Nûçe û daxuyanî

Qilçix
çand û Tore
Hevpeyvîn
Gotar
Helbest  
Çîrok
Nivîskar
Lêkolîn 
Rêziman  
Wergerandin
Mûzîk û huner
Mûzîk 
Hunermend
Civak
Wêneyên biyanî
Pêkenok
Zarok
Lîsk
Navên kurdî
Kevnetor
Metelok
Tu dizanî..!?
Çat
Lînk
Karîkator
القسم العربي
Pîrozbahî
Têkilî

 





Zahid Birîfkanî

 

Hunermendê Sazkar û destxoşê Viyolonê

 

Ji xwendevanên Malpera Tîrêj re li ser jiyana xwe a hunerî, û li ser beşekî ji nivîsandina bav û bapîrê xwe dipeyive:

 

 

Hevpeyivîn û amadekirina: Ezîz Xemcivîn

Zahid Birîfkanî kî ye?

 

Sala 1967an li bajarê Dihokê hatime ser dunyayê, destpêka min a hunerî di sala 1978an de bû, dema çêbûna tîpa koral li Dihokê beriya tîpa hunerî ya Dihokê ya bi nav û deng bi serpereştiya hunermend Dilşad Mihemed Se-îd wek koro ez di nav girûpê de de peşdar dibûm. Piştre 1981ê seramîrê kemanê cara yekê di nav tîpa Dihokê de min jenîn dikir. û ew berhemên tîpa Dihokê ko dihatin tomarkirin di heman de min adapter min peşdarî têde dikir, piştre sala 1984an dema mamoste Dilşad rêwî{sefer}  bû bo London ji bo xwendinê, ji bo karê dabeşkirina mozîkê cara yekê bû di nav tîpa Dihokê de min strana {çûm helê} bi şêweyekî nûjen di nav girûpê de tomarkir, û aranja wê danî, û ew berdewam bû di nav girûpê de heya ko çend gencêd me derketîn bi deng in baş û xweş wekû Hesen Şerîf, Simaîl Cuma û Mihemed Taha Akreyî li wir min sê berhem bi wan re tomarkirin. Li gel wilo jî min xwendina xwe li zankoya Mûsil beşê kîmya dixwend heya sala 1990î piştre ez berû Ewropa rêwîbûm.

 

Li gor ez ji te giham, tu hunerî {sazkarî} û nivîsandinê jî dikî?

Ez dixwazim berê ser karê hunerî bi dawî ênim piştre emê li beşê nivîsandinê vegerin, piştî rêwîbûna min bo Siwêdê û ezê pêde biçim çawa destpêka min a nivîskî hate meydanê…

Sala 1990î dema ez gihiştime welatê siwêdê û cara yekê di gel mamoste Şivan Perwer me dest bi karê hunerî kir, û gava raperîna mezin li kurdistana başûr çêbû û hêzên hevpeyman dest ji alîkariya wan berdan û miletê kurd bi sed hezaran bi sînoran ketin, û cara yekê bû li London konsertek cîhanî mezin hate çêkirin, ew konsert ji bo alîkariya miletê kurd bû, û têde çendîn stranbêjên cîhanî bi nav û deng beşdar bûn û ji 35 welatan re dihate weşandin, li wê re serpereştiya girûpê min dikir..

Berdewamî bi {CD} ya {zembîlfiroş} di karê hunerî min êna, têde erenjiya mozîkê min çêkiriye û herweha di gel hunermendên dî ên kurd li siwêdê wek Nasirê Rezazî{xemî nasnisî, diya xemîn} û Merziya Ferîqî bi berhema {kanî kanî} çend stran têde beşdariya mozîkê ya erenja mozîkê min jê re çêkiriye û bi 36 carî min viyolon lê daye.

Piştî hingê çend hunermendên dî wek Necmedîn Xulamî {CD ya xanûman}, û Gulistan Perwer {CDya bihûrî bihûrî} ya ko li stanbolê tomarkiriye. Û biraderên dî wek hunermend kak Zekeriya yê ko ez gelek ji dengê wî hez dikim, {CD} wî a 2 an jî min dîsa beşdarî di gel kir…

-1998an min dît pêwistî bi mozîka kurdî bi tenê jî heye, ango gelê me guhdariya strana dikin, lê kesê mozîkvan û em bêjin kes in li pişt {backrewandin} nayêne xuyakirin û ji bona derkeftin çendîn dezgeyên rewşenbîrî li kurdistanê mîna Kurdsat, Kurdistan tv û Radyoyên Kurdî pêwistî bi mozîkeke kurdî heye carûbara ji bo pawistanê ji bo kilîp in bernama, ew bû cara yekê min {CD} ya xwe li stambolê tomarkir ya ko bi navê {instromintala kurdî} niha li bazarê stambolê belave ye û li ewropa jî belave ye.. li kompaniya komblak li wê derê min belavkir…

sala 2000î li {ciwanplak} ew kompaniya eva CD yên  mamoste Şivan Perwer hemiyan lê belav dike ango berhemên mozîkê heya niha du CD bûn.

