Jan Dost                                                                                        Nezîr Palo

___________MIJABAD_____________

Di demekê de, mîna derewekê ji tabloya qedera Kurdan dariviya

 

Mij e û mij xewna çiya ye, henasên zivistanê ye, cêwiyê baranê ye

Mehabad jî weke keçikeke tazî di nava mijê de ye

dibêjin Mehabad şarê mijê ye, Mijabad e.

Komar bi xwe di nava mijeke sor de digevize

 

Mijabad peyvek ji mijê ye, û qonaxek ji mij e, welatekî weke mij e, li ser rûyê qadê peyda bû,

û di demeke kin de dîsa weke mijekê ji nişkave winda bû.

Yazdeh heyvan Komara Mehabadê mîna mijekê xaka Kurdistanê nermahî kir û hêviyeke mezin ava kir, nizanim ew Komar bi rastî mijek bû di mêjoya kurdî de, yan tenê di dilê Jan Dost de bûye mij, û di nav rûpelên sipî de ew mija daye hev. Çimkî her ku min rûpelek ji romana Mijabadê vedikir, mijek li pêş çavên min peyda dibû, û heyamekî ji mij dora min dipêça.

Mehabad yan jî Mijabad, her ku mirov derbasî kolanên wî bajarî yan wê romanê dibe, hezkirinek mezin û êşek mezin weke mijekê di dilê mirov de çêdibe, û xemkêşiyeke giran xwe li hest û  xwîna mirov dipêçe.

Li çapxaneyê pirtûkên qutabiyan hîn di bin çapê de bi serî nebû ne, li ber çemê Sablaxê hemî rengên kulîlkan şîn girêdane, sirûda ( Ey Reqîb ) weke cameke şikestî di meydana çarçirayê de perçe perçe ji hev belabûye, Qazî Mihemed ( Pêşewa ) xwe bi ser nexşeya Komarê de xwar kiriye û digrî, Hêmin û Hejar matmayî li tîpan digerin.

Jan Dost bi zimanekî gelekî hêsan û nerm di romana Mijabadê de tev li bûyer û serpêhatî û raperîn û şoreş û şikestinan dibe, û xumaveke kurmancî bi ser rûpelan de rijandî, bi hest û raman Mijabad di nav du qaban de bi nav kirî.

Romana mijabadê dewlemende bi bûyerên dîrokî yên rasteqîn, û bi her tiştên din jî, wek rewşa civakî û siyasî û olî û bawermendiyên wê qonaxê, û perjawendiyên dewletan û rêjîm û hêzin serkêş, û li hev parkirina welatan di navbera hêzên serkeftî de, û rola Înglîz û Rûsan di avakirin û têkçûna komarê de.

 

Badînê Amêdî kurê Ûnisê şoreşger û Hamêsta file, wek helbestvan û şoreşger û evîndar bi ketin û rabûn, bi dijwarî û hêsanî, bi ked û cefa, di Mijabadê de dijî.

 

Di pesna Mehabadê de, Badîn helbesteke xweşik dinivisîne:

Ez û tu ne Mehabad

Ne xewa te tê, ne jî jimartina stêrkên te diqede

Bîna qernefîlan ji êvarên te yên şil tê, bîna te jî ji qernefîlan tê

Kolanên te bi hêsirên sibehan têne pêçandin

mij te radimûse, kolan bi kolan

di pencereyê de li nalîna mija te guhdar dikim

kî wê mija te ramûse

mija te ya..ji giyanê min hatiye ristin.  

 

 

Ewr strana baranê dibêjin

Çi tê bîra van ewran ta ku razên xwe tev de di guhê vî şarê xilmaş de dibêjin..?

 

Kesayetiyên di romana Mijabadê de serbixwe ne, bo her kesekî teybetiyek heye, wiha bi cudahiya kesan û helwest û rola wan, mêlodiyek xweş li dar dikeve, û dewlemendiyekê dide romanê.

Tevî ku kesên aktîv di romanê de hindikin, lê bi alîkariya kesayetiyên din roline mezin dilîzin.

Bingeha romanê dîrokiye, lê Jan Dost bi awakî zîrek û bi taybetmendiyeke hunerî karîbû wê qonaxa dîrokê bi kar bîne. Her tişt di wê qonaxê de kiriye alîkar di avakirina romanê de.

Her ku bi xwendina Mijabadê mijûl bibe, ji xwe berê tu derbasî heyamê wê demê dibe, û her tişt tê ber çavan, û ji xwe berê xwendevan dibe yekî ji lehengên romanê û tê de dijî.

