
Arşevê Oskan
Kaniya Xwîn û Evînê.. Qamişlo
Xwazginiyên
te
Di bin tîrêjên rojê de
Bê şe
rm û fedî te ramisandin
Destên xwe avêtin paxilê
Memikên te pelandin
Agir bi ser xwe de barandin .
Gundîno… malîno
Memikên Qamişlo
Buhara welatekî dixemilîne
Têra me hemiyan dike
Xwişka biçûke .. lê îro mezin dibe
Di bin tîrêjên rojê de .
Qîrîna Qamişlo ..
Asîmanekî sitewr didî ber qolincan
Û birûskeke dijwar
Li rûyên nemerdan dide .
Erê Qamişloka min
Bi ziwabûna lêvên xwe
Sînga xunavgirtî bi kîn mêjandin .
Gazî û hewara te, hêsirên çavên te
Li Dêrika Hemko bariya
çand gotinên kelogirî
Ji lêvên lerizok
Ji şewata hinavên te
Ber bi Amûda şewitî ve ..
Dîsa şewate bobelate .. lê serhildane .
Serê kanîkên te
Bi aveke sor derbûn
Gulên sor jê hatin avdan
Li delavê Xabûrê girnijîn .
De bes bimiçiqe Xabûro
Hêsirên xwe biherikîne
Ji şewata bakuran
U ber bi Efrîna xulmaş de bişîne
Bila Kobanê zanibe
Bendewariya salan
Bi lehîyeke buharî
Zeviyên zeytûnan
Li ber bayê azadiyê
Dîlaneke kurdewarî
Di govendeke mezin de dilivîne
Di rojên helebçeyî de
Ewê govend mezin bibe .
De rabe Dirbêsîka min.. rabe
Ma raste xewa sibehên buharê
Li ber dewkilana bêrîvanan
Û bilûra şivanan xweşin .
Hewara te Qamişlo çû
Amedê, Hewlêrê, Mehabadê
Govenda te gerandin
şahiya te civandin ….
Xwişka biçûke
Bûka çelenge
Qelen buhaye
Emê te siwarkin
Di bin tîrêjên rojê de …
Qamişlo
.
Habmurg .23. 3. 2004
...................................
Veger
>>
tirej.net/com/org