Piştre rewşa kurdistanê û pêşveçûna miletê kurd dîsa wek min got pêwistiya bi çend mozîkên baş hebûn ko di gel rojên bîrhatinên netewî wek roja bîreweriya Barzaniyê nemir yan rojên dî yên pîroz pêwîst hebû bi çend mozîkên baş, lewra min karek li ser sîmfoniyekê kir ew jî sîmfoniya Barzaniyê nemir bû di gel orkêstrayeka bi nav û deng li siwêdê li wê derê ew orkêstra piştî ko dabeşkirina mozîkê me xelaskir, min û kak Kawa Şêx bi hev re ew berhem me bi cih êna û berî şeş mehan min berê xwe da kurdistanê û pêşkêşî dezgeya rewşenbîrî kir wekî min gotiye sîmfonî bi navê Barzaniyê nemir e têda sirûda Ey Raqîb cara yekê bi şêweyekî fermî û ciwan hatiye lêdan.. û heger kurdistana me azad bû ew sirûd bi wê mozîkê dikane bibe sirûda netewî fermî herweha em bêjin ji destpêka şoreşa eylûlê ta rojên azadiyê her bûyerê dinimîne….

***

 

Şêx Memdûhê Birîfkanî kî ye?

 

Wek em dizanin tu ji malbateke nivîskaran e, bavê te rehmetî helbestvan bû, bapîrê te jî wisan, û tu birayê lêkolînvanê kurd yê bi nav û deng Ebdulqadir Birîfkanî ye, hêvîdar in tu ji me re di vî alî de jî bi axivî?     

Weke te got bo min ne xerîb bû ji ber ko ez ji malbatek nivîkaran im, rehmetiyê bavê min Şêx Memdûhê Birîfkanî ji sala 1970 ta 1974an li dihokê serokê nivîskarên kurd bû. Belê Şêx  Memdûh endamê kurî zanyarê kurd bû, sala 70 dema mamoste Hejar Mukreyanî û çendîn mamostayên dî wek Sadiq Behadîn Amêdî û Hafiz Qazî û medam Ciwîs Bilû ya ko niha mamosteye li Universtya Sorbon li Parîsê ev giş li {Mecme elilmî}a ko hate dana û Şêx Memdûh yek ji wana bû, palderê vî tiştî bûn ko ziman û toreya kurdî gerek bête nûjekirin…

Gelo tu karî berhemên wî ji xwendevanan re bidî zanîn?

Dîwanek wî ya destxet ne çapkirî hebû, û  ji ber ko gava çû rehmetê 1976an wê demê em jî zaro bûn derfet hindê nebû em wan helbestên wî yên para bêtir netewî bûn û li ser canê kurdistanê, welatparêziyê avis û dagirtîbûn. Me wê demê nikarîbû çap bikra ta sala 1994an ew destxet gihiştine destê min û min têde dîtin şêxek bi vê netewiya xwe gelek girîng e berhem û helbestên wî bêne der, ew bû min dest bi çapa yekê kir bi herdu tîpan Latînî û Erebî û herwiha min destxet jî kiriye nav di gel çendîn {document}ên giring wek dara malbatê min ew jî xistine nav laperê dîwanê..û sala 1997an dîwana Şêx Memdûhê Birîfkanî bi navê {Laleşîn} beşê yekê hate çapkirin…

 

Heger tu karibî parçakî ji helbesta Laleşîn ji me re bibêjî?      

Laleşîn

 

Ez      çûme      laleşînê

nav     elkî   û      bilêsa

min   li wê ciwanek

wek      fenerê    teyîsa

 

şengê   şêrîn    û   nazik

xunçeleba          pelazik

derhal me can bû gazik

ji    derdê    evînê   dîsa

 

min  gote    tu rendî

şengê   şêrîn   û   qendî

li    berga    tu   bilindî

wek   tûrê   nebî  Mûsa

 

got  ez   şêrîn  şepal im

bi  qed  û  xet  û xal  im

kurdistana      delal  im

keftîme      destê     pîsa

 

keftîme     dest    nezana

dûrbûm   ji   xwendevana

weyla  l, me bêxwedana

lewra        mane      hûsa

 

lewra   ko    ez   dibêjim

hoy   bargiran  û   gêjim

rond,kêd xwînê dirêjim

bo     hemkî   û    bilbêsa

 

