Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Çîrok


 

 

Perwîn Elî

Xwîna min a tehl

 

 

wergerandin ji Almanî: Xelat Ehmed

 

Ez destê  xwe hildidim : ez xwîn tehl im.

êêêêêêêê ? her kesek  ji me carna xwîna xwe tehil dike.

Ez bi taybetî bi birayê xwe yê piçûk re xwîn tehl im. Carnan ez ban wî dikim “teşabeto“, di gel ku ew firîşteyeke şêrînî  xweşkoke. “firîşte ?“ .  Hun dikarin  vê yekê ji bîr bikin .

Berî niha, wexta hîn piçûk bû  û ne diviya  razê min ew bi çîrokeke nebûyî ditirsand. Lê pa çi çîroke ya bikaribe karekî weha zehmet bike?. Ez ê tenê hindikekî ji we re bêjim. Min gote wî ku kûçikek hebû navê wî “ Hunîmunî “ bû, pir mezin bû û zarokên bê tembe dixwarin, heger ew nerazê ezê ban wî  kûçikî bikim.

Her car bi zêdahî min çîrok li ser „Hunîmunî“ jê re digotin, yek ji wan çîroka dibêje ku wî  havalê xwe „Sivorî“ daqortand çimkî  bêhna wî teng dikir.

Lê mixabin …, birayê min hingî dire mezin dibe, û nema baweriya wî bi çîrokên min tê.

De başe başe, ma min pêşî ne got  ku ez xwîn tahlim ?, lê ka carekê tenê rastiyê bibêjin, hun ê çi bikin eger birayekî we yê kiçik hebe û qet xew ne keve çavên wî ?. De bi rastî  bersiva xwe bidin ha.

Ez ne tenê bi „Kîwan” re xwîn tehl im, carnan ez ban “Alan” dikim: ji derveyî gerdûnê hatooo. Çimkî guhên wî bel in, an jî ez dibêjim wî ku dadê ew di nav gemarê de li ber deryê  nexweşxanê dîtiye. Lê ma wê hêviya çi ji min bike heger ew bi xwe dibêje min „kêzikê“ yan jî „sermezinê“ çimkî ez wisa rehet û bi tembe me. Lê mane ev kerîtiya wisa di navbera hemû  xwişk û biran de heye, ma ne wisa ye ?.

Başe, heger ez mêlaka birayên xwe reş bikim, dibe? ya ku nabe ewe ku ez bi dê û bavê xwe re jî xwîn tahl im, ez ban diya xwe dikim:“çewalê rûn“ di gel ku ew bi xwe ne qelew e,  hevalên min jî ji min xelas nabin, ez tevan sor dikim bi gotinên dîn û tarîvarî. Lê ez vê yekê tenê bi wan kesan re dikim yên ku ez ji wan hez  dikim.

Mirov dikare bêje ku ev xwîn tahliya min, daxuyaniya min e ji wan kesan re ew ên ku ez ji wan hez dikim.

Lê ma ez bi kê re ne xwîn tehlim ?

 

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002