburgê, mirî bûn, winda bûn, perîkên biriqî yên kesk û nikilên pehn yên zer, terîyên kin û di meşa wan ya kenokî de dihejin, pencên tijî ji çermê avjenîyê, rûnê ku di perîkên xwe didin  di avê de, û baran, û diltengî û kutan, çavên qehweyî yên ku di tirsê de dibiriqin, geyayê cinsî  di bin zelqa wan de, û ava vêl  ya ku padşahekî swêdî tê de fetisî- ne fetisî, lê demê ew di bajarekî ne bajarê wî de serjêkir, wek min, ez yê ne padşah, û ne li Kurdistantê, lê dostê wan werdekên qelew yên her ku min dibînin diqîrin, û qûnên xwe dihejînin, dema ku ji rêavê(qinê) tên bal bi min ve  li ser geyayê, ez dan ji wan re dihavêjim, ji Axîn Welat re, diltengîya evîndarê sirgûnkirî  ji bronz re dihavêjim.

Û ji padşahê bronz re li Gotinburg Karl yê dwazdemîn yê ku ji sedsala nozdan de li ser sekoya kesk ji pê ye û her û her  newresek(martîyek) li ser serê wê diqîre û zelqan li ser berfê û dilsarîyê û evînê û teksta helbestan ya helbestvanekî Kurd û erebînivîs de dike.

Werdekên mirî wê rojê ez wan dikişkişînim bal bi xwe ve da ku min fêmbikin, bi wan re li ser geyayê rûdinim û bi dengekî ketî ji wan re distirêm:

Kî ji me bêtir  di sirgûnê de dilerize?!

Werdekin Iskendinavî, bi aramî li ser geyayê havîna Iskendinavya vedinin, ne mirî ne, ne jî winda ne. Û ne jî serjêkirî ne!

Ew werdekin ji dilê min difirin li Gotinburga rêavê.

rêava mîna çemekî evînê baskên penaberên mîna min tê de lêdidin.

Werdekên biçûk di rêavê re dibihurin û şopeke sivik ji perîkên xwe dihêlin dema ku bi pencên xwe yên tijî rûn li avê didin, li dû wan perîkin zer avjenîyê dikin, hêkên wan bûne çêlîk, ber bi min ve direvin çêlîkên tewş,  ez ji daneyên xeyalê xwe jê re direşînim, îcar ew bronzê padşahê di dûrîyê de serjêkirî dinikilînin, padşah Karl yê dwazdemîn!

 

Padşah Gostaf yê çardemîn

Padşahê siwarê hespekî bronzî, pasvanîya kevok û tilûrên havînî û qiralkê bi rû, yê li ser kulêmeka hesp veniştî dike, hespê ku ji padşah re hîrehîrê dike, padşahê ku ji joraya xwe li min dinihêre û ez jî lê dinihêrim, tilûr difire, tê bîra min ku parsûyeke min ya kêm li dûrîyê maye, parsûya tenik ya ku dişibihe şûrê padşahê bronzî siwarê hesp, hespê li ser bingeheke kevirê şayik û kevn yê ku ji xeyal hatiye, berê kevir  piştre dek û dolab!

Padşah û ez û Jak Brêvêr

Jak Brêvêr û ez û padşah

Ez û padşah û Jak Brêvêr

Sê kesin bi parsûne ku di evîn û tûtin û nenasîyê û tenêtîyê û tevlihevên herhebûnê de diperçiqin.

Padşah ji hespê xwe peya dibe û berî dide havînê

Jak Brever berî dide Brêst a şewatê

Û ez

Nizanim dê çi bikim

Tilûr tê

Tilûrê paddşah tê ba min

Li cihekî dûr li ser parsûya min ya kêm datîne

Cihekî min ew pir ji bîr kiriye, parsûya xwe û dînbûna xwe û nikilê xwe li wir hiştiye.

Cihê ku Padşah Gostaf ew serî lê nedaye,

û Jak Brêvêr li ser nenivîsiye.

Cihekî ku ez ji hespê padşah berê xwe didim wî her û her.

 

Nikilê padşah

Nikilê padşahê Swêdî, weke nikilê werdekê nêr e, yê di rêava li nêzîkî mala min de.

Mala min, bi xwe mala min nîn e, lê qaşo mal e, ez jê tirênan dibînim, diçin û tên, tên û diçin û bi xemgînîyê barkirî ne.

Yê nêr- werdekê bi qirika xwe ya kesk û bi keskê biriqandî hinnekirî, tena tena bi alî min ve tê, werdekê nêr dişibihe padşahê swêdê yê di demê de kuştî, ew dema ku dişibihe min, û ew dema ku dişibihe geyayê kesk, geyayê ku dişibihe hespê min, hespê min yê sirgûnkirî, padşahê Swêdê lê siwar tê: Gostav

- Gostav dev ji hespê min berde

- Gostavê kuştî ez helbestvanim.

- Gostav ez evîndarim.

- Gostavê tenik, ez li te dinerim, tu li min nanerî!

- Gostav, nikilê te mîna nikilê min e.

- Gostavê nazik, li kolana Evînin, evîn bi kurdî hezkirine. Gostav bersiva min nade, ew berî dused salên bronzî mirîye.

