helbestvana kurd Selwa Gulî

Hevpeyivînek bi helbestvana kurd Selwa Gulî re



 
Hevpeyivîn: Mizgîn Gemo

Pirs 1-ji bo merovekî helbestvan çi girîng e­?

Selwa Gulî:
Berî her tiştî pêdivî bi hezkirinê ji helbestê re hebe. Bandora derdor û civaka mirov tê de dijit hebe. Berhirmendî, ku bi xwe di gel hezkirinê digunce pêdiviye. Xwendina pir jî, îro roj pêdiviya û her weha berdewamî li ser xwendin û nivîsînê û sûdwergertin ji ezmûnên helbestvanên kurd û cîhanî, çunke agahdarî ji helbesta cîhanî hêzekê û zaniyariyan dide helbestvan. Û berî hemiçkan, ferhengek zimanî bi hêz û dolemend, bo bişê hest û nestên xwe derbire. Agah li kevneşop û toreya xwe hebe, bo reseniya xwe berze nekit.

Pirs 2- Çi Ferq di navbera helbesta kilasîk û hevçerx de heye?

Selwa Gulî:
Hêjayî wê çendê ye, em bizanin helbesta kilasîkî çi ye, wate kilasîzim bi xwe çi ye? Eger em bibêjin helbesta kilasîk ew helbest e, ya bi terazû û serwe  (Wezin û Qafiye) ye û ya nûjen û hevçerx ya bê bi terazû û serwe ne, dibit em bikevin şaşiyekê, çunkî pir helbestên mîna yên Melayê Cizîrî hene, ku ji helbestên, ku bi navê helbesta hevçerx bi nav dibin, nûtir in. Bi boçûnêt min, kilasîzim û hevçerxî bi demê ve neyêt girêdayî ne, belkû bi naverok, nîgaş, fentasî, pêkînana zimên û hevoksaziyê û terabeyêd navxoyî yêd bi deqî ve hevbend in û şeweyê dariştinê û hûnanê. Helbestêt kilasîkî, rewanbêjî, hêsanîbîn, û ahenga mûsîqî ya derve tê de peyda dibit, belê ya Nûjen, wate azad û eger em şeweyêd helbesta pexşan jî têkel biken, aheng û îqa, êdî navxoyî tê de pir in û xwe li baskêt xewn û sîberan diken. Bêguman e ku neha sîmayek ji helbesta hevçerx ew helbesta, ku tu sînor û zagon bo wê nîne û hemî sinoran vediçirîne û her car bi şeweyekî nû xemla xwe dixemilînit.

Pirs 3-Pêwendiya di navbera helbestê û ziman de çiye?

Selwa Gulî:
Ziman û helbest, mîna mirov û avê ne, ya rast helbest û ziman av e. helbest H2 û ziman O2  ye. eger zimanêd helbestvan î wate ferhenga wî ne dolemend bit, neşêt yarîyêt  zimanî bikit, ziman ji çarçeva wateya ferhengî azad nekit, asoyêd nû li ber derbirînêt xwe di rêka zimanî de
nevekit, ew helbest dê bimînit, di qaliba kevnare da, û helbestvan dê bimînit paşmayî. Bi peyvek e din, helbest qada zimên e, zeviyêd xwe xemil diket bi peyvêt  ciwan û tije xeyal û wêne.

Pirs 4- Îro tu helbesta kurdî di çi astê de dibînî, helbesta nûjen di çi warî de ye?

