Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Keskesor


 

 

LI SER EVÎNÊ

 


FIRAT CEWERÎ

 

Edebiyat evînê, evîn jî edebiyatê bi min şêrîn dike.
*
Evîn ne li temenê biçûk ne jî li porê spî dinere, gava bi mirov digire, aqil dibe û laş dihêre.
*
Evîn wek dil e, gava dişikê zû bi zû nacebire.
*
Hezkirina zêde wek xwarina zêde ye; yek zik ya din jî dil dêşîne.
*
Bala xwe bidin evîndaran; an mirov dilê xwe dibijîne rewşa wan, an jî mirov bi fiqrê wan dikene.
*

Xapandina evînê wek xencereke ko ye; di dil de dizîvire lê zik dêşîne.
*

Tu guh mede simbêlboqî an jî quretiya hin zilaman; bi Mishef ew ketiyê evînê ne.
*
Ji evîndaran bigerin, bihêlin bila ew wek zarokan şa bibin û  tevbigerin.
*
Gelek şer ji ber evînê, gelek aştî bi evînê li dar ketine.
*

Pêla evînê ji ber lehiya dil e.
*
Min gelek celebên êşê kişandine, lê tu êşê mîna êşa evînê bi min nedaye kişandin.
*
Evîn xweş e, lê bi êşan ve mişt e.
*

Evîn wek tîrekê ye; carinan li dilê wî, carinan jî li yê wê dikeve.
*

Hemû serketinên min bi evînê, hemû têkçûnên min ji ber evînê ne.
*

Hêsirên evînê diniqutin dil jî.
*
Min zanîba evîn bi êş e, ez ê evîndar nebûma, lê ez evîndar nebûma ez ê bi êşa evînê nehesiyama.
*

Dilketin ketina dil ya ji sîngê ye.
*

Jin ewqasî di hembêza min de giriyane ku wan ez jî hînî girî kirim. Ez niha fêhm dikim ku giriyên wan ji ber evînê bûn.
*

Kê gotiye kulturên cihê hene? Hemû jinên cîhanê mîna hev in; an hez dikin, an jî hez nakin; hezkirin her tiştî, hez nekerin tiştekî nakin.
*
Hinek ji bo azadiyê evîna xwe, hinek jî ji bo evînê azadiya xwe feda dikin.
*
Gava ez evîndar bûm min ji her tiştî hez dikir, piştî ku birîndar bûm min ji her tiştî nefret kir.
*
Mirov ji tiştên xweşik hez dike, lê ax, heger tiştên xweşik jî ji mirov hez bikira.
*

Dilê min dikeve her jina xweşik; ez bi xweşikiya xweşikbûna wan li xweşiyê digerim.
*
Evîn di destê jinê de mîna sîlehekê ye; ew geh bi xwe de geh jî bi dildarê xwe de diteqîne.
*

Evîn û dilxerabî destbira ne, lê yek ya din dikuje.
*
Evîna bê seks wek seksa bê evîn e.
*

Ez çi zanim, çi fêhm dikim ji evînê
Gedê do me, li min wa meke dînê!
Min mexapîn, li min meke dolaban
Dilê bi evîn navêje nava lingan.
*

Kurd dibêjin “Evîn ne bulxur e, kevçî lê xe û bibuhure”. Kurd rast dibêjin.
*
Evîn pêşî evîndar kor dike, dû re jî dajo ser mirinê.
*

Evîn egoîzmeke xurt e, yê ku di ber evînê de xwe dikujin jî dîsa ji bo wê egoîzmê ye.
*
Dermanê nermkirina dîktatoran evîn e; ji xwe ew ji ber bêevîniyê bûne dîktator.

 

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002