www.tirej.com                                       Rêziman

2

Bingehên gramera kurdmancî

Celadet Alî Bedirxan

Bi navê Yezdanê pak ê dilovan ê mihrevan

Rêmanên berpêşkî
***


12- Tîpa dubare: Di zimanê kurdmancî de tîpa dubare nîne. Ji lewre, heke di bêjeyekê de tîpek dubare bû, yeke wan ji ber xwe de dikeve û tîpek bi tenê dimîne. Wekî niho, parkîta {tir} gava dikeve paşiya bêjeyên ko bi {t}yê temam dibin yek ji wan her du “t”yan dikeve. Ji lewre di nivîsandinê de jî {t}yek bi tenê tête nivîsandin. Ji ber ko di vekîta kurdmancî de tîpa ko naye xwendin, naye nivîsandin.

Ev in çend misal:

 

xurt     xurt-tir     xurtir

rast     rast-tir      rastir

kurt     kurt-tir     kurtir

 

Çend misalên din :

 

paş-şîv         paşîv

baş-şev        başev

yek-kîte       yekîte

 

Tîpên têvel, lê ji yek cihderkê, an ji cihderkên nîzingî hev jî nadin pey hev:

 

rind-tir                       rintir

pişt-dawî                     pişdawî

bilind-tir                     bilintir

dewlemend-tir            dewlementir

 

Şanek: Digel vê hindê û ji ber hin bêgaviyên vekîtê, hin tîp{nemaze di daçekan de} herçend neyin jî bi lêv kirin, têne nivîsandin. Ew nayine bi lêv kirin, ji ber ko bi awakî tîpeke dubare ditînin pê. Lê ew ne bi hev ve ne, ji hev cida, û yeke wê di dawiya bêjekê de û a din di destpêka bêjeke din de ye.

Ez di gund de bûm                  {gun’de}

Dengbêj jî hene                        {dengbê’jî}

Serheng gî hatin                        {serhen’gî}

Ji gayê gewir re                         {gew’re}

Ez ji kû zanim                            {e’ji}

 

13- Kît: Bi vebûn û hatingirtina devê me dengek tête pê. Ji tevayiya wî dengî re kît dibêjin. Kît ji yek an ji yekê bêtir tîpan hevedidanî ne. Di kîtên zimanê kurdmancî de bi gelemperî ji yekê heta pêncan tîp peyda dibin.

 

1-     a  ê  û ……

2-     no  an  ez  ma  pê…..

3-     dev erd  pêr  sto  kar….

4-     qenc  dran  deng  pişt…

5-     Stran  stand……

14- kîtên bêjeyî: Herwekî di kîtan de, ji yekê heta pêncan tîp peyda dibin, bêje jî an ji kîtekê an ji çend kîtan bihevketî ne. bêjeya ko ji kîtekê hatiye pê jê re yekîte, û bêjeya ko ji çend kîtan hevedidanî ye jê re pirkîte dibêjin.

 

Bêjeyên  yekîte: dar, dran, got, stran, xwar, deng, têr,no.

 

Bêjeyên pirkîte: serşok dengbêj, mêvandar, hilfirandin, dixwîne, qermiçandin, balafirgeh,  rojnamevan.

 

Not : Bêjeyên pirkîte li gora hejmara kîtên xwe binav dibin: Yekîte, dukîte, sêkîte, çarkîte, pênckîte…..

 

15- Bêje: Tiştê ko tête bîrê  û di dil de radibe fikirek e. Ev fikir carina şikilekî û carina manakê ditîne pê. Ev her du awayên fikirê bi bêjeyan têne eşkere kirin. Bi gotinên din her bêje nimînendeyê fikirekê ye.

 

Wek: dereng, hesp, reş, wan, hatin, jê-re, digel, ez, hevraz, berwar, mehder, lo, zû, dixwar, nêr, belek, çavreş, tîj, dilovan.

