Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 

 

Helbest 


 

 

HESTÊ POŞMANIYÊ

 


    HASAN KAYA

 

 Berxikeke şeveder e dilê min îşev

 Li ser şiverêyan,

 Di nav seqema tenêtiyê de, sermagirtî…

 Lawijekê dinuhurim îşev

 Zîzbûniyeke nelorandî ye, di nav helbestên winda de…

 Nameyekê verêdikim bo te îşev

 Pelek ji rîhanê û du gotinên xatirxwestinê…

 

Piştî ku bû sibe û rojhilat,

Ezê  qutiya tomargeha dilî vekim

Û xêzekê bavêjim ser ehd û emanan

Piştî ku bû sibe,

Ezê qîrekê bidim li newaleke tije zinar

Bila olana dengê min

Bide jibîrkirin  ehd û wefayê…

 

Lê ger sal bihurîn,

Qermîçong zêde bûn li ser eniya me

Û bîranîn bûne zarokên me yên netebitî,

Wê demê,

Ezê hemû qehr û cefaya xwe ,

Bikim goriya wan her du çavên te…

*    *    *

hasankaya01@yahoo.com
27.07.2004/STENBOL

 

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002