Mijabad tiştekî di sêkolociya mirov de çêdike, bandora xwe li hest û ramana mirov dike,wek ku her tişt bi xwendevan re derbas bûbe, ev jî nîşana wênekêşiyeke gelekî bilinde li ba nivîskar, ku dikare xwendevanê xwe beşdarî bûyaran bike.

Bi xwendina romana Mijabadê, pênc roman hatin bîra min, ku min di her cihekî de tiştine nêzîkî huneriya wan romanan dîtin, romana yekê ( Zaniyarên Tariyê``fuqehaa el zelam`` ya Selîm Berkat ), romana duyemîn ( Salba ya Yilmaz Gunay ), ya sêyemîn ( Çûyînek ber bi Destpêkê de ya Koln Wilson ), û ya çarê ( Bîrana Gewde ya Ehlam Mistexanmî ) û ya pêncê ( Sed sal ji tenhatiyê ya Gabriyêl Garsiye ).

Tevî wê jî şêweyê romana Mijabadê serbixwe ye û nehatiye dubarekirin.

 

Navê Badîn ji du beşan çêbû ye, ba û dîn, ev nav li kesayetiya wî tê, ji ber ku Badînê Amêdî helbestvanekî dîne, şoreşvanekî dîne, evîndarekî dîne… bayek wî dibe û bayek jî wî tîne, bi bayekî re difire, û bi bayekî tê şikestin.

Di evîndariyê de, Badîn sê caran dibe dîlê evînê, gelek çêrok û bûyer û name û serpêhatiyên êrotîkî core cor romanê dixemlînin.

Badîn di evîna keçika metika xwe de dibêje: Horiyên bihuştê jî ne di ciwaniya wê de bûn, min di hembêza wê de dilê xwe kedî dikir, giyanê min ê sar hogirî germiya sînga wê bûbû.

Badîn bi keça metika xwe re nêrbûna xwe naskir, û lîstika nêr û mê li xweşiya wan dihat,

lê bi lez ew lîstik qediya dema Badîn bihîst ku ew keçik, xweha wî ye, ji ber ku wan bi hev re şîr ji yek pêsîrê mêtine.

 

Li Sulêmaniyê Badîn rastî Jale dibê, û gelek bûyer û serpêhatî di nav bera wan de li dardikevin. Di evîna Jale de dibêje:

Jale.. bejna wê weke nalînekê ye

Xwedêyo ..te bi tayên kîjan ronahiyê tevna vê horiya nazik ristiye..?

Di hingivê bedena wê ya nerm de min avjenî kir

Xameya min li ber wan her du şaneyên hingiv lale

Sînga sipî rengê reza

Ez ketime nav de weke diza

Min jê çinîn goşyên tirî

Lib lib min ew dan ber geza

Çemekî şîr bû bedena wê di nivîna min de diherikî

Odeya min ji ramûsanên me sincirî

Lêvên min du kew bûn ew bedena har nikil dikirin…

Lê piştî bendemaniyek dirêj Badîn pêrgî Jale tê, ku Jale gewdeyê xwe erzan difroşe.

wiha Badîn şikestina xwe tîne ziman: Cara dawî te destê xwe avête bejna Jaleyê, destê te şil bû, jale bûbû jineke ji mijê û li ber çavên te û li ber germahiya evîna di dilê te yê kor de, bû dûman û bi ezmanekî winda ket.

 

Li dawiyê Mujde hêviya Badîn bû, û piştî Mujde bi dûr dikeve, Badîn dibêje: Ev şar bê Mujdeyê weke wî şaxê hişk û rût e, sebra min lê nayê.

xem û kul û şikestinên xwe bi Mujde re ji bîr dikirin, lê bê pêşbîn Badîn di zemawinda dost û hevalê xwe Kerîmê Şikakî de dibîne ku bûk Mujde ye.

Badîn ji xwe re dibêje: De tu yê çi binivsînî ji bilî helbesteke xeniqî ku tîpên wê ji ariya dilê vî dilê te yê sotî hûnandiye.

Yek caran herifîna evînekê, ji sed mirinî dijwartir e.

Şikestin li pey şikestinê jiyana Badînê Amêdî dagirtin, şoreş û serhildan û Komar û hemî serpêhatiyên evîna wî têkçûn, û Badîn di hundirê xwe de disote û diherife.

 

Ez dixwezim cihê ku bavê min lê hatiye kuştin bibînim, dibe ku ez rastî giyanê wî bêm..!!

