Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Helbest 


 

 

Bakurê dil û cemserê din

 


         Dilşa Yûsiv

 

Fûrîn

Pelqe pelqa kela dilê min

Bê deng

Wek qehwa di gumgum de

Li ser tirafa...

Êzingên evîna te

Her diçim

Tîr dibim

Nizanim kîjan demsalê

Tê ji şemendefera....

Xewnerojkên xwe dayê

Û bibe mêvanê qonaxa xwe

Li ber tirafa xwe rûne

Û bibe fincan

Da ez bifûrim te.

Keskesor

Wek baranê.....

Ezê dîwarên te

Yên ji heriyê avakirî

Biherifînim

Bi ser bejn û bala te de

Û li şûna wan

Ji bo vî dilî

Koşkên ji evînê avakim

Û ji asmanan

Keskesorê bidizim

Bi ser bejn û bala xwe dakim.

Dil

Kûpekî ji hestane

Di tenûra jiyanê de

Tê qewartin

Derê wî ....

Li ser piştê vekiriye

Pasewanê wî

bixwe ye û jixwe ye

lê...ji her mêvanî re

nabe nivîn.

Gotin

Rêzikên ji hil û moriyan in

Di gerdena.....

xwedawenda ciwaniyê de

xemla ziman in

bi gulbişkojan dibişkivin

carna jî dibin

qeyd û merbet

di gerdenan de di alin

û xwediyên xwe

li dûv xwe dixirikînin.

Hêlên Talankirî

Hêlên me bê benderin

Keştiyên me jî

Bê fermanin

Nasnakin hêlan

Îjar emê bayê aramê...

ji ku barkin

rêwiyên rojhilatê

bê bender man

li ber taloza girover

ya ji rojava de hat

talankir hêlên me.

Bakurê dil

Bakurê dilê min e ew

Di çavên wî de....

Di meyînim

Hingivê tehlîşka evînê

Şima mûma min e her şev

Şevbuhêrkên tenahiyê.... cîjwanin

Di rojek serê payîzê de

Xak bi baranê nermijî

Min ew wendakir

bê xatir....

li wir...

li bakurê dil.

Cemserê din

Gava ez wek rûbarekî

Tersî cihnûmayê diherikîm

Te ji xwe re qublegah....

Ava dikir

dema ji rojhilata min

roj bilind dibû

li rojava

di asoyên tarî de

te xefk vedidan...

li pêş omîdan

ne tu 

em pêrgî hev hatin

li hinda gelawêjê

li ser dûriyana...

riya kadizê

te stêrkên rijiyayî berhev dikirin

tê kengî ji şîr vebe

û berde hilmijandina....

pêxîrên min

em ê nebarin

ger tu nebe cemserê din.

 

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002