Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Qilçix


 

 

Pere jina ciwan dike ber mere. Lê…

 


    Qado Şêrîn

 

Temenê min 46 sal in, porê min hîn reşe, tenê cênîkên min spî bûne, nemra lingê min hîn jî û wek ya gelekan 42 ye, mala min heye, Mersîdis heye(modêla dawî), ez 67kg, qama min 171cm re. Raste min pirtûk mirtûk nexwendine lê ez zanim rok ji ku derdike û di ku re dire ava, perê min gelek hene, nema dizanim bixim ku, bi şev û roj kar dikim, ez serê xwe bi civîn-mivîn, komele-momele, welat-melat, çûna resturanta-mesturanta, dîsko-mîsko, ger-mer, vexwarin-mexwarinê, naêşînim. Êdî çi pê heye ku ez jineke xwe bênim û rihet bibim. Min bi ya merovên xwe li welat kir û min ji wir yeke 19 salî ji xwe re anî, raste ez bi 27 salan jê mezintirim, lê ez jêre başim, min ew bi perên xwe kiriye êdî ez çi pê bikim ji mafê min e bi taybetî bi şev, çi cila dixwaze jêre dikirim, doh min jêre telefoneke desta modêla Nokia ya ku wêneyan dikşîne û du şimikên gulgulî kirîn.

Çima hun şerm dibînin?, ma ez ne merov im, canê min vê yekê dixwaze, min di jiyana xwe de derpiyê sor li ber serê xwe nediye îca çima hun niha ji min dixwazin ku ez berî mirinekê laşê spî û tazî nebînim, qurbana we me ji min re nekin şerm ku ez carekê rihet bibim. Ka bihêlin ku ez ji niha û pêde jiyana xwe li gel xanima xwe berdewam bikim.

Yaho çima ez şerm nakim ji ber anîna wê 19 saliya ha, min ew bi perê xwe anîye ne bi perê we, min ew ji toz û terabêlka Qamişlo rihet kir, min ew anî Swed da ku Europa bibîne, ma ku min ew neanîba wê Europa bidiya. Li welat heftê carekê û bi sabûna xar laşê xwe dişuşt, niha rojane û bi sê çar celebên şampo laşê xwe yê gewr û nazik dişo û bi danan di banyo de dimîne. Li welat nikarîbû cilên kin li xwe bike, niha nîvê zikê xwe bera çolê dide, ma ev ji bo me kurdan ne tiştekî başe?, jixwe ev şaristanîya herî mezin e, nizanim em kurd çi çaxî em ê bibin merov û wek Swediyan. Hun maf nadin jinên xwe ku azad bin îca hun ji jina min re dikin şerm ku zikê xwe derxe, bi taybetî dema ku dunya ger be.

Dema min ew ji canê xwe re xwest ne got ne erê ne jî na, lê piştî min jêre diyar kir çiqas pere û turumbêlên min hene, û ez ê çiqase zêr jêre bikirim erê ya xwe bi ser hejandinê da, wî çaxî wê pirsek ji min kir hişt ez şerm bikim: -ma televizyona te rengîn e yan wek ya me reş û spîye?

Me şahiya xelata xwe li welat çêkir, du kîlo zêr min pê vekirin, lê nizanim çima bê mad bû. Niha û piştî hat ba min Swedê, min jêre xanî û Mersîdis û du resturant kirîn û €500 000 bi navê wê xist bankê, jixwe ev bûn şert û mercên wê dema min ew ji canê xwe re xwest.

Ev demeke ji êvar de dikeve oda xwe û derî kilît dike û dibe lewti lewta wê li ser telefona desta.

Ez dîsa dibêjim ez ne şaş bûm roja min ew ji xwe re anî û bi sêng û berê wê î nazik û şêrîn şa bûm. Ez zanim çima hun ji min re şerm dibînin, ji ber hun nikarin jineke wisa ciwan û xweşik bînin îca hun ji min re dikin şerm û guneh. Yaho de şerm bikin ha, ma ez yê pêşîme ku wisa dike, diyare hun nizanin çûqasî xweşe ku merov mezin be û jina merov ciwan be, we laşê teze di ber xwe de nediye îca hun ji min re dikin şerm, bi dest we nake.