Selwa Gulî:
Ez neşêmeve bibêjim, ku li ser helbesta kurdî bi zaraveyên wê ve agahdar im, lê di van 2 salên dumahiyê de, di rêka Internêtê ve, min zorbey helbestên  kurdî yê tê de têne weşandin dixwînim û di rêka nasînê re gelek pertûkêt helbestên bi destê min keftin û min xwendineve. Ez dişêm bibêjim, ku helbesta kurd î di lerzê de ye, li nasnameya xwe digerît. Nayê wê wateyê ku hindek helbestvan neşiyane helbestên ta radeyekê berz binivîsin. Hindek helbestvanên me di hêla ciwanî û hunerî ve, helbestên xwe bi şêweyekî berz û bilind wedihînin. Eger em temaşe bikeyn, dê wêneyên ciwan û bi hêz, zimanekî hunerî, xeyaleke fireh bibînin. Ez bi xwe geşbîn im. Lê eger em bibêjin me gelek nav yêd bi nav û dengî nînin, ji xwe eve li her derî weha ye. Afirênerên rasteqîneyî li her deverê kêm in. Em wek nimûne li cîhanê temaşe biken, dê çend navên payeberz di qada helbestê de bibînin. Li Firansa minadlier, Jacque Briver, Sant Jihn Pers, Aragin, Rimbould, IIwar, Andre Jead û S.Maleremie. Bi zimanê Ingilîzî Shakspear, Yetis, Shily, Walt Weightman, Izra Pound, Bayrun, T.S IIiot û çendên din. Her weha rewşa kurdistanê rê nedaye, ku ragehandin şeweyêd xwe yêd durust werbigirêt, ji bilî netêgehîştina bi zaraveyêd kurdî yêd din.

Pirs 5-Kurdistan çar parçe ye, dê çawa zimanekî hozanî hevbeş hebe?
Bandora ziman li ser helbestê, em dê çawa karibin  zimanekî stenderd pêkbînin?

Selwa Gulî:
Zaraveyêd kurdî yêd cuda bi xwe dewlemendî û saman e bo toreya me, lê ji ber nêzîkahî Li êkûdu nekeriye bûye asteng di warê dihevgehêştinê de. Pêkînane zimanêd stenderdî jîk, bi pir eger û hoyan ve palbend e. Yek ji wan hoyan hebûna dam û dezgehêd dewleteke kurdî serbixwe û hebûna dezgehêd pispor di hêla zimanzanîn û nasînê de, ne erkê helbestvan e zimanekî stenderd biafirîne yan jî damezirînit, çunke, helbest hemî dergeh û sinoran diroxînit û pêdiviya weha bit. Pêdiviye her helbestvanekî ferhenga xwe hebit, ji hêla avakirina wêneya, hevoka û deqî de. Bi tinê helbestvan dişêt ta peyvek kurdî ji zaravayekî kurdî din hebit bi kar bînit û berê xwe nedit ziman û peyvêt biyanî û weha wirde wirde, dê nivîskar di êkûdû bigehin.

Pirs 6-Ez dê çawa bizanim ko ev helbest e an na?

Selwa Gulî:
Ev roka, di toreya cîhanî de, sînor di nêvbera zayendêt edebî de nemayîne, lê li wê hindê jî dişêm boçûnên xwe derbarî vê babetê bêjem: Zimanê helbestê himbiz e, yêd pexşanê hinektek-tektir e. Zimanê helbestê bi wêneyên peyvê pêk tê û derveyî hemî şeweyêd şilovekirinê ye, belê zimanêd pexşanê, dişe li ser 1m ceh î 10 laperan binvîsit, ji bilî wê jî xeyal, sîber û aheng terazûyên şêwe û naverokê, helbestê dixemilîneve. Bi kurtî, zimanekî kurt, kêmpeyv, pirwate ye, asoyan li ber xwêner vediket. Zimanê helbestê bê dagirtina peyva ya beşûde di metinê deqî de, zimanê ciwanî û huneriyê ye.

Pirs 7-Em dikarin bêjin helbesta kurdî heye  û sînorên xwe derbas kiriye yan na?

