|
Çîroka Navê Minî Ciwan Xelat Ehmed Bo Þehîdan hemî þehîdan Wergerandina ji erebî: Ehmedê Huseynî Min bi hêminî li ser milan hilgirin . kulîlkên ji sînga min derçûyî berz bikin da bîn vedim. Gerdeniyên min, hivdeh biharan di ciwaniya min de gur dibin û berbi te ve
bêm, bi xewnên xwe pijyayî, bi çarpiyan, berbi sibeha te ve têm û xwîna min di ximaveke tirsyayî de deng vedide, ji dengekî dür der tê, ji wêneyeke kurt ku bi gulleyan xeniqandî ye dipijiqe! Ho Dêrikê!! Alên xwe bilindtir bikin, tîna vê rojê, bi sotan, min maç dike, Û diya min li pêþberî girsegelan serpêhatiya navê min ê spehî
dilîlîne, îro zemawenda min e. Cilûbergê min nexþeya xwîna kurd e, xwîna ku bi destê zorbazên demê
diherike, gazî ciwaniya min dike da di raperîna þevistana Basiyan de
navê bajarê xwe bim, Basiyên ku dirindahiya xwe bi ser fîxana kevoka xwîna
min ve vedigirin, kêlîkekê wenda dibim û hetahetayê di birayên xwe de hiþyar bibim ku
çawan sirûdê didomînin. Temenên me bi ser sibeha ku bi hevokên leþkeran hatiye bend kirin
tar û mar dibin, wisa zelal, wisa ronak, berbi taristan û girtîxaneyan ve diçin, qiyamet me vedixwin û
koþeyên wê yên seqemdar ciwaniya me hildimijin, em jî di rengên adarê de ji dayik
dibin û dibin nêrgizên kurdistanê. Zarokê heyva çarde þevî, þkestî, ya mohirdarên
Qesraþêrînê ez im! Jibermayê talana zilamê nexweþ û para Firansiyan ez im! li jêr qîjîna Þemnedefera Rojhilata Lezgîn a serjêkirina min a
dûbarekirî, vedilerizim. Yê ji xawena zemînê bêxawen mayî ez im, yê di peymanên aþtiya alîgir de jibîrbûyî ez im; alîgirên bawermendiya
sînorên ku xwîna min di maratona kuþtin û girtin û gefan de dabeþ
dikin. Spêdeyek bo nêrgiza narîn ku bi zelalî birina min
ron dikie, barûd jê diherike
daku dilbera min cavên xwe pê kil bike, De hûçikên
wê, xeftanê wê bi hatina min li ba bikin! De biharê ji me re amade bikin da em Noroza
salê bin. Di xwîna min de hesp diherikin, bi
evînî, ba têdikoþe bo ferhengên azadiyê, daku tîpek bim û navê te yê bi gevan mohirkirî bi lêv bikim, û dema ku xêllyê ji ser rûyê te hilînin ez bi narîniya surdariyê bim. Berbi ronakiya te ve hetanî bi nalînê rakêþyayî me, ji xaçkirina
xwe dadikevim, bi nêrdewana demê, daku temenê xwe yê teze terxanî te bikim, û di biþirîna te de rûyên wan firiþteyên ku bi zûyînî ji zaroktiya min koçberbûne tînim
bîra xwe. Di jena baskên xwe yên terr de vegirtî me, di biþkojvedana çequlên xwe de, diyarî te dikim daku bêdengî vêkeve û hawar jî
xwe bide alî. Min li ser milan bilidtir bikin. Bo zemawenda min alên xwe berztir bikin, da berbi çelengiya dilê xwe yê bi gulleyan kunbûyî ve bilind bibim;
gulleyên ku ji kîn û korahiyê dibarin, da bihingivim tîþkeya ronahiyê da derwazeyên jidayikbûna min a wendayî vebin, zindanan ji velerzîna dengê xwe bavêjim silavê li Þehîdên
Qamiþlokê bikim û hêjayî Dêrik û zavayê wê bim. |