û li dawiyê dibêje:

bela     ev ro  tu    mêrba

xwedan  xencer û kêr ba

li nav dijmin wek şêr ba


te   bi      kurdî    binvîsa

teb kurdî ez bi xwendam

da li ber  te  ez  rawestam


me  ji dil gotba te ez tam

dijmin    revî    çûn    lîsa

dijmin   revî   ji   welatî


ji   tirsa    şêrê     nûhatî

   serbest    li    Exlatî

newbet   çû   ji dest pîsa

 

{Exlatî: neznavê helbestvan e}

Sala 1999an sê destxetên giring gihiştine destê min, û ji ber ko ez li welatê siwêdê bûm û çûn û hatin bo kurdistanê piçekî dijwar bû min li wir amadekirin, yek ji van berhemên giring yên ko di mala me de bûn, hêjayî gotinê ye ko ez bêjim di wê demê de pertûkxana herî dewlemend li devera me pertûkxana Şêx Memdûhê Birîfkanî bû, nêzîk 350î destxetên kurdî têde hebûn ev destxetên han jî pirê wan ji kurdistana bakur komkiribûn, ji ber Şêx bû serokê rêka Qadirî bû û digeriya ser mirîdên xwe û di gel hindê jî netewayetiya kurdî nîşanî wan dida..

Her weha têkiliyên wî digel Mîr Celadet Bedirxanî jî hebûn û helbestên wî di kovara Hawar û Ronahî de belav bûne, bo nimûne di Hawarê de li ser ala kurdî wisan dibêje:

                  Roj bête der al sor û zer

                  rewşen li ser banê  te 

                  herdem bijî bi  kêfxweşî

                  cejna   te      pîroz  bibî

 

***

Şêx Nûredînê  Birîfkanî kî ye?

 

Sipas li ser evan tiştên giring ko bo me te gotine, lê em her dixwazin li ser bapîrê te jî ronîkirinekê bibînin?

Belê ezê berdewam bikim wek min gotibû sala 1999an sê destxetên giring ji pertûkxana Şêx Memdûh gihiştine destê min û min ew amadekirin yek ji wan destxetan ya Şêx Nûredînê Birîfkanî bû, Şêx Nûredîn bapîrê me yê şeşan e, rojbûna wî sala 1790î li gundê Birîfka hatiye ser rûyê dinyayê û sala 1851ê çûye ber dilovaniya xwedê, Şêx Nûredîn xwedan sî û sê berhem e, cihê daxê ye heya niha para bêtir ji wan berhema ne çapkirîne, lê hemû destxet parastîne, hin ji berhemên wî ev in:

1-dîwaneke helbestan bi zimanê kurdî.

2-dîwaneke helbestan bi zimanê erebî.

3- dîwaneke helbestan bi zimanê farisî.

4-البدور الجلية

5- الصوفية

6-بغية الصوفية

7- داب السلوكآ

8- القصيدة النونية   

9- القصيدة الدالية

10- القصيدة الهمزية

***

-Ji evan berheman {البدور الجلية} li kurditanê çap bûye, ew jî li ser hemî beşên  tesewifê di axiftin. Min dîwana wî ya bi zimanê kurdî hilbijart, ji ber ko pêwistî heye em helbestvanên xwe nûjen bikin…

-Dîwana wî ji 630 laperî pêk têtin, ew jî min bi herdu tîpan {latînî+erebî} li kurdistanê, li dezgey Aras sala 2002 hatiye çapkirin.niha jî li berperên :

www.araspublisher.com

book list

 

her sê dîwan têde belavkirîne:

1-      Dîdarî yar dîwana Şêx Şemsedînê qutbê Exlatî yê Birîfkanî

2-      Zibanê Kurdî dîwana Şêx Nûredînê Birîfkanî

3-      Laleşîn dîwana Şêx Memdûhê Birîfkanî

 

Ev e parçak ji helbesta :

Zebanê kurdî

Çi xeberdim bi zibanê te ji dunya çi eceb

ji serê zulfa te û qametê yekta çi eceb

bi kerem fetih û fiyûdat û emîrê du cihan

ko bi destê me kevit dewletê uqba çi eceb

eceb ez mame di xew da ko bin dawî birim

du îqaban ko dema ez di xewê da çi eceb

me ji şama te sîh, seh dikirin Şam û Îraq

ko bibit cewherê safî bi te îmla çi eceb

bi tehemul bi hîmaya te û firqet di ku dî

kurd yekbî tu li gel ahê li dil da çi eceb

te dibînim ji weten xeyrî muxalif ji me ra

te digot qalibê îqdara t,ala çi eceb

Û li dawî dibêje:

bi lîsanê tu dibêjî û bi destê te ye xet

ko bibit cewherê safî bi te îmla çi eceb

 

Şêx Şemsedînê Qutbê Exlatî yê Birîfkanî kî ye?