Badîn li şûn giyanê bavê xwe qutiya titûna wî dibîne.

Qutiya titûn, qutiyek zîvî ye, ya bavê Badîne ku titûna wê qutiyê bi dawî nabe, Jala ew qutî ji Badîn diziya bû, û Badîn nizanîbû çawa gîha destê Mujde ku wê jî diyarî Kerîm kir.

Qutiya titûn ji destekî dikeve destekî din weke Jale, û Badîn nikare li  qutiya bavê xwe bibe xwedî, û biparêze.

 

Jan Dost bikaranîna fentaziya û xeyal de gelekî bi ser ketiye, her wiha bikaranîna sîmbolan wek Hene û Titûn bi felsefeke ramyarî, û cihên wan sîmbolan di bîrana Kurdî de, taybetiyeke din dide romanê, û pê zengîntir dibe.

 

Titûn:

ma titûn çi ye..? Nefesa xwedê ye, bêguman..!!

Titûna dinyayê li Xursê ye, li wir titûn di kefa destên mirovan de şîn tê, li ber nalînan şîn tê, bi keserên evîndaran re û li ber tava hêvê pelên titûnê hişk dibin, cixareyek ji wê titûnê agire, bi pûşê xeman dikeve.

Ev wêneyên hestedar li ser zimanê xelkên Amêdiyê hatine.

Di romanê de titûn sîmbola xemkêşî û bîranîn û şikestin û êş û kula ye ji aliyekî, û ji aliyê din titûn sîmbola xêr û bêr û suriştiya kurdistanê ye.

Her çavên dadîgeran li titûne, Rûs bi kemyonan titûnê Mehabadê bardikin û dibin welatê xwe, ev yek nîşana çavên hemiyan li xêr û bêra Kurdistanê ye.

   

Hene: di kultura Kurdî de, hene li şahiya û cejnan bi kar tê, di zemawendan de destên bûk û zava hene dikin. û di cejnan de zarok destên xwe hene dikin, û keçik jî porê xwe, ji bilî wê jî pîrejin porê xwe yê sipî hene dikin.

Lê dema ku tiştekî nexweş tê serê Kurdan, henê bikar nînin.

Odeya min tijî hilma heneyê bû, tijî girî bû. bihna Henê vegereke li şîn û xem û keseran, ku    di bîra Badîn de maye, û bi carekê ew şikestin û têkçûn ji bîra wî naçin.

Jan Dost serhildana Dêrsimê wiha tîne ziman: deriyê zîv e, berî du salan Dêrsim serxweş bûbû, xwînê di tamarên xortan de dîlan dikir, çiyan hev ji xewa ezelî radikirin...

û wiha jî têkçûna wê bi bîr tîne: bejna Seyid Riza weke stûneke ronahiyê li ba bû....

hîn bi ava desmêja Seyid Riza xelk sond dixwin, hîn heneya bûkan di kodikan de zuha nebûye,dîrokê xefkên xwe vedabûn...

Ava çemê Munzirê ji rengê henê reş bûye.

Bîranîna Simko wiha tîne ziman: Keç û bûkên Şikakî li ser gora Simko civiyan û bi keziyên xwe kêla serê wî veşartin, ta niha keçên Şikakî kezîkur in.

Hene bûye nîşana xwekuştina Keçan û Bûkan piştî têkçûna serhildana Dêrsimê, ku mirazê keç û bûkan bi serî nebû.

 

Her wiha jî çêrokên kalikê wî Entranîk û sixêf (dijûn) û helwest û baweriyên wî, gelekî balkêşin.

Wisa jî çêroka kalê werîsfroş, û çêroka Emîral Axa.

Mey:

tu dizanî mey çi ye..?

Mey nalîna rezên tirî ye, hêsirên goşiya ne

Mey kenê Xwedê ye.

Vodke bîranînan vedijîne, vodke ji hêsirên Xwedê çêbûye.

Kamîre demê êsîr dike, û vodke jî me ji demê rizgar dike.

Mey û nûçe herdu mirovan gêj dikin.

Xwendina pirtûkan nezaniya mirovan kûrtir dikin

Zewac ji xwe partiya herî teng e, û hezkirin jî partiyeke. Entranîk dibîne, ku rizgarkirine merov ji herdu yan, pêwîstiya azadiya kesayetiyê ye.

Nêrîn û bawariyên Entranîk di romanê de cihê cihê li gorî babetên di navbera wî û nevî yê wî Badîn de çêdibin tên holê.

