Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Wergerandin


 

 


Mihemed Nûr Elhûseynî

Portrê, ji yê ku gotarê dadigre,
Wek ku Nêzek e..
Wek ku dem nîşanek ji xelmaşiyê ye..

 

 

 

Wergerandin ji erebî: Jana Seyda

Ji kefa sibehê bêtir diherike,

Ji berga rixamê teniktir e, lê kewkebekî serkêşe bi alî poşmaniyê de

Hêsrên xwe di bê de bidawî dike,

Mûzîka giyanê wî wek meyê difûre..

Zaroktî li pê wî diçe û wî dikşîne zengiline şîn, ney wan di kişwereke nepenî de dirêje,

Di bexçeyekî sotî ji pirsan de û bîna matmayînê,

di lûtkeyeke nerm de,

sirûd têde bilind dibin û selewat dirêj dibin..

Di hirmê ya mejî de, erda zaroktya tazî cihê, ku cejn di zeviyekî

ji lihevhatin û xunavê de radibin..

Hemî tişt diherike haziriya wî ya tûj,

Di damana wî ya li ser şahiyê de :

Heyv pisîkeke erxewaniye, lê bo çi bi simbêlên xwe nalîze?

Ewr pêsîrekî ji şîre, lê bo çi serî li ser danayne û durên wê venaxwe?

Wek qitikê, xwe hînî bêrîkirinê dike, aramiya rengan xweş dibîne.

Li wê derê di bin siya jaleyê de lihevanînê ew anîn.. bû meyldarê binefşan, serê xwe yê piçûk dispêre sedemên ji germahiyê, kêfa wî ji hêlanan re nayê, valahiyeke tahl diafirîne, 

Dê bêciriya di kalbûna wî de dawiya wî bîne, dê laleyan di salên xwe de daçikîne û du cênîkên kesk, newqa jinekê ji daristana zengilan bide hevdû, lê gelo dê marê gelaciyê wî piçîn bikin, ji ber ku kesek lûtkeyên wî bi yadîgaran vênaxe ji bilî heyvê?

Çaxa cênîkên wî di tariyê de digrîn wek hezar kemençeyan, çikû ji dema gihîştina wî de, ketiye nav kefa pêşerojê, diçe..

Da destmala xanimê veke, di toza zêr de dilukime û mijangên wî rê nadin camekanên biriqandî, lê pacên stû dirêjkirî wek goşiyên bêrîkirinê şahiyê ji pêjnên wî yên şîn re lidar dixîne, gelac asoyên koçkirina wî nakeritînin, dê çenteyên wî bibin awîzeyên vemirî û çemek, dê bibin du lingên xilmaş, dê bibin demeke dimilmile di bêlayeniya xwe de, lê mejiyê wî, ê dirêjî pêşerojê bibe, wek ku keriyekî ji Nêzeka ne, dê ji cangiranî û sosinan şiyar bibe da girêdayî xwîneke beloq bibe bi hezar giyanî û sedemî, da sitemkar dawetî kêşaneke wek hev bike, hêdî  hêdî rîtma xwe vegerîne û biçe pêşbaziya di meydanê de, xwîna wî baskên xwe lêdide wek ku Bronz e, wek ku zengil helbesteke nû digrî, wek ku dem nîşaneke ji xilmaşiyê ye

Wek ku tu bi alî me de tê..

Keziyê te di bê de şînîgiriyê dikin û hêsra te lehiyê ron dike..

 

 

Sînaryo ji mizgînekê re,
destûrdan bi şînîgiryê re kiriye..

Ma min tu derbasî sirûdê nekirî;

tu ji birçîbûna gotinan bi alî mizawiriyê de derxistî?

her hevrêyek yê hevyariya wî dike, heye.

Û tu hevyarê minî, heta xwedayê xwedayan ji melekûtê gerdûnê nexşeyeke fereh tîfil bike, ji toza pêjnên min re û gorekê ji mîrê min re, da miriyên xwe binax bikim, şîna wan bikim û diyariyên firişteyan bidim wan.

Tu hevrêyê min î, heta xwedayê xwadayan ji min re rokekê ji melekûtê bilindiya xwe dabeş bike, heta nexşexêzan bide şagirtên min, da tiraltirî wan nîşanî min bide: - mamoste, tu bi rastî li vêderê yî?

te rast got, ew cihê wekî bazan, ku kal bûm diçim vî cihê xunavdar ji tîpan, di navbera du paran û piyaleke ji hesretan de, di navbera min û  diyarê Bekir de, dê şêxê ferhengan melayê berêz Ehmedê Xanî, dê bi alî te de bên, dewlemend û tenik, tîpên zimên û çemekî ji alfebayê.

Oldarê rewanbêjiyê westiya bû..

