Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 

 

Helbest 


 

Hinavekî ketî

 


  Bêkes Reşîd
                                                                                Diyarî bo her siyan:
                                                                                Hevala min ( RÛKEN)
                                                                                Herdu heval ( Dilşad û Rodî )

 

Bo çi tu rê nade min

çima tu direve

Qey tu jî ji lîstikên hinavan hez dike

Qaşo tu ne mîna kesî yî!!

Mane tu û ez ji her kesî dûr bûn

Mane her tiştî dexs ji me dikirin

çima tu dilmata bêdilan bi ser dixe

çend perdeyên çirvirî dilyan bûn

Niha ala bêhêviyê hildide

Bi hêsanî

Mûmên ko di tariyê de vêdiketin tu ji bî dike

Tu dibêje ne tu bû!!

Ti perçên min ev ji te bawer ne dikirin

lê ez çim bikim

çi ji xwe bikim

Tê çi ji mandî re bibêje

û ji yê ko belkî li çêkirina te poşmanbûye

Tu û ez emê çi ji çi re bibêjin

Me jî tiştek nekir

Em jî mîna her kesî ne

Mixabin li te û min

Gereke em gewde tenê ba

Gunehê nayê pîvan me li xwe par kir

Pilleyên jêrîn bi dûv me de herifîn

Me xwe li wir hişt

Me gorin kûr ji xwe re çêkirin

Ew tarîbûna ko nayê pesindan bûne semyan

Tu sedem bû

Tu û ez û her tişt

Ne ji niha de ez wilo bûm

Ne ji dema ko min tu dîtî

Ji destpêka ko evîn rûreş bû...û

Dergûşa wê bişivî bû

Kesî xêzên hesteyî xwînî ne hûnan dibûn

Kesî guliyên ji kindirên sêdaran ne birrî bûn

Bisk û temberîkên ji qoziyên dûpişkan ne qurifan dibûn  

Kesî xwe gorî xwe nekiribû

Dîsan em weke wan e… yan

Tiştê hêmî ji me.

 

 2 - 8 - 2004

 

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002