 

16- Birên qisetê: Bêje li gora mana û dehkerên xwe ji hev bi ferq in. Birekî wan mirov, heywan,û tebayine nerihber yên ko bi dest têne girtin an dikevin ber bînahiya me şanî me didin. Birekî din tiştine welê pêş me dikin ko bi dest nayine girtin lê di bîr û di ber çavên me de radibin. Ji aliyê din bêjeyine welê hene ko bi serê xwe nikarin tu tiştî raver bikin., lê gava bi bêjeyên din ve dibin û dikevin navbera wan mana wan diedilînin, dibin serî û wan bi hev re girêdidin. Ji lewra di her zimanî de bêje li gora maneyên xwe û cihê ko di qisetê de dibin û wezîfa ko li ser xwe digirin bi çend biran leva dibin. Ji wan re birên qisetê an texlîtên bêjeyan tête gotin.

 

Di zimanê kurdmancî de birên qisetê deh in:  navdêr, veqetandek, rengdêr, pronav, lêker, jimarnav, hoker, daçek, gihanek, baneşan.

 

17- Guhêrbarî: Birên qisetê ji awirê guhêrbariyê ve bi du biran leva dibin: guhêrbar û neguhêrbar …ji birên qisetê pênc guhêrbar û pêncên din neguhêrbar in.

 

18- Bêjeyên guhêrbar: Bêjeyên guhêrbar ew in ko di qisetê de şikilên xwe ên eslî diguhêrînin, têne tewandin û dikevin şikiline din.

 

-1-Navdêr: Cemşîd, Sînemxan, kaxez, kerî, şîpane, piling, Herekol, can, qencî, spîtahî, selef, mehder, xurdebîn…..

 

-2-Veqetandek: ê , a, ên, ek, in…..

          

-3-Pronav: ez, we, ew, yên min, evê ha, çi, kî, kê, ko, kîjan….

 

-4-Jimarnav: yek, dused, heştek, nîvyek, çareçar, yeko yeko, pênc bi pênc…

 

-5-Lêker: were, dixwar, dê bihata, keti bû, divêt, nivîsandin, xwendi bûn, daket, çikandin….

 

 

19- Bêjeyên neguhêrbar: Bêjeyên neguhêrbar ew in ko di qisetê de şikilên xwe ên eslî tucaran naguhêrînin û hergav weke xwe dimînin.

 

-1- Rengdêr: Gewr, nû, qenc, bilintir, helesor, mezin, spehî, nizim……

-2- Hoker: Holê, îro, hingê, nik, bes, kêm, kû, kengê, niho, no, belê…..

-3- Daçek: Di, li, ji, di-de, ji-re, der, digel, berî, paşî, piştî….

-4- Gihanek: Wek, û, an, lê, ko…

-5- Baneşan: Lê, lo, ax, hey, way, ho, ox….

 

20- Vekît: vekît tevayiya isûl û qeydeyên nivîsandin û bihevebûna bêjeyan e. Bi gotinên din her bêje vekîta wê, yanî şikilekî nivîsandina wê î xweser heye. Bi tenê bêjeyên ko bi çend awan têne bilêvkirin bi çend awan jî têne nivîsandin. Herwekî:

 

“Bihurîn, borîn.  Rih, rî.   Reh, ra.  Nêzing, nîzik.   şehristan,Şaristan. Teva , teba. Bihin , bîn.   Birçî ,birsî.   Nimêj, nivêj.”

 

Ji milê din vekît ji me re bêjeyên ko biheve dibin û yên ko biheve nabin ji hev vedigerîne û awayê bihevebûna wan şanî me dide.

Qeydeyên vekîtê ji tevayiya gramêrê dertên. Di bihevebûna bêjeyan de qeyda gelemper ew e ko her bêje bi serê xwe tête nivîsandin û bi bêjeyine din ve nabin; ji hin awartan pê ve. Wekî niho, di komeka “ez dihî li nêçîrê bûm “ de , tu bêje bi yeke dî ve ne bûye, ji ber ko her yeke wan ji birên qisetê texlîteke din e.

“Ez : pronav,         dihî : hoker,           li : daçek,       nêçîr : navdêr,      bûm: lêker.”

{ê} ya ko bi “ nêçîrê ” ve bûye tewang e; û tewang hergav bi navdêr û pronavî ve dibin.

                                                                    

                                                                                            

  Dûmahîk heye…       »»»»»»»»»»


 

 

 

 

 

 

«««««««««

©www.tirej.com,2002 [ info@tirej.com ]
Vebûna malperê 01/12/2002