Û ez westiyayî bûm ta min sînîgirî û mizgînî dane wî, hinekî dem da min, her kes gotebêjê wê ye û ew jî dirêje, dirêj. Û şêxê me meyldarê rengdariyê ye û rastî ne wek heve, tiştên bo xwe taybet kurt bike, yên din bendewarin.

-Sebra te, ez benî, ez  lîstikvaniyê nizanim

-eger Yilmaz li vir bûya, dê alîkariya min bikira.

Çavên xwe xiste xalgorînên noqbûyî di perawêzên dîrokê de, deriyê sûrê vekir, bang kir:

Narîn, ev mêrg ji bo min başe, ahhh..

Vê nesrînê ez xapandim, ji te re li ser makîneyên wênekişandinê got, li ser vî derhênanî.

Min pirsyar kir:

eger kevirê gorê bi lehingiya wî ya tekûz tê çirandin, weke tîrêjê ji pişt rimê girtîvanekî  bêhiş bilind dibe.

çiqas ji agirdanan û gulên bejî?

Çiqas lûtke û kûpên tûtinê?

Çiqas ji gudiyan û xwîna ku ji tenêtiya xwe derxist?

Ji valahiya xwe?

Ev  bêzariya Anadolî dipa,

ji xurbeta xwe hest dibû ku Feratek ji sûyên wî, dewlên avê ji xwe dike, tî û tenha, xwe di Araratê xwedê de giran dike, dibe ku Narîn hevpaya wî ye derdmendiyê de..

Berfek kesk heye,

Gorine kesk hene,

Du lingên kûrçûyî di henne ya Asyayê de hene..

Giyayek di bin solên tîrevanên hunermend hene û firişteyine lihevketî û mêrine bînahiya çavên wan girêdayî.

Agir agir, Narînê,  bila ev ê pîroz pîroz bibe, em in talan di mala miriyan de, me bawer nekir ku cejnên birayan ne bi xwîna me be, emin ên qurban, temam nabe..aaaaaaaah, dayê, çi zor e ku ez vî dîmenî qise bikim, van beşên mayî ji henasên xwe bêjim, û Yilmaz di tenêtiyeke ji rixamê de ye, û Narîn nahedine. Gelo yê dê were sinaryo ya mizgîniyê ye an xameya bêbext e, û bi min kelogirî bû, semtê dirêjiyê diçelitîne, û ji xefka xezalekê û hinek karxezaran kêşanê dike, hemî bûyeran diguherîne, ji nexşexêzên xwe dinivîsîne tiştên ku wan rast dibîne

Ma guhdar bêzar nebûn?

Ma di holê de guhdar man?

Emê hinek rûpel derînin nerîna reş.

Xemgîn tên,

Serxweş tên û yên hatin recim kirin û xaç kirin,

êdî derhênanên têkçûyî helal kiriye..

Ez im gotebêj, acizim û ji we bêzartitim, lê ew e guroverî li ser me digere,

li ser we ..

hûn pêşî lixwe bibin baştir e,

Û bermayên hêsir û hesretan birêjin,

Û bi dilyarî rûnin,

Şerpeze nebin, di van valahiyan de nermebayekî xweş heye

û regezeke kêm.

Çemekî piçûk li vir û kaniyek li wir,

Hîrehîrin li vir û hespin li wir,

Û zeviyekî bêdeng ji likumsandinan,

Li bendî min û tirsekê nemîne,

Ez ne Hetchkok im, ta avisên zik qetiyayî şanî te bidim,

Destên sazbend û jenkaran şanî te bidim..

Jêkirî..

Tu yê nêzîkî Ferat zimanê Cizîrî bibînî,

Dema bi zimanê Mîrê rewanbêjiyê dipeyive, mîrê min Xanî:

Meygero-bigerîne meya me ya yekemîn

Û bibîne, bi civatê re ..dîmenên bêrîkirina min .

 

                      Bênirxî..

Ew nameyên min bi roj çixîz dike,

Û şevê ji ser gencîneyên min vedike.

Ewrek ji pencereyên min derbas nebûn

Ku bela xwe tê neda,

Û ezmanê wî xunavdar nebû.

Mijûliyên wî zuha man,

Rencerûbûnan ew veneciniqandin,

Sekerata bexçe ji çêkirina destê wî bû,

Kêm caran guh dida lomeyan.

Tefşoyan bi xwe re nabe, lê mad tûje,

Şaxinan dikşîne û xeberan ji êzingbiran re dide..

Pacan digre û şevê dike behaneya xwe.

Ew mîrekî belavbûyî ye,

Bi çavhariyê tê dagirtin,

Û birûsk bi dest nakevin.

Serdana wî jar e

Jar..

 

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002