Di axiftin û bawerîyên Entranîk de, mirov pê diheste ku Entranîk xwedî ezmûneyeke kûr û ferehe. Tevî ku Entranîk sixêfan dike nav gotûbêjeya xwe de, lê pir tiştine ramyarî û felsefî yên balkêş di nav axiftinan de dibêje.

Li ser sitemkariya Tirkan Entranîk dibêje: Aaax van Tirkan çi bi serê me kirin û çi nekirin, dibêjin Gola Wanê ji hêsirên evîndaran çêbûye, ez dibêjim ji xwîna xelkên bêgunh e.

Osmanî dixwezin bi derziyeke ji hestiyên we ( Kurdan ) û tayine ji rehên me ( Ermeniyan ), kirasê împeratoriya xwe yê riziyayî pîne bikin.

Li vir tê xuyakirin çawa Tirkan karîbûn Kurd û Ermeniyan bera hev bidin, û ji şikestina herdu gelan sûdê wergirin.

 

Emîral Axa ( Barîn Hewran ): kesekî wek sîmbol di romanê de gelekî balkêş e,  çalekî û gotinên wî roleke watedarin, Emîral kesekî ji avê çêbûye, û timî parsa avê dike.

Komara Mehebadê bê derya wê biherife, çemê Sablaxê têra keştiyên mezin nake, ji Pêşew re bibêjin: bê derya nabe..

Her Kurdek tê kuştin gotina wî ya dawî Xwezî ye.

Emîral Axa carekê got: hûn dizanin Sablax çi ye..?  Ew ne cobar û ne çem e, berê ew mirovekî evîndar bû, ji kerba yareke xayîn heliya û her diherike.

Parsa avê nîşana birêvebirina kar û xebata gele, û çemê Sablaxê nîşana hêz û berdewamkirina azadiyê ye.

ew di ava çemê Sablaxê de dimire, û diba av, û bi avê re diherike...

 

Yek caran welatek jî bi sê gaz werîs têk diçe…!  li ser zimanê kalê werîsfiroş hatiye.

Bi werîsekî şoreş û serhildanên Kurdan bi dawî dibin, bi werîsekî Mehabad têkçû.

 

Kurd dengên hev nabihîsin.

Serhildan govendên koran in.

Ji xwe peyman Kurdan dixopînin, baweriya wan bi sond û peymanan bûye bela serê wan.

Ti kes ji bo Xwedê nabe dostê Kurdan, em zû dixapin zû.

wiha Kerîm ji Badîn re got dema Rûsan bazara xwe li ser petrola bakur dikir, û Kurd ji qedereke reş re berdan.

 

Çendîn mirov ji welatê xwe hezke, ew qasî êş û xemên wî pir dibin.

Cografiye ya li ser pelan sar û bêwate ye. Were bila çiya te fêrî riya azadiyê bikin, bila newal û gelî ji te re bibêjin bakur li ku ye, were emê bi xwîna xwe sînorekê ji bo azadiya xwe bikêşin. Wiha Badîn ji Sadiq Behadîn ,mamosteyê corafiya yê re digot.

 

Li Moskowê agir bi titûna Mehabadê xistin, û di nava dûyekî efsaneyî de rastiya dîrokê şewitandin.

Her tişt têkçû, Badîn berê xwe de çiya, her  ku ber ve jor de diçû, Mehabad weke evînên wî di nav mijê de winda dibû, û bi keser ji xwe re digot: 

Êdî bêhna şewata asoyan, ji vî dilê min tê.

Evîn û bîranîn û bûyer û şikestin û têkçûn, birînên Badînê Amêdî gur dikin, wî har û dîn dikin.

ji bûyeran tenê dengê şikestina dilê wî dihate guhên wî.

 

ma xewn, ne derewên şevê ne..?

Mehabad xewnek bû di şevên qedera Kurdan de, ne xewna Kurdan bi cîh hat, û ne jî soz û peyman û derewên li Kurdan hatine kirin bi serî bûn.

 

Jan Dost wênekêşekî gelekî biserkeftî bû di nivîsandina Mijabad ê de, felsefeyeke nuh xiste nav nivîsîna Kurdî, bi şêwekî hunerî û hestedarî her tişt di wê qonaxê de kirin peyv û xêz, û pê pirtûkxana Kurdî  xemiland û dewlemend kir.

Romana Mijabad ê zayîneke pîroze di wêjeya Kurdî de, û bi giyanekî nuh xwe şîrove dike.

   

Nezîr Palo

Bonn – Almanya

 

 

Tirej.net