Me semawenda xwe li Swed çêkir, ez zanim çima gelek kes amade nebûn, ên ku amade bûn jî mad tal bûn û niha rexnan li min digrin, yekî rûşuştî di semawenda me de guhê xwe xist guhê min û got:-xwedê tu bi çend salan jê mezintire?, hîn ferûce xwedê, îşev şeva te ye.

Yaho ma hun bavê min in ez kê bînim û kê neînim, li gor vê yekê hun dikarin rexnan li min bigrin û bibêjin çima tu derpiyên dirêj li xwe dikî. Raste min ew bi pereyên xwe kirî wek tu bizinekê bikire lê min hîn lênedaye, min ew pere bi ked û xwêdana xwe kom kiribûn. Ez zanim ku perê min tunebana û ez ne li Europa bama wê ez ji xwe re nedikirim mêr. Gelek qîz li welat bê mêr mane û destên xwe ji bo mêrekî dipelînin, kî ji Europa herî dikare ya herî ciwan û xweşik bîne, derdên wan ku bên van welatan.

Di zewacê de du alî hene, jin û mêr, dibe ku herdu alî razî bin, dibe ku aliyek tenê razî be, ez razîme û ev ji min re pêwiste, ez xwe di wî laşê nazik û taze didim bê ku gotinekê bibêje, tenê carekê got: ax, pêre çavên wê hatibûn girtin.

Di çend rojên dawî de gelek telefonan vedike û bi Swediyeke şikestî diaxive. Carekê ez berî çaxê xwe vegeriyam malê min merovekî efrîqî li ba wê dît, îca ka ez çi bikim ez nizanim. Jixwe ev çend hefte nahêlî ez pêre razêm. Tirsa min ji wê tirsê ku yê efrîqî ji xwe re kiribe yar, ji ber ne carekê û duduyan min ew bi hevûdu re dîtin.

Îca bang li keçên welêt dikim û ji tecrubeya xwe ji we re dibêjim ku mêra ji kurdên Europa nekin, dê li we bidin, dê we di malê de girêbidin û hun dê tama azadiyê nas nekin, jixwe hin ji we dê bêne kuştin, dê gotin û nerîna we tunebe, dê axaftin ji bo we qedexe be, dê sixêf û xeberan bikin we, nabî hun herin nav merov û civînan, nabî çav vekirî û jîr bin, da ku kes li ser we neaxive, nabî hevalan bigrî di dema ku mêr ji mafê wî ye her tiştî bike û dikin jî, nabî li mêran binerî di dema ku ew bi yarikin, hun dê tenê ji bo çêkirina xwarinê, şuştina firax û anîna zarokan bin û hin caran ji bo îşê dawiya şevan, nabî li telefonan vegerînî, nabî herî ser ava ku mêr wek cendirmekî ne bi te re bî,  nabî li şahî û semawendan dîlanê bikî, nabî fêrî zimanan bibî û jixwe kar qet nabe, ta bi çêkirina xwarinê jî dê bi şêwr û kêfa mêr be, nabî hun nêzîkî komputer bibin di dema ku mêr dê bi rojan li ber rûne û pişta xwe bidî we, gotina xweş ji bo we nayê gotin, tenê ji mafê we ye porê xwe hine bikin û li Tv temaşe bikin da hun di malê de kurk bikevin û di malê de bimrin, ji mafê we ye hun salê carekê vegerin welat da ku hun zend û bendên xwe tije zêr bikin û xwe pê paye bikin û hin kesan biqeherînin, ne ji mafê we ye hun derkevin xwepêşandan û çalakiyên kurda ji ber hun ê vegerin welat, ne ji mafê we ye hun biramin û kesayetiya xwe xurt bikin. Hun ê wek rêncberan avê li destê mêrê xwe bikin. Bi tevayî hun ê kole bin û hew.

 

                                                                                              06/08/2004
                                                                                                              
Holenda

 

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002