Selwa Gulî:
Helbest, helbest e, vêca çi ya kurdî bit yan yeke dî bit, ew merc û sîmayên meli pirsa 6an nivîsîn, pêdiviye cihêt xwe di her deqekî helbestî û helbestvaniyê de bigirîtin. Lê nayê wê wateyê, ku helbestvan dîmen û sîmayên suruşt, wilat û civaka xwe neyînit ziman. Hindek dîmen û sîmayêt gel û miletan bi wan taybet in, eve diyar in. Zimanê her gelekî hilgerê com û

coleyêt wî ne, taybetmendiya wî diden nîşandan. Di vir de, mirov dişêt sûdê ji metolojiya kurdî, stiranêt kurdî, folklora kurdî, gotinêt pêşiyan di helbestê de werbigrêt.

Pirs 8-Helbest binavê jina kurd heye yan na?

Selwa Gulî:
Eger em li Folklor,dastan, û heyranokê kurdî temaşe biken, dê bibînin, ka ta çi radeyê afreta kurd şiyaye kartêkkirinê di edeba kurdî de biket. Em dizanin, ku zorbeyî stiranêt şeran û lawikan jinêt kurd bi mêr û mêrxasêt xwe vehûnane û biçûkêd xwe li ber di hêlan û dergûşan de velorandîne. Lê ji ber sedemên bindestiya wilatê me, ev kartêkirin bi paş ve ziviriye û afreta kurd î bûye bo mitfex û perwerdeya biçûkan. Biyav di nav jin û zelam de mezin û fireh lê hatiye. Hêjayî wê hindê, ku bibêjimeve, ku jina kurd di warê helbestê de, neha serê xwe radiket û çendîn nimûne heyna, ka şeweyê nivîsiya wê ji ya mêrî cuda ye, çunke jin bi xwe xwedî hestekî bi şeweyekî din e ji zelamî, ji rondikêt xwe li ber veforîna biçûkêt xwe helbesta xwe xwe diafirînit û vedihînit. Ji nehwêrîn û xem û xemgîniyêt xwe sirûdên şikestinêt xwe arasteyî jiyanê diket. Tiştekî din jî heye, ku pir caran, jîwazî di nav helbesta zelam û ya jinê de nîne. Ew jî ji ber tirsa jinê ji hoy û merc û şertêt civaka kurdî ya req û newekhevpîvan. Ew pîvanên civakî ku afretê di pêpeloka jêr de datînit, afret neşit xwe wek dil dixwazit derbibire. Desthavêtina qelemê ji hêla hindek jinên çeleng ve, mizgîniya rojeke geş di warê edebê jinê  ve didite min.

Pirs 9-Selwa Gulî wek hatî naskirin bi helbesta kurdî, tu çawa ketî di nav helbetê da?

Selwa Gulî:
Êş û bûyerên, ku hevparê jiyana min bûn, li êkudu dicemîn û sirûdên xemên giran ji derdorên bîranînên min dikêşan. Ev rewş bendemanî li rewşeke taybet, demeke taybet û şeweyekî taybet ji derbrîne dikirin. Diyar e ew pêkve hatin û helbestê xwe vehîna. Di sala 2001 ê da, peyv û rondik di cobarekî de bûn û pêkve şaxêd xwe berdan ser kaxeza belangaz û bêguneh û jiyan hêşta tête veloran.

Pirs 10- Tiştek şerme ko mirov ji jineke kurd bipirse ka jiyê te çend e, lê ez dikarim bipirsim ka jiyê helbesta te çend e?

Selwa Gulî:
Ji mêj ve, helbest di nav kovanêd min de, sema dikir. Caran min birînêt xwe bi peyvên ciwan nojdar dikir, ta sala 2001ê, min birînêt xwe bi laperên sipî pêçan.

Pirs 11-Wek tu dizanî, jina kurd ne azad e, gelo Selwa Gulî di warê helbestê da azadiya xwe dîtiye yan na?

Selwa Gulî:
Rast e, lê helbest bi xwe wêrankirin û şikêna sinor û tuxûban û qeydan e.
Peyv rûs hatiye û dema derketiye, tu kelem û dîwar li pêşbirî xwe nedîtine, lewra di warê helbestê de,, ez azadî û xweşiya xwe û her weha azariya xwe jî dibînim. Peyv û hevoka di helbestê de dişêm bi kar bînem, li jiyana rojane de, ew delîfe bo min ji ber sedemên rewşa civakê peyda nabit. Hêjî peyvê ye jî, ke çendî peyva helbestê şirîn û ciwan jî bit, neşe lêkdana di hizir û hundurê helbestvanî de bi şêweyê rastqîna darijênit.