 

-Birayê Zahid wek ez dizanim te dîwana Şêx Şemsedînê Exlatî jî çap kiribû, vêca ez bi kurtî dixwazim li ser jiyana wî tu ji me re bi peyivî?

Şêx Şemsedînê Qutbê Exlatî yê Birîfkanî bapîrê 11ê yê evê malbatê ye. Sala 1588an hatiye ser rûyê dunyayê li bajarê xelatê ko li ser qiraxa derya wane ye, dikeve bajarê Bedlîsê û sala 1677an li Birîfka     çûye ber dilovaniya xwedê…

Hatina wî ji xelatê bo Birîfka ew bû li ser dema dewleta osmanî û sefewî da, dema şer çê bû û ev şer bi domdar bû nêzîk sed salan bû, Exlat yan Xelat bibû cihê kavilkirina şerên wana, êdî Şêx Şemsedînê Qutb bardike û tê Hekarê cem mîr Îmadedînê Hekarî yê ko hakim bû heya sala 1639an li wê derê ew dever çiyayên asê lê hebûn, şer lê kêm bû ji bo hindê demekê li wê derê ma û pişt re di gel koçerbûna eşîrên Ertûşiya hate Behdînan. 

Mîrê Amediyê wê çaxê seydîxan bû, Seydîxan dema Şêx Şemsedîn çû cem wî ji bo destûrxwestinê ko li Behdînan bimîne..dît ko ev Şêx çendî merovekî xwedan terîqete û terîqeta wî jî çaxê terîqeta xelwetî bû {elxelwe} gelek kêfxweşbû û jê xwest ko li Bedînan bimîne û heft gund diyarî wî kirine, yek ji wan Birîfka bû..

Rabû Şêx Şemsedîn li Birîfka tekiye danî, helbet birîfka 20 kilometran dûrî Dihokê ye û li wir dest bi karê irşada olê kir û ev kar berwambû heya neviyê wî Şêx Nûredînê Birîfkanî….

Dîwana wî ew jî tawî wekî me gotî helbestvanekî jêhatîbû, jê re digotin {Elqutub} berî du sed salî Şêx Nûredîn şirove kiriye, û li ser helbestên wî dibêje:{heger ez bêm û kilîlên van şiran vekim, çendîn pertûk gerekin da em karibin şirove bikin}..

Navê dîwana wî {Dîdarê yar} dîdarê yar navê helbesteke Şêx e, pertûka wî ji 230î laperî pêk tê, bi tîpên Erebî û latînî min ew jî belav kiriye..

Heger tu karibî nimûnakê ji helbestên wî ji me re bibêjî?

Kûje û rovî bi lave, key dibin manende şêr

rextê mêran ger bi poşî pîrejin nabîte mêr

me,na mêran tije sûretê ne dûrî I,tîbar

la lî serafê yeqîn qelbên zexel nayê biker

dawiya helbestê dibêje:

"Xelwetî" irşadê pîrê xwe bigir muhkem bi dest

guh li xelkê qet nedêr madem ko baqî bite lêr

Xelwetî: naznavê Şêx Şemsedînê qutub e..

ango helbest dibêje wextê te bawerî bi xwe hebît û tiştek di destê te de bebit , li hîç xelkê guh nedêr. Ser riya xwe here tê serkevît…

ev e nimûnak ji helbestên Xelwetî bû…

cihê daxê ye ko parçebûna kurdistanê em ji hev dûrxistine, çimkî niha ji we re dibe ko navê van kesan xerîb bû, lê niha we li ser wan bihîst, ev nêzîkbûn ji me re gerek e, bi zûtirîn dem ew jî bi çi têtin bila em nêzîkî hev bibin, ez ji dil sipasiya we dikim ko bi evî karê malperên internêtî hûn radibin, ev kar gelekî gelekî pîroz e, çimkî kurdên me li her çar perçên kurdistanê dikarin bixwînin, bibînin toreya kurdî çendî dewlemend e, û çendî hêjaye da em jî karibin sudekê ji zimanê evan helbastvanan, torevanan û nivîskaran bigirin, ji bo paşerojê em karibin zimanekî serast yê giramatîk bo xwe deynin, em giş bi wî zimanî xeber bidin…

dawî ez ji dil kêfxweş im ko di gel te rûniştim û sipas ser evê hevpeyivîna ko te li gel min kirî, ji dil û can sipasiya te û malpera Tîrêj dikim, her serkeftîbin…



tirej.com 23/05/2003
wêne.tirej.com





veger ««««

tirej@tirej.com[©www.tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com]
Vebûna malperê 01/12/2002