Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Helbest 


 

 

De bila guhîjok di xuşîna xwe de gêj bibe

 


     Xelat Ehmed

 

Dema siwaran derbas bû
Hesp li ser pêyên dawî rawestiyan

Guliyên xwe li ba kirin

Şîhiyan

Tevli ramanên çiya bûn

Çiya, di rûtbûna tenahiyê de

Afsan û xewnên xwe ji şikeftan re dibêjin

Ez û te

Di sîdara guhîjokê de

Ser kaniya gund

Destanên siwarên rojhilatê

Ji avê re dinijinînin

 

Şivan ber bi me ve tên

Lêvên blûrên xwe diramûsin

Di dilên wan de

Evînê ji min û te re dilorînin

 

Beranê kerî

Quloç badayî

Zengil zelal

Bi kubarî

Derbas dibe

Nehtorvanê mîyên xwe ye

Di cokê de

Neynika wî dinoşin

Û tu

Li ser pala kaniyê

ji min re pal didî

çavên min dinoşî

de bila guhîjok

di xuşîna pelên xwe de

gêj bibe

kanî

ji bê aramiya lêvên te re

tevlihev bibe

 

nêçîrvan hatin

razên pezkoviyan di gewdên wan de

dikelin

gulîvandkên xurcezînên wan

serpêhatiyên bapîran

bi hêmenî ji ba re dibêjin

harbûna daristana di çavên wan de

diçirisin

dilberên wan

mîna min

di bendewariyê de

hêvîyên xwe

dirêsin

 

zeriyên gund tên avê

xortaniyê di paxilên xwe de dihejînin

zozan di gerdenên wan de

mest dibe

ken hingivînin

tenê xemgînî

di kûrahiya çavên wan de

gure

li ber avê

bi nalîna Edûla Temer paşa re

hilma şewateka tûj

ji dengên wan  bi ba re belav dibe

 

pîrikên me

pêşmalk bi rûn

çêçkên qaza û bîranîna  tajon

balinde tevnên wan dixwînin

ez û te di hêlînê de

niklê hev diramîsin

pîrkên me li ber qurmê guhîjoka kevnar

sozên me bi hiriya dermaleyan re

ser teşiyên xwe dirêsin

 

li serê milê

papîr nehtorvanên yarîyên piçûka ne

kulîlkan bi kenê zarokan

ji hevdîtina me re mezin dikin

bê deng

li lavijên min guhdar dikin

dema bejna te ji dûr ve di beybokên min de

mezin dibe

lewendiyên xwe ji min re dihejînî

kembera min ber bi xwe ve dikşînî

pişta destê xwe bi enya min ve tînî

da zarokên me yên ne bûyî

di tilyên te de bijenin

 

de were

em çem derbas bikin

bi darên biyan re

xwe bi ser leylanokên avê de bitewînin

sîdara daristanê derbas bikin

bi pelên sipîndaran re

bi laqirdiyên ba  

bikenin

 

kozik a dermaleyan dibore

guhanên miyan ji mîjandinê re çîk didin

ma hilma havînê û xuhdana te

dê mêweyên sînga min bigihînin ?

 

kûçik ji biyaniya me re direyin

kerê reş ê guh jêkirî

ji sîtila sifra bê rûmet divexwe

bi kenê me dikene

serê xwe yê mezin

ji bê bextiya rojên min re

dihejîne

 

kebanî li benda borandina tenûrê ye

li ser dikanokê

zadê êvarî dibijêre

gelwaza mirîşkan

di bin çavên keleşêr ê gulî sor de

niklê xwe li erdê dixin

qidqida xwe

ji hêka sibhê re dihilînin

 

zenglê garanê li qelaç

tevlî xirxira pisîkan dibe

hêdî hêdî qeytana lempê bilind dibe

heval ji mamik û çîrokên periyan re

qesta êvara me dikin

ma em ê îşev jî bi gustîlkê bilîzin ?

 

stûna mala me goze

stêrkên asmanê me pirin

korahiyê xwe bi ser dilê te de berdaye

tîrê bê bextiyê li min tûj kiriye

li pişt xwe nenêre

dema konê te

di pelqîna sibê de dûr bikeve

ez û stûna malê hilweşin

………….

……….

Dilberê min.

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002