Pirs 12.Helbestvanê kurd çawa dikare helbesta xwe bike helbesteke cîhanî?

Selwa Gulî:
Pêşekî helbest, dahênan e, ew e ya ku rewşed ne diyar ji tariyê tênit ber roniyê.
Toreya ji rewşa wilatêt xwe derkeve, civaka xwe berçav bikit, agahiyêd wî ji toreya cîhanî
hebit, bişêt têknîkêd nû û bi wî palbend û taybetmend bi kar bînit, ew pêngavekê di ber cîhaniyê ve davêjit. Bêguman e jî, ta helbesta kurdî bibîte cîhanî, divêt baş ziman û tore û kelpor û zimanê xwe binasê, her weha yêd cîhanî jî, û bizanit, ka ew wek helbestvan, dişê çi li helbesta cîhanî heyî zêde biket, çi li def wî heye, ku taybetmendiya wî biparêzit û bo yên din   jî balkêş bit. Lê pêdiviya helbestê her û her bi hunerî û ciwaniyê heye û bi karînana têknîkêt nû, ne bi tinê yêd di helbestê de bi kar tên, belê yêd di sîneme, çîrok, kurteçirok û roman û hemî cur û zayendêt edebî ên din. Dubare  her helbestvanek pêdevî bi taybetmendiyê heye û li ser fere ewê taybetmeniyê biparêzit.

Pirs 13-Selwa Gulî çi dikare bêje bo helbestvanên ku helbesta wan mixabin nahête xwendin..?

Selwa Gulî:
Li destpêkê dixwazim xalekê ronî bikim, çu deq nîne, ku xwênerêt wî nebin. Lê xwêner ji xwêner cuda ye. Heye xwênerêt nêgatîv, ku tenê dixwînit û diçit. Û xwênerê pozetîv, ku xal bi xal li gel deq dijît û dixwînit û sembolê wî ji êkudu vedikit. Vêca ev deqe yan ew deqe ta çendê ye, ku gelek caran bête xwendin, li ser zîrekiya nivîskar î û têgehîştina wî dimînit. Nivîskar dişêt deqêd xwe wek raportekî binvîse, li vê çendê xwêner carekê dixwînit û her tişt bo wî diyar dibit. Eger mebest ji pirsê ew bit, wek dibêjin ev helbest zor e û nayête fehmkirin, eve ne gunehê helbestvan e. Her deqek pêdivî bi amîrên xwendin yên cuda ne, ji deqekî dîdtir.

Xwendin jî ew e, ku bişêt li çirîsk û sembolan bigerêt û pê deqêd xwe geş û ronî biket.

Pirs 14-Selwa Gulî û kul û  xem çi ji hev re dibêjin?

Selwa Gulî:
Ez berî hertiştî xwe derdibirim, hestên xwe li ser kaxezê dadirêjim. Xem û kul û keder parçeyên jiyana min in, bi hevokêt xwe şeh dikim. Derya xeman ya di hizir û jiyana min de, min fêrî melevaniyê di boşatiya peyvan diket, Eger ez jî keziyêt xeman venehînim, de çawa di min bibhurin, dê tola xwe ji min wergerin.

Li dawiya vê hevpeyivînê, ma em dikarin li helbesteke te û bi dengê te guhdar bikin?

Selwa Gulî: ser çava
Dumahîkê, sipasiya malpera Tîrêj bo vê dîdarê dikem û serkeftinê bo we dixwazim.

Li helbestê guhdar bik

Sweden
30/03/2003


tirej.com15/04/2003
wêne.tirej.com


 

 

 

«««««««««

©www.tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]
Vebûna malperê 01/12/2002