Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Wergerandin


 

 

Xeyda Kûçik, Kitik û Mişk

Ji toreya cîhanî, Kurteçîrok ji bo biçûkan

 


Wergerandin ji zimanê Erebî: Serhan Îsa

Pisîk ji mal derket, û venegeriya, bû kuf kuf û naw nawa çêlîka wêna a biçûk, nema xwe girt, li devê derî xist û derket, ku li dayîka xwe bigerê.

Peştî kurtedemekê, xirek li vir yek li wir, pisîka biçûk li qurçikekê, ji yên kolanên gund pêrgî dayîka xwe hat, û jê pirsî:

Dayê dayê tu li kur bûyî?

Dayîkê lê vegerand û got:

Ax ax keça min, şêrîna min, hîna wisa tu biçûkî, û tu dixwazî her tiştî zanibî hîna zûye ku tu van pirsan bikî?

Hingî Pisîka biçûk jî pirbêj û xwestek bû, dîsa pirsa xwe dubare kir û jê pirsî?

Dayê tu dibêjî dibêjî, tu nabêjî ezê xwe bikûjim?!

Dayîke reben neçar me, ê ku başe keça min eger ev niyaza tebî, ku tu dixwazî her tiştî zanibî, ezê ji te re bêjim:

Ez ji ser goristan têm keça min?

min çû kalikê te yê di nav salan de çûyî bingor kir qîza min?

ji ber ku pîr bûbû, hevalê wîna jî ji cem xwe berdabûyê, û ev çendak bû ku bi tenê di nav bexçeyê binya malan de bû lê duhî ez çûm ku ez serekî lê bidim min nerî ku va giyan sipartiya yezdan

pisîka biçûk girî û got:

û çima wî Xwedê kurkuştê xwediyê xanî berdabû kalikê min yê reben?

Eger jiyan wisa bê a baş ewe naxwe ku ez bimirim?

Dayîkê lê vegerand û got:

Wî berda kalikê te ji ber kalikê te pîr bûbû û hew dikarîbû mişkan bigrê?

Pisîka biçûk disan pirsî?

Û çime gerek kalikê min mişkan bigrê?

Dayîkê:

Ax ..... ax ji kerbê te tu çiqas pirbêj û xwestekîyî, keça min ev çîrokeke dûvdirêje?

Guh bide min xweşika min?

Ê....... yadê erê erê ez guhê min li te ye de bêje bêje

Carekê ji caran rehme li dê û bavê xwendevan û guhdaran

ku caekê keça min, kûçikek û pisîkeke eware li serê tingekî gihijtin hev?

Kûçik gote pisîkê

bi kûve tê herê pisîkê?

Pisîkê lê vegerand û got:

Kuro tu zanê.... were were....were ezê ji te re bêjim?

Tu zanê kûçik

ev mêrikê ku ez li cem dixebitim, gelek karan bi min dikî,

xwedê wekalê min û tebê ez ji naw naw xistime?

xwestekên wîna ne xelasbin û ne derbasbin, here wir were vir, ?

û bi ser de min têr nanê tisî nakê?

Zikekî têre û yekî birçîye?

Hema vêce rokirin û pîvan li cem te Kûçik?

Tu zanê hema bi min re gihaye serê bêvilê

ez bi xwedê kim carne ez dixwazim xwîna wîna vexwem,

ax..... anuha ku di vê kelê de bi dest min kete,

minê piçikê wîna bibirna esîmana,

pisîkê wisa diranên xwe bi ser hevûdin de disîrikandin

û ji kûçik re digot

ango tu dikarî ji îro û pêve bi vî navê nuh banî min kê

karpir û nankêm?

Kûçik jî guhên xwe yên mîna çeperan rep kiribûn,

zîq li çavên kitikê dinerî û lê guhdarî dikir?

Kûçik bi matmayî lê vegerand û got:

behweriya te ji Xwedê bê çîroka min jî eynî eve....

erê bi Xwedê,

ev bû qiyametek sal ez li ba mirovekî cotkar dixebitîm,

lê piştî ku ez hinekî pîr bûm,

bera min da,

û ne wisa bi tenê,

kitik, biner bê ma çi anî serê min a te xweşe kuro

bêbavê bêbav zirdarek ji xwe xilas kir

û heta Xwedê hêz dayê li devê qûna min xist,

Xwedê wekalê min û te bê kitik, hîna ciyê wîna dişewitê,

û piştî ku ez ji nav malan derxistim

gazî kire hemî kûçikên gund,

û min dît û tu nebînî kitik

bû hire hir û kewte kewta van kûçîkên têr nanê tenûrê yê germ,

û hestiyê hemî goştû

êrîş berdane min,

bi filtê filitî min xwe ji nav lepê wana xilas kir,

erê behweriya te ji Xwedê bê?

