Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Helbest


 

 

Soz 

 

 


     Azer
Osî

 

Bê biweste.....

dilêm naweste.!

Wek şewatê.

Bêhna şevê.

Kulma demê.

Mîna findê........

şev diçe.

................

Ez jî...... mîna xewna wê? 

Û çemê canî canê

bê biwestim, pêr diçim.

.................

pêr diçim....û şev diçe.

Ji dest min dibe, pêr diçim.

Ji min diyare, ez diçim.

Li dil min dide,pêr diçim.

Li paş min çi ma, wa diçim.

Û ji kenê gulê!

rûdana şevê!

bi oxra te lê lê, şev diçe.

..............

pêr diçim....û şev diçe.

Naz naz li baye, pêr diçim.

Ji ber bi dilim, ez diçim.

Mîna nêrgize, pêr diçim.

Di şevê de, ez diçim.

Û şev.....ji dana min,

ew tê avdan.

Ji xwe ve, min pêşwaz dike. Di guh de, banî min dike.

Li min, bar sivik dike.

Û bi dengê Yar......

li sirûda min, guhdar dike.

.......................

Pêr diçim.....û şev diçe.

Bi bayê wê re, ez diçim.

Dilê xemgîn dilîland.

Dilo dînim ez diçim.

Hêwî Cane, pêr diçim.

Bi min re yare, ez diçim.

Ji min hezdike, pêr diçim.

Û

Piştî te, û şeva çavên te diçim!?

...................

pêr diçim....û şev diçe......

şevê koça xwe dikir.

Dil şikî, ronî dikir.

Li yar... min destên xwe bada.

Di xatrê wê de, Şev dihat.  Biskên wê, bi xwe hûna.

Û ji bo min...... 

xatirê dawî jê nexwest.

.................

pêr diçim....û şev diçe.

Şev bengîne, ez diçim.

Fermanan dide, nabêm na.

Hêvyê nakuje, pêr diçim.

Sermest min dixe, ez diçim.

Bi min re digrî, pêr diçim.

Li tevna min dide, ez diçim.

Alê hildide, pêr diçim.

....................

pêr diçim....û şev diçe

bêhna te jê tê, pêr diçim.

siwarê rê me, ez diçim.

Kes nizane çima çim.

Bê zanibim,pêr diçim.

Ta ez hebim, ezê çim.

Û ser soza xwe, ez diçim.

 

24.6.2004

Amûdê.

 

 

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002