 

Padşahê Swêdî yê ku digirî

Min li Gotinburgê pûtê padşahekî Swêdî ku digirî nedît, dibe ku ezim yê  digirî.

Ez ne padşahim,

û ne jî Swêdî me.

Ez torinê nikilên werdeka me, li aliyên: Wan û Mehabad û Amûdê û Hacî Umran.

Her çar alîyên ku mîna padşahê Swêdî digirîn.

Her çar alîyên ku werdek tê de bi xeyala xwe noq dibin ser xeyala min.

Padşahekî Swêdî li ser binpûtê xwe yê ji mermerê sor, niha digirî.

Dem û bronz û bîyanî û mij jê diherikin.

Diherike li ser nikilê wî, mermerê sor yê kilkirî!

Padşahê ku nagirî û ez yê ku nakirîm.

Em li kolana Gotinburgê de, di rex çayxane ya Mûze yê de dimeşin,

mij me dipêçe:

riya wî tûjik û zivr e

riya min ne tûjik e ne jî zivr e

ew keskekî xemgîn e

ez jî keskekî xemgînim

padşah diçe tilûrên xwe

ez jî diçim werdekên serjêkirî

pirtikên nan ji wan re dihavêjim

qirikên wan xwarin û li ser nikilên wane xwînek hişk.

  Xwînek şîn.

 

Herdu padşahên Kurd

Yê ku Amûdê ava kir, padşah bû, padşahê Orkêş, bi nikilê xwe yê ziravik.

Yê ku Kefrcennê-serêkanîyê berî erebkirina wê- padşah bû, padşah Hûrî, yan pêxember Hûrî, bi nikilê xwe yê kesk mîna zeytûnan.

Yê ku evîn ava kir, Bronzê li Gotinburg bû.

 

Werdeka biçûk

Werdekeke min ya biçûk heye

Navê wê Newroz e

Neviya padşah Orkêş e.

Dê werdekek min biçûk ya din hebe navê wê Gulnam

Nevîya pêximber Hûrî

Du werdekên min yên biçûk hene

Du werdekin bi nikilin mîna nikilên herdu padşahên Swêdî

Yên niha di pûtên xwe de difetisin

Di perîkê de dikevin xewê

Perîka diltengîyê.

 

Werdeka padşahê Swêdî yê li Kurdistan hatî kuştin

Li sûka sergirtî,Salluhalen, werdekên peritandî dirêjkirî ne, bêbikil, froşkarê îranî wan dipêçe, ew froşkar dişibihe kujerên Qasimlo û Sadiq şerefkendî yê şikak, wan bi Selofana bazirganîya xwe ya li ser xeyala wan dipêçe.

-Gelo ewin werdekên ku li ber giyanê min paldidin bi çavên xwe yên qehweyî?

Ez ji froşkar dipirsim.

Werdek di nava selofanê de ramediyane.

Padşah di Bronzê xwe razayî ye.

Û ez – biyanîyê birîndar- tomar dikim ji werdekan re, werdekên bi nikilên nexweşik û meşa xwe ya mîna min ne liser hev,  ku ez ji wî padşahê ku li Kurdistanê nehatiye kuştin hez dikim.

Kurdistana ku bêrîkirina min d i ava wê de sobayê dike.

Keskê ku li ser milê min yê çepê dibiriqe, ew e keskê deryaçe ya amûdê.

-Ma li amûdê deryaçe heye?

Dipirse ji min padşahê Bronz.

 

Werdeka dawî, padşahê Swêdî yê dawî

Li kolana ku di ber mala şêx Efîf re dibuhure, refek werdek tena tena dimeşin, refek xemgînî, refek  li ber pêpelûka kevin radiweste, kevirên wê ji kevirên sirgûnîyê, û derîzana wê ji rûniştina min ya li ser berîya sed salî ye. Ez werdekan dipêm  ew dimeşin û zelqan dikin, baz didin ser hev û pirr dibin, hemî ji ber çav diçin , tenê yek dimîne, padşahê Swêdî  wê ji ser milê xwe kiş dike, li otinburgê, û ew- padşah- min ji bîr dike û ez wî ji bîr dikim û rêzên bijan ji bîr dikim.

 

Werdeka helbestvan

Hevala min a Swêdî a helbestvan“ karîn boy“ di bronz û ...? binav bûye, hevala min a helbestvan a ku min destê wê yê rastê yê gulan pêşwaz dike bi gulan nuxumand, min gulên bronzî diyarî wê dikirrîn, min dirêjiya xwe û wê dida ber hev, û ziravîya xwe bi ya wê re dipîva, û min jê re di berfê de distira ew jî rawestîyayî dilerizî:

-Kî ji me bêtir di sirgûnê de dilerize?

Karîn boy ji nikilê min hez dike, ez jî ji yê wê yê bronzî

Karîn Boy xwe di sala 1941 ê de kuşt.

-         kî ji me di sirgûnîyê de bêtir dilerize?

 

Ji Axîn Welat re, diya werdeka min ya biçûk Gulnam, bi nikilê xwe yê weke nikilê kewê, ne yê werdekan.

Gotinburg 24- 6- 2004

 

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002