Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Weşan


 

 

 

GÛLÎZARa Lukman Polat 
ji Helwest
derket

Pirtûka Lokman Polat ya bi navê ”Gûlîzar” li Stenbolê di nav weşanên Helwest / Doz de hate weşandin. Pirtûk 112 rûpel e û berga wê gelek xweşik û rengîn e.

Gûlîzar ji 12 kurteçîrokên kurdî pêk hatiye. Her kurteçîrokek rengeke jiyana civakî ya kurdan radixe ber çavên mirov. Di pirtûkê de hîcivên sosyal, civakî, rewşên îronî, alegorî û sembolên taybet hene. Firforoka heftreng weke sembola azadî, demokrasî, pirdengî û pirengiyê hatiye ravekirin.

Di kurteçîrokan de pirsa zewacê, evînê, tenêtiyê û herweha pirsgirêkên nivîskarîyê bi zimanekî edebî ji xwendevanên kurd re hatiye pêşkêş kirin.

Nivîskarê pirtûkê Lokman Polat van kurteçîrokên xwe bi stîleke nû nivîsîye. Ev kurteçîrokên ku di pirtûka wî ya bi navê ”Gûlîzar” de cih girtine, neweke kurteçîrokên wî yên berê ne. Ev modern in û ji yên berê gelek baştir in. Naveroka pirtûkê, zimanê wê, teknîka nivîsê û metoda ravekirina çîrokan bi şêweyeke modern hatine pêkanîn.

Weşanên Helwest hêvîdare ku xwendevanên kurd pirtûka bi navê ”Gûlîzar” bi dilxweşî bixwînin.

Weşanên Helwest

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002