Piştî ku kitik û kûçikê aware li halê hev û din pirsîn, bîna xwe vedan

Ji xwe re şêwreke giran danîn?

Gihijtin biryarekê ku ji xwe re li mirovekî bigerin ku li bal bixebitin da ku dawî temenên xwe, lingek di gorê deye û êk ji derveye li kolan,

derî û dertêla şepirze û rezîl nbin?

Piştî gereke kurt li vî gundî li wî gundî,

merovek dîtin ku li bal bixebitin,

kaxez û pênûs anîn?

Peyman û sozên xwe nivîsandin her siyan li ser emze kirin,

kaxezek la ba mêrik ma û êk bi kûçik û kitikê re ma?

Û ji ber ku kûçik her timî nehtorê devê derî û derdora xanî bû, belengazo nikarî bû kaxezê bi xwe re hilgirê

Ji ber vê hindê jî danî cem kitik, çimkî kitik her timî karê wîna berûvajî yê kûçik di hundirê xanî debû?

Demek xweş kitik kitik ma çavdêrê kaxezê lê hêdî hêdî êdî aciz bû

her diçû kur dibin çengên wîna debû?

rabû rojekê bi xwe şêwirî ku halo çênabê

li dora xwe nerî kesek nedît

bi kijoran re hilperikî ew xiste navbera du şelqên kijorekî de û ku çip û xwe avête erdê

ji kitikê belengaz were kesek bi ser ciyê wêna nabê

û di destpêkê de jî merovên ku li cem dixebitîn sozên xwe bi wana re bi cî ditanîn, li wana dibû xwedî, û ewna jî di karê xwe de pir kêfxweş bûn?

Lê roj bi roj mêrik xwe li gemla da

û dan û standina xwe bi wana re nexweş kir

ho ho ....... kûçik gote kitik kuro kitik ev bêbav xuyadikê di ser xwe ve çûye kuro tu dibînî çawa çavsoriyê li me dikî?

Rabû rojekê kûçik hew debor kir bazde bi ser kitikê de

Kitik kitik, ka wê kaxeza ku me bi vî mêrikî re emeze kirî bide min da ku ez ji heqê wîna derkevim?

Pisîkê jî ku çip bi kijoran ve hilperikî, de li vir de li wir, lê ji bilî hindek parçeyên biçûk nedît ew jî yên ku ji ber mişkan mabû?

Kûçik ji kerb û kîna devê xwe xiste qirika kitikê reben

û bir û anî li vî hêtî xist û li wî hêtî xist, bernede hindik mabû ku wîna temam bikî, lê kitik bi naperûçkên xwe yên tûj û bi zîrekîya xwe karîbû xwe ji nav lepên wîna derxînî?

Û ta nuha jî keça min hîna kitik û kûçik ji hev xeyidîne û dibin awiran re lê êk û dû dinerin, û dema kûçik keysê li kitikê ditînê êrîşî berdidê ser dixwaze wêna parçe parçe bikî?

Û keça min tu dizanî em bi bejin û bala xwe bi girsbûn û hêza xwe nikarin kûçikan

Lê em pir xurt in û hêzeke pêlewanî, bilind kirin, qevaztin û xweçenkirinê li ba me heye, ji ber vê hindê jî zû bi zû kûçik bi me nikarin?

Piştî ku pisîka biçûk çîrok hemnî guhdar kir, ji dayîke xwe pirsî?

Û kitik bi mişkan re çi dikin piştî ku kaxeze peymanê xwarin û ew ecêba giran anîn serê wana?

Dayîkê:

Ji wê rojê ve keça min kitikan jî soz dane ku mişkan li kur bibînin ku wana bikûjin, û bixun?

Û ji´wê dîrokê ve dijminê me yê yekemîn mişke?

Pisîka biçûk diranê xwe bi ser hev û din de sîrikandin û got.

Û ez jî..... û ez jî dayê.......

ez soz didim ku da ku ez li jiyanê me xwarina min jî wê mişk bin?!.

*    *    *

kaniya